HPG'ê şehîd Dîlan Cizîr bi bîr anî

HPG'ê Dîlan Cizîr bi bîr anî ku 27'ê Kanûna 2017'an şehîd bû û soza serxistina armanca 'Rêbertiya Azad, Kurdistanê Azad' dubare kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "27'ê Kanûna 2017'an di êrîşeke dijmin de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê jin a leheng a Cizîra Botan û dilxwaza azadiyê hevrêya me Dîlan Cizîr şehîd bû."

Bi dewamî hate gotin, "Bi dilxwaziya azadiyê ya di dilê xwe de, berê xwe da çiyayên Kurdistanê, di her kêliyê de, li ser her rêyê û bi her hevrêyên xwe re azadî jiya. Hevrêya me Dîlan bi meşa xwe ya bi pîvan li nava têkoşînê bû milîtaneke mînak a PKK û PAJK'ê. Bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd ji xwe re kir çavkaniya jiyan û têkoşînê, di her kêliyê de ew hîs kir û hewl da vê yekê di têkoşîna xwe de nîşan bide.

Di salvegera şehadeta wê de em hevrêya xwe Dîlan bi hurmet û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin têkoşîna wê bi ser bixînin. Di serî de malbata hêja ya hevrêya xwe em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Cizîra Botanê û gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Di daxuyaniyê de têkildarî nasnameya şehîd Dîlan Cizîr agahî hate dayin. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

Nasnav: Dîlan Cizîr
Nav paşnav: Dîlek Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Emîne-Zekî
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Kanûna 2017'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Dîlan li Cizîra Botan ku navê xwe li Kurdistanê bi berxwedan û serhildanê re bûye yek, li gundê Heblerê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Piştî ku gundê wan ji aliyê dijmin ve hate şewitandin û hilweşandin, malbat neçar ma ku koçî Cizîra Botan bike, lewma ew jî li vê derê mezin bû. Hevrêya me Dîlan ku bi hişmendiyeke kûr a welatparêziyê û çandeke qewîn û dewlemend a Botanê mezin bû, ji zarokatiya xwe ve bû dilsozê van nirxan. Mîna her zarokeke li Kurdistanê ji dayik bû û mezin bû hevrêya me Dîlan jî zarokatiya xwe di nava şer û têkoşîna me ya azadiyê de derbas kir. Ji ber ku li Cizîra Botanê bû ku yek ji navendên girîng ên berxwedana me ye, di nava rastiya me ya têkoşînê de mezin bû. Her wiha ji ber ku malbata wê xwedî hişmendiyeke welatparêz bû û di nava têkoşînê de bû, bêguman vê rewşê bandor li hevrêya me Dîlan jî kir. Wekî din li hemberî sekna xelkê Cizîrê yê welatparêz ku li dijî êrîşên dijmin berxwedana xwe timî xurt dikir û ti cawî tawîz nedida dijmin, biryardarî û daxwaza têkoşînê ya hevrêya me Dîlan xurtir kir. Hevrêya me neçar ma ku demekê li dibistanên dijmin bixwîne, di vê demê de rastiya dijmin hîn baştir fêhm kir. Zext û zordariya dijmin, komkujiyên ku dikir, mîna her miroveke li Kurdistanê dît, planên dijmin ê ji bo asîmîlekirina jin û ciwanên Kurd, siyaseta qirkirinê li dibistanê hîn baştir fêhm kir. Lewma dest ji dibistana dijmin berda, di heman demê de beşdarî nava refên têkoşînê bû û dest bi kar kir.

BEŞDARÎ NAVA BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ BÛ

Hevrêya me bi taybetî ji sala 2010'an û pê ve bi rengekî çalak tevlî kar bû, bi giranî beşdarî karên civakî yên li qada akademî û jin a azad bû. Di her karî de ji xwe re kir armanca sereke ku di serî de jin ên ciwan, jinên Kurd zane bike, hişmendiya azadiyê bide wan, li hemberî serweriya mêr bi rêxistin bike. Hevrêya me bi vê armancê karekî çalak meşand, di heman demê de li dijî rastiya dijmin a ku êrîşî jinan dikir, ji bo karibe jinên Kurd tevlî nava têkoşîna çalak bike ked û hewldaneke mezin da. Di serî de li Mêrdîn û Sêrtê li gelek qadan kar kir, di vê demê de xwe perwerde kir. Destpêkê perwerdeya teorîk xiste meriyetê, pştre jî dersên ku ji nava pratîkê wergirt ji xwe re kir mijara perwerdeyê û ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir. Bi têgihiştina ku jin tenê bi bidestxistina azadiyê dikare bibe ya xwe, li hemberî kêmasiyên di kesayetiya xwe de têkoşiya û her roj hîn bêhtir ber bi azadiyê ve meşiya.

Ji ber karên xwe yên serketî di sala 2012'an de di êrîşên qirkirina siyasî de hate girtin û nêzî salekê li Mêrdînê li zindanê hate girtin. Hevrêya me Dîlan pêvajoya zindanê bi fêhmkirina polîtîkayên dijmin derbas kir, bi kevneşopiya berxwedana zindanê ya têkoşîna me ya azadiyê re dilsoz ma. Di vê demê de zindan ji xwe re kir akademî, kir zemîneke welê ku xwe bi pêş ve bibe. Piştî ku ji zindanê derket karên xwe dewam kir û tevî ku gelekî dixwest tevlî nava refên gerîla bibe, li gorî pêwîstiyên têkoşîna azadiyê tevgeriya. Ji sala 2015'an û pê ve beşdarî nava Berxwedana Xwerêveberiyê bû, di vê demê de ji şehadeta hevrêyên xwe yên xizmên wê bû û bi hev re dixebitîn gelekî bi bandor bû. Ji xwe re kir armanc ku xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdan derkeve û mezinkirina têkoşînê danî ber xwe. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

BI HER AWAYÎ XWE LI JIYANA GERÎLA GIRT

Hevrêya me Dîlan perwerdeya destpêkê ya li nava refên gerîla ji bo xwe weke 'dema diyarkirina jiyanê' pênase kir û destnîşan kir ku ev yek tê wateya jiyaneke nû, vejîneke nû. Ji ber vê yekê jî bi her awayî xwe li vê jiyanê girt, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi rêya perwerdeyê, her wiha bi danheviyên ku berê wergirtibû li ser lingên xwe sekinî, ew xist meriyetê û bi vî rengî bû xwedî yekbûnekê. Hevrêya me Dîlan xwest ku ji aliyê leşkerî ve xwe hîn bêhtir perwerde bike, ji bo karibe bersivê bide şer û weke şertekî azadiyê bigihêje vê armanca xwe, gelekî hewl da. Hevrêya me gihîşt wê têgihiştinê ku weke gerîlayeke jin bi qasî ku karibe xwe biparêze dikare jinên din biparêze, bi vê berpirsyariya dîrokî tevgeriya.

HEVRÊTÎ JI FERMANDAR ARMANC GOŞKAR RE KIR

Hevrêya me Dîlan ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, weke gerîlayeke YJA Starê ji bo mîsyona xwe pêk bîne berê xwe da qada pratîkê. Bi kesayetiya xwe ya durust û sade, bi sekna xwe ya biryardar a li ser xeta azadiya jinê rengê xwe da her qadê. Bi taybetî bandor li hemû hevrêyên li derdora xwe kir. Hevrêya me Dîlan kesayetiya xwe ya ji çanda qedîm û welatparêziya kûr a Botanê bi pîvanên azadiyê yên jinê û felsefeya Apoyî re kir yek, bi gavên ji xwe bawer di meşa azadiyê de meşiya. Demekê bi fermandara leheng a artêşa me ya jinê ya azad bi hevrêya me Şehîd Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) re têkoşiya, ji tecrûbeyên leşkerî û îdeolojîk ên hevrê Armanc sûd wergirt û di kesayetiya xwe de pêngavên girîng afirand. Hevrêya me zanîbû ku bi têkoşîneke hîn xurtir dikare bersivê bide hevrêtiya pêşvebirin û samîmî ya hevrê Armanc Goşkar, lewma li ser vê bingehê her roj têkoşiya.

Hevrêya me Dîlan ku di her kêliya jiyanê de bû dilsoza bîranîna şehîdên me yên şoreşê û pîvanên azadiyê yên PKK û PAJK'ê, di 27'ê Kanûna 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên wê em soz didin ku armanca Rêberê Azad, Kurdistana Azad a hevrêya xwe Dîlan bi ser bixînin."