HPG: Hevrêyên me Havîn û Delîl şehîd bûn

HPG’ê got: “Armanca herî mezin a hevrêyên me Havîn û Delîl ew bû ku bibin hevrêyên baş ên Rêber Apo. Xwestin bibin fedayiyên ku azadiya gelê me mîsoger bikin. Bi ked û tevlîbûnên xwe yên bi cesaret a di qada şer de, gihiştin vê armanca xwe.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî wiha ragihand: “4’ê Kanûna 2023’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de hevrêyên me yên hêja Havîn Gabar û Delîl Tolhildan şehîd bûn.”

Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Havîn û Delîl weke şêwazekî jiyana fedayîtiyê jiyan kirin. Di her kêliya ku nefesê distînin de, li gorî pîroziya fedayîtiyê jiyan kirin. Hevrêyên me Havîn û Delîl bi hezkirin tevlî jiyana azad bûn ku di cewherê xwe de xwedî fedakarî, ked, cesaret, dilnizmî, hîsiyateke kûr, manewiyeta xurt û hêza rabûna li ber her cure zehmetiyê ye. Hevrêyên xwe jî bandor kirin û ev jiyan hîn mezintir kirin. Hevrêyên me li her devera ku lê ne, bal dikişandin. Bi kesayetên xwe yên bi cewher di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin. Armanca herî mezin a hevrêyên me Havîn û Delîl ew bû ku bibin hevrêyên baş ên Rêber Apo. Xwestin bibin fedayiyên ku azadiya gelê me mîsoger bikin. Bi ked û tevlîbûnên xwe yên bi cesaret a di qada şer de, gihiştin vê armanca xwe.

Weke hevrêyên wan, em soz didin ku em ê her tim li ser rêya hevrêyên xwe Havîn û Delîl xwe berpirsyar hîs bikin ku bibin layiqê wan û şerê azadiyê bi fedayîtiya Apoyî bînin ba hev. Bi van hestan di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Havîn Gabar

Nav û Paşnav: Canan Oral

Cihê Jidayikbûnê: Aydin

Navê Dayik – Bav: Rahmete – Abdûlazîz

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Kanûna 2023’an / Zap

Nasnav: Delîl Tolhildan

Nav û Paşnav: Îsa Qehreman

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik – Bav: Kemalî – Agabey

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Kanûna 2023’an / Zap

DEMA KU ZILM LI CENAZEYÊ HACI LOKMAN BÎRLÎK HATE KIRIN, KET NAVA LÊHÊRBÛNAN

Hevrêya me Havîn di nava malbateke ku eslê xwe Şirnexî ye de, li Aydinê hat dinê. Malbata hevrêya me ji ber welatparêziya xwe ya kûr û tevî her cure êrîşên qirkirinê yên dijmin, çanda qedîm a Botanê parast. Lewma hevrêya me Havîn ti carî ji nasname û cewhera xwe qut nebû. Piştre dema ku malbata wê vegeriya Şirnexê, pir bi kêfxweş bû ku Kurdistan dît. Dema ku di zarokatiyê de diçû dibistanê, her peyveka Kurdî ya ku bi kar dianî li dijî êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin çalakiya wê ya destpêkê bû. Di temenekî pir zû de rastiya dijmin nas kir û li dijî vê rastiya dijmin têkoşiya. Ev yek li cem hevrêya me Havîn bû sekin û vê sekna xwe her roj mezintir kir. Hevrêya me Havîn di ciwantiyê de bû şahida komkujiyên dijmin ên li hemberî gelê me û li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me difikirî ku vê hêrsa xwe bi tevlîbûna nava refên gerîla veguherîne çalakiyê û destpêkê di kar û xebatên ciwanên şoreşger de cih girt. Di xebatan de rastiya partiya me PKK’ê û Rêber Apo hîn baştir fêr bû. Di heman demê de ji têkîliyên xurt ên hevrêtiya Partiya me pir bi bandor bû. Hevrêya me Havîn hestên xwe yên di vê pêvajoyê de, bi van gotinan anî ziman, ‘Mirov hingî ku Partiyê nas dike, dibîne ku êdî jiyana sîstemê ji mirov re têrker nayê û ji wê jiyanê direve.’ Sala 2015’an li gelek herêmên Kurdistanê Berxwedanên Rêveberiya Xweser pêk hatin. Di dema van berxwedanan de hevrê Haci Lokman Bîrlîk şehîd bû û faşîstên Tirk ên nemerd bi hovane zilm li cenazeyê wî kirin. Vê yekê hevrêya me Havîn pir bandor kir û bû sedem ku bikeve nava lêhêrbûnan. Bawer kir ku ji bo di şexsê hevrê Haci Lokman Bîrlîk de ji hemû şehadetan re bibe bersiv, divê têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêya me Havîn fêm dikir ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Bestayê tevlî nava refên gerîla bû.

DI XETA SERKEFTINA TEQEZ DE BI AWAYEKÎ FEDAÎ TEVLÎ BÛ

Hevrêya me Havîn ku demekê li herêma Bestayê tevlî nav xebatan bûye, piştre derbasî qada Heftanînê bûye û perwerdehiya xwe ya gerîlatiyê dîtiye. Hevrêyê me ku bi perwerdehiya ku wergirtî re yekser adapteyî çiyê û jiyana gerîla bû, weke destpêka jiyana xwe ya nû nêzî jiyana gerîla bû. Ji bo vê jî bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû û têkoşîn hilda ser milê xwe. Hevrêya me anîbû ziman ku divê tevlîbûn teqez li ser esasê xeta serkeftinê be û derxist zanabûnê ku ev yek bi têkoşîneke fedaî pêkan e. Ji bo vê jî, ji destpêka tevlîbûna xwe ya nava gerîla, bi rengekî bêteredût û bêwestan beşdar bû û ked da. Hevrêya me ya ku bi jiyana gerîlatî û çiya re bû yek, hîn zêdetir ji bo naskirina sira azadiyê hewl da. Hevrêya me Havîn li ser vê esasê lêhûrbûna xwe kûr kir û bi xwendina parêznameyên Rêbertî re kesayeta xwe hê baştir nas kir û analîz kir. Hevrêya me Havîn ji bo weke jinek xwe ji rolên kevneşopiya civakî rizgar bike, bi perwerdehiyên ku dîtî re hewl da di azadiya jinê de xwe kûr bike. Hevrêya me Havîn a ku di zane azadî pêvajoyeke lêhûrbûn û kedê dixwaze, bi gavên ji xwe bawer û bi sebir derbasî vê pêvajoyê bû û bi vê yekê re hewl da xwe bigihîne yek ji armancên xwe yên herî mezin, nasnameya jina azad. Hevrêya me ya ku di ferqa ev pêvajo zehmet e, gelek astengiyên wê hene û fedekariyê dixwaze, li ser vê esasê pêşengên vê rêyê ji xwe re mînak girt. Hevrêya me Havîn a ku tercîh kir li ser xeta fedaîtiyê ya ku şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) esasê wê daniye bimeşe, li ser vê rêya heqîqetê tevlî meşa pîroz a Sarayan, Bêrîtanan, Zîlanan, Delalan, Leylayan û Axînan bû.

Hevrêya me Havîn ku dixwest bersivê bide pêvajoya şer a giran û êrîşên dijmin ên li dijî gelê me, xwe di warê leşkerî de kûrtir kir. Hevrêya me ku bi perwerdehiyên leşkerî yên ku dîtî re, bû gerîlayek pispor a YJA Starê, ji bo ku biçe herêmên ku şer lê dijwar e gelek israr dikir. Hevrêya me ku di vê pêvajoya dîrokî de weke gerîlayeke jin dixwest bi rola xwe rabibe, ti carî qebûl nekir ku di pozîsyoneke pasîf de bimîne. Hevrêya me Havîn ku armanc dikir bi pratîka xwe rexnedayîna hevrêtiya kêm a li hemberî Rêbertî bide, bi hemû hebûna xwe bi awayekî fedaî tevlî bû. Li ser vê bingehê, ji bo li dijî artêşa Tirk a dagirker şer bike û layiqî bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bûne bibe, derbasî herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû. Hevrêya me Havîn ku li vê derê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, bi performansa xwe ya serketî ya di van çalakiyan de derbên giran li dijmin hate xistin. Hevrêya me Havîn a ku hem ji bo pêşvebirina şerê tîmên bi tevger û hem jî ji bo mezinkirina berxwedana li tunelan kedek mezin da, bi tevlîbûna xwe ya bêteredût û bê hesab ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Havîn bi tevlîbûna xwe ya çalak a li her kêliya jiyanê re û bi kesayeta xwe ya bi kelecan û kedê avabûye bû milîtanek serketî ya xeta PKK û PAJK’ê.

Hevrêya me Havîn ku di êrîşa dijmin a 4'ê Kanûna 2023'yan de bi hevrêyê me Delîl Tolhildan re şehîd ket; bû yek ji mînakên herî berbiçav ên gerîlatiya serdemê ku navê zelalbûn, durustî, wêrekî û jiyana watedar e tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya hevrêya xwe Havîn bi erk û berpirsyariya layiqî wê bi serketinê tacîdar bikin.

BERSIVÊ PIRSÊN XWE DI DÎROKA KURDISTANÊ DE DÎT

Hevrêyê me Delîl li navçeya Patnos a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me ku ji malbata xwe hînî çand û exlaqa civakî ya Serhedê bûbû, hem di nava malbata xwe de hem jî di hewîrdora ku lê dijiya ve dihate hezkirin. Hevrêya me Delîl ê ku lêgerîna wî pêş diket û gelek pirsên wî bê bersiv diman, fikirî ku bi hînbûna dîroka xwe dê bersivên ku lê digeriya bibîne. Hevrêyê me yê fêm kir ku ev yek li dibistanên dewletê yên Tirk nepêkan e, hem ji materyalên cuda hem jî ji derdora xwe hewl da dîroka gelê xwe nas bike. Bi taybetî hînê serhildana Agiriyê ku xwedî mîrateyek berxwedanê ya mezin e bû. Ji ber lehengên vê serhildanê yên ji bo azadiya gelê me li herêmê derketine holê, hevrêyê me Delîl gelekî bandor kirin. Ji ber hevrêyê me ket zanabûna ku xwedî mîrateyek xurt a dîrokî ye, baweriya hevrêyê me Delîl bi xwe hîn xurtir bû. Hevrêyê me yê ku dizanibû ku weke ciwanekî Kurd divê bibe xwedî jiyaneke layiqî vê mîrateyê berxwedanê, lêhûrbûn û lêgerîna xwe hîn kûrtir kir. Hevrêyê me Delîl ku bi vê wesîleyê têkoşîna me nas kir, ji dil bawer kir ku xeyalên gelê Serhedê ya Serhildana Agirî neqediyayî wê bi PKK'ê re bi ser bikeve. Li aliyê din şoreşgeriya hevgirtî ya PKK'ê û têkoşîna fedaî ya gerîlayên azadiyê jî bandor li hevrêyê me Delîl kir. Hevrêyê me Delîl ku xwedî hişmendiyeke kûr a dîrokê ye, kêliyekê jî komkujiyên ku dijmin li dijî gelê me kiriye ji bîr nekiriye. Di heman demê de ket ferqa ku polîtîkayên ku dijmin îro jî dimeşîne dewama vê feraseta qirker e. Ji bo vê jî hevrêyê me Delîl ku xwe li pêşberî gelê me berpirsyar didît, pê bawer bû ku ancax bi tevlîbûna li nava refên gerîla yên PKK'ê re dikare van berpirsyariyan bi cih bîne. Li ser vê bingehê hevrêyê me di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Tendûrekê tevlî nava refên gerîla bû.

JI BO TOLA GELÊ XWE BÊ DUDILÎ TEVLÎ ŞER BÛ

Hevrêyê me li Bakurê Kurdistanê derfetên tevlîbûna refên gerîla baş bi kar anî û ji taktîkên jiyan û şer ên hevalên xwe yên xwedî tecrûbe sûd wergirt. Hevalê me yê ku perwerdeya xwe ya ewil li ser tecrûbe û zanîna hevalên xwe girt, bi kelecaneke mezin tevlî jiyana gerîlatiyê bû. Di her kêlî û qadên jiyanê de xwedî berpirsiyar bû û li gorî wê tevdigeriya. Pir di bin bandora têkiliyên hevalên xwe de ma ku li herêma Serhedê bi wan re têdikoşiya û tim hewl dida ku li gorî vê hevaltiyê bibe xwedî sekn û tevlîbûnê. Hevrêyê me Delîl piştî pratîka xwe demkurt a li Serhedê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir jî perwerdeya xwe berdewam kir. Hevrêyê me Delîl ji bo perwerdehiyên xwe di pratîkê de pêk bîne û tecrûbeyan bi dest bixe, heyamekê tevlî xebatên li herêma Metînayê bû û piştî ku êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gelê me yê Êzidî derbasî Şengalê bû. Li vir bi xwe bû şahidê komkujiyên li ser gelê me û ji bo tola gelê xwe bê dudilî tevlî şer bû. Hevrêyê me Delîl di rizgarkirina Şengalê de xwedî kedeke mezin bû. Wî dizanî ku xeteriya qirkirinê tim li ser gelê me heye û di çarçoveya vê yekê de xwedî baweriya têkoşînê bû.

Bi vê armancê hevrêyê me dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo di şerê azadiyê de tevlîbûneke aktîftir pêk bîne di tarzê nû ya gerîlatiyê de xwe perwerde kir. Bi perwerdehiya xwe karî bibe gerîlayekî profesyonel. Hevêyê me dizanî ku serkeftina di jiyanê de bi cesaret, fedekarî û hezkirineke mezin bi afirandina ruhê fedayî yê Apoyî wê pêkan be û dizanî ku serkeftina teqez wê bi şervantiya ruhê Apoyî were bidestxistin. Israra dijmin a êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û tecrîd û esareta li ser Rêber Apo bû sedema sereke ku hevrêyê me Delîl bi ruhekî fedayî li ber xwe bide. Ji bo xwe mezintirîn armanc bûna şopdarê hevrêya me Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) diyar kir. Hevrêyê me Delîl hemû erk û berpirsyariyên xwe yên ku di pratîka gerîlatiyê de bi dest xistin, bi jêhatîbûn û fedakariyeke mezin pêk anîn. Wî dizanî ku erkên leşkerî yên Apoyî tim berdewam in û di vê çarçoveyê de azadiya hemû mirovahiyê bi taybet a gelê me ji xwe re weke armancekê dît û ji bo bicihanîna van erkan her tim di nava pêşketinekê de bû. Hevrêyê me bi gotina; ‘’Tekane xeyala min azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê her tiştê ji destê min tê ez ê bikim. Xeta fedayîtîyê bi kedên Serokatî pêş ketiye. Ji ber vê yekê pêşxistina xeta Heval Zîlanê di destê me de ye.’’ Kûrbûna xwe anî ziman û ji bo pêkanîna xeyala xwe bê navber û bi awayekî aktîf di nava refên gerîla de cihê xwe girt û şer kir.

ŞERKIRINA DI KELEHÊN BERXWEDANÊ DE, WEKE ŞANS NIRXAND

Hevrêyê me Delîl di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin pir zêde de, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî êrîşên dijmin bi fedayiyane şer kir. Li dijî bêçareserî û bêhêziyê, hêz afirand. Fêm dikir ku rêyên serketinê encex bi felsefeya Rêbertî pêkan e û bi vê zanebûnê ji bo pêşxistina berxwedanê roleke girîng lîst. Hevrêyê me şerkirina bi fediyayane ya di lûtkeyên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de ku îro veguheriye keleha berxwedanê, weke şans nirxand. Bi kedeke mezin bepirsyariyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anî. Bi vî rengî bû neferekî hêja yê Apoyî.

Hevrêyê me Delîl di nava refên têkoşînê de hemû wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn. Bi ruhê fedayî yê Apoyî li dijî dijmin şer kir. Hevrêyê me Delîl bi rastiya şehîdan re bû yek. Li ser her beşekî xaka Kurdistanê rê neda dagirkeran û heta şehadetê bû xwedî sekneke bi xwestek û biryar. Bi hevrêtiya xwe ya bi wêrek, dilnizm û sade di dilê her hevrêyê xwe de cih girt. Em soz didin ku em ê bibin şopdarê armanc û xeyalên ku hevrêyê me Delîl dewrî me kirî. Em ê armanc û xeyalên wî bidomînin.”