Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 4 gerîlayên di Sibata 2016'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Navendê got, "Hevalên Asmîn, Botan, Diyar û Mazda, ku bi berpirsyariya exlaqî û wijdanî rabûn û di salên dawî de tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn, di şerê berxwedanê yê sala 2016'an de, dema li dijî dewleta TC a faşîst têdikoşiyan şehîd bûn.
Wan di vê berxwedanê de hêviya gelekî dan ser pişta xwe û bi baweriyeke mezin ketin nava têkoşînê. Têgihîştî bûn ku ji bo azadiyê berdêl, ji bo berdêlan jî fedakarî divê. Bi vê bîr û baweriyê her çar hevrêyên me şer kirin û şehîd bûn. Ev her çar hevrêyên xwe yên milîtan bi bibîr tînin û dibêjin, em ê ruhê mezin ê di dilê wan de bidin jiyîn."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev hevrêyên me yên bi lehengî di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şer kirin û şehîd bûn, di nava refên gerîla de milîtanên fedakarî, dilsozî û baweriya bi jiyana azad bûn.
Wan, bi perwerdeya li çiyayên Kurdistanê dîtî, gav bi gav di pîvana jiyana şoreşgerî ya rast de bi pêş de çûn, qudreta xwe ji çiyê, dilpakiya xwe jî ji milîtaniya PKK'ê girtin. Hevalên me Asmîn, botan, Diyar û Mazda bi şiyara Kurdistana Azad, Rêberê Azad jiyan û bi rengekî bêeman ketin nava hewldanan. Em van hevalên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya her çar gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:
Nasnav: Asmîn Dara
Nav paşnav: Behiye Komî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Heznî-Arîf
Dema û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Botan Dogan
Nav paşnav: Dogan Tekîndag
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Mûhteber-Alî
Dema û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Diyar Gevda
Nav paşnav: Salîh Acar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sûna-Mûhyettîn
Dema û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Mazda Mariya
Nav paşnav: Şevîn Coşkûn
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Nûriye-Rahmî
Dema û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê