NÛ BÛ

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kir û got, “Em ê bi pêşengiya hevrê Doga û Eylul têkoşîna xwe bi ser bixînin û em soza xwe dubare dikin ku bibin layiqê bîranînên wan.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehîdan ev tişt diyar kirin:

“Milîtanên Apoyî yên hêja û şervanên YJA Starê hevrêyên me Doga û Eylul di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên demên cuda li ser herêma Garê pêk anîn de şehîd bûn. Weke hevrêyên wan em ê bi pêşengiya hevrê Doga û Eylul têkoşîna xwe bi ser bixînin û em soza xwe dubare dikin ku bibin layiqê bîranînên wan.

Hevrêya me Doga di demeke ku êrîşên qirkirinê pir zêde li dijî gelê me pêk dihatin de, bêyî teredut tevlî şerê hebûn û azadiyê yê gelê me bû. Bi cesareta xwe ya bilind û têkoşîna xwe ya fedayî, di demek kurt de bû milîtanek pispor. Hevrêya me piştî ku di çalakiyekê de bi giranî birîndar bû, agirê azadiyê yê di dilê xwe de hîn geştir kir û piştre çiyayên Kurdistanê dît, pê re bû yek û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî. Hevrêya me Doga ziman, manewiyat û azadiya çiyayan heta her hucreya xwe hîs kir û her kêliya li van deran weke nemirî nirxand. Hevrêya me bi cidiyet, afirênerî û disiplîna xwe ya di nava xebatan de rêz û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrê Doga her tim bidin jiyîn.

Hevrêya me Eylul welatparêziya Kurdistanê û şoreşgeriya Apoyî weke çandekê pejirand. Milîtanek bû ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kir çavkaniya jiyanê ya esas. Hemû jiyana xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir û weke milîtanek jin li her qadê û di her xebatê de bû sembola tevlîbûna bi fedekarî, dirûstî û bêhesab. Dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan û Rêber Apo, ji hemû nirxan bi qîmettir dît û di her kêliyê de tevlîbûneke li gorî vê lêhêrbûna xwe raber kir. Hevrêya me Eylul qasî cesareta di şer de, bi dilnizmiya xwe ya di jiyana partiyê de û bû şervaneke YJA Starê ya ji hemû hevrêyên xwe re mînak. Hevrêya me Eylul têkoşîna xwe ya 12 salan a bi serketinan dagirtî, bi şehadetê tacîdar kir. Em ê bibin layiqê têkoşîna wê. Em ê teqez têkoşîna wê bigihînin serketinê, armanc û xeyalên wê pêk bînin.

Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên hêja yên mîna hevrê Doga û Eylul bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranînên wan, bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Doga Şîn

Nav û Paşnav: Binevş Altay

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Navê Dayik – Bav: Uveyş – Selamî

Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Çileya 2025’an / Garê

 

Nasnav: Eylul Denîz Zagros

Nav û Paşnav: Evîn Îşbîlîr

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Guzel – Halît

Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Sibata 2025’an / Garê

DOGA ŞÎN

Dîrok û hevrêyên wê dê her tim hevrêya me Doga bi serbilindî û rêzdarî bi bîr bînin. Hevrêya me ya hêja li navçeya Pirsûs a Rihayê hate dinê. Rêbertiya me ev bajar weke bajarê pîrozî û lanetê pênase kiriye. Hevrêya me hemû pîroziya vî bajarî di nava xwe de hewand û li dijî hemû lanetan her tim sekneke têkoşer û serhildêr raber kir. Hevrêya me ya ku di nava malbateke welatparêz û kedkar de hate dinê, dilsoziya bi welat û xakê re ji xwe re kir pîvan. Hîna dema di temenê zarokatiyê de, gumanên wê yên li hemberî sîstemê pêş ketin û ket nava lêgerînan. Hevrêya me Doga bêyî ku tiştekê ji cewherê xwe winda bike, 12 salan li dibistanên sîstemê xwend. Bi sîstemê û lîstokên şerê taybet ên sîstemê nexapiya. Hingî ku rastiya jinê ya di nava sîstemê de dît, hîs kir ku ne ayîdê vê sîstemê ye. Ji bo vê yekê bawer kir ku divê teqez çareseriyekê bibîne. Bi taybetî piştî ku gotina Rêbertî ya ‘mirovê ku wate û hîs afirandî, mirovê herî xurt e’ nas kirî, ji vê gotinê pir bandor bû. Vê gotinê şopeke mezin bi hevrêya me Doga re hişt, hîs û fikrên wê ew ber bi lêgerîna azadiyê ve bir. Ji zarokatiya xwe ve hestê wijdanê bi rengekî pir kûr di hundirê xwe de ava kir û ev yek bû sedem ku bigihije qonaxeke nû ya biryardayînê. Ev biryara ku daye, gotina wê, pratîk û têkoşîna wê ya bêhempa di nava xwe de dihewand. Di sala 2014’an de Berxwedana Kobanê ya dîrokî li cîhanê nav û deng bû. Di vê pêvajoyê de dema gelê me yê koçî Rihayê kirî dît, pir bandor bû. Navê çi be bila bibe, yê li hemberî wê kî be bila bibe soz da ku ew ê tolê ji dijminê ku gelê me xistiye vê rewşê, hilîne. Hevrêya me bi cesaret û îradeyeke mezin biryar da ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bûne şevtirska cîhanê, şer bike û li ser vê bingehê di payîza sala 2014’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû.

Piştî perwerdeyên dîtî, xwest derbasî wan qadan bibe ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn li ser xeta fedayîtiyê lê tê meşandin û bi vî rengî tola gelê me hilîne. Hevrêya me Doga di vê pêvajoyê de bi cesaret û fedekariya xwe derket pêş û di şerekî de bi giranî birîndar bû. Hevrêya me di pêvajoya ku tedawî dîtî de, derfetê lêhêrbûneke hîn kûrtir dît. Tevlîbûna xwe ya hestiyariyê çareser kir û di kesayeta xwe de serkneke hîn îdeolojîk û zanetir pêş xist. Di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser de şahidî ji dilên wêrek re yên ku bedenên wan di bodrûmên Cizîrê de bi hovane hatin şewitandin, kir. Her wiha dema ku cenazeyê dayika Taybet bi rojan li kolanê hate hiştin, bû şahid û wê demê soza mezin a tolhildanê da. Hevrêya me Doga ji xwe re kir pîvan ku hingî li vê cîhanê nefesê bistîne wê bibe qêrîna azadiyê û soza tolhildanê ya kesên hatine qetilkirin. Hevrêya me hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi fedekariya xwe ya ji bo azadiyê zindî hişt. Bi taybetî jî fêm kir ku azadî hêsan nîne, ji bo vê divê xwe jinûve biafirîne û têkoşîneke mezin bimeşîne. Lewma di pêvajoya tedawiyê ya bi salan de, ji sekna xwe ya milîtaniyê tawîz neda û hêvî, biryardarî û dilsoziya xwe hîn xurttir kir û li benda vegerê ma. Hevrêya me bi vê baweriyê di demsaleke payîzê de gihişt çiyayên azadiyê yên ku hesreta wan dikişand, payîz her tim weke demsala guhertin û nûbûnan îfade kir.

Hevrêya me Doga evîndara xweza, çiya û jiyanê bû. Tevî ku li araziyeke duz a mîna Pirsûsê mezin bû, di nava demeke kurt de fêrî çiyayan bû. Ji bo vê yekê ev nirxandin kir: ‘Çiya, kesên ji xwe hez dike zû digire nava dilê xwe û wan mîna dayika xwezayê hembêz dike. Yên jê hez nake jî di nava xwe de nagire û hembêz nake’. Hevrêya me Doga xwest li cihê ku jin û çiya lê bûne yek, wate bibîne û wateya xwe biafirîne. Li ser xeta azadiya jinê bi îdîayeke mezin bi rê ket. Hevrêya me Doga hingî ku bi ziman, dil û wateya çiyayan re hat ba hev, vegerî cewherê çanda xwedawendiyê û di nava şert û mercên herî zehmet de xwe afirand. Lewma serhildêrî û karakterê xurt ê çiyayan girt. Ti carî ji zehmetiyan nereviya û her tim pêşniyar kir ku biçe qadên têkoşînê yên herî zehmet. Ji ber ku hîna dema şervanek nû fêr bû ku zehmetî kes mezin dike. Hevrêya me pir baş dizanî ku gihiştina armancên mezin, di zehmetiyên mezin re derbas dibin. Lewma bû hevrêya demên herî zehmet. Hevrêya me Doga ji seknên bi biryar ên hevrêyên me yên çalakiya fedayî kirine, bandor bû û ji bo bibe hevrêya meşa serketinê ya van fedayiyan kedeke bêhempa da.

Hevrêya me Doga bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade, fedakar û bêhesab bi her hevalek xwe re şopên kûr hişt. Eger wateyeke din a fedayîtiyê, di her şert û mercê de fedakarî be, hevrêya me Doga bû navê vê yekê. Hevrêya me bi tevlîbûna xwe ya aktîf di nava demek kurt de di nava gelek xebatên girîng de cih girt û bi cidiyeteke mezin nêzî her xebatê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên jîr rengê xwe li xebatan zêde kir. Li kuderê pêdivî hebe xwest li wir be û di her xebatê de aktîfbûn û serketîbûn weke wezîfeya milîtaniyê zanî. Xwest pêvajoya dîrokî ya gelê me ji kûrahî fêm bike û li gorî pêdiviyan di her şert û mercê de şoreşgeriyê bijî. Hevrêya me li her derê û di her xebatê de bawerî da. Bi pratîka xwe baweriya hevrêyên xwe vale dernexist. Hevrêya me ji bo di warê leşkerî de kûr bibe, ket nava hewldaneke mezin. Li ser tarzê şerê gerîla yê dema nû û profesyonel, lêhêrbûn kir û di warê teknîk û taktîkê de xwe pêş xist. Hevrêya me Doga ev lêhêrbûn û zanebûna xwe, di dema avêtina guleyan de bi gotina ‘her guleya ku li hedefê nakeve, sankî li dilê min dikeve’ pir bi kûrahî anî ziman. Bi pisporiya leşkerî re di aliyê îdeolojîk de kûr bû û gelek caran dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re destnîşan kir. Hevrêya me Doga her tim Rêbertî xwend, xerîbiya xwe ya ji bo wî bi nivîsa; ‘ez dixwazim bi tevlîbûn û fikrên xwe her kêliyê bi Rêbertî re bijîm’ anî ziman. Ronahiya di çavên heval Doga de, diket dilê mirov û hezkirina xwe ya ji bo jiyanê dida hîskirin. Gelek caran dema ev bedewiya di çavên wê de dihat îfadekirin, bi gotina ‘gelo ma wateyeke çavên bedew ên ku Rêbertî nedîtine, heye? Ma wê bedewî nîvço nemînin? Çav dema Rêbertî dît, wê hîn bedew û watetir bibe’ kûrahiya fêmkirina Rêbertî anî ziman. Û dîsa gotina ‘ez soz didim, Rêbertiya min, heta ku ev çav we dibînin wê li ber ronahiya we ya di ronahiya heyvê de tîmar bibe’ ji xwe re kir pîvan û jiyan kir. Vê çavkaniyê moral, coş û kelecana jiyanê ya hevrê Doga gihand lûtkeyê.

Hevrêya me Doga, di gelek xebat û amadekariyan de bû xwedî kedek mezin. Bi hurmeta dayî kedê îspat kir ku ked azadî ye. Ev taybetmendiya wê, hezkirin û rêzdariya ji bo wê hîn kûrtir kir. Bêwestan di vê jiyanê de timî gavekê li pêş bû û xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê derket. Her çendî ku hevrêya me Doga bi şehadeta xwe hemû hevrêyên xwe pir xemgîn kiribe jî, di her hevrêyek xwe de hesteke mezin a tolhildanê, xwesteka têkoşînê û biryardariya ji bo serketinê afirand. Hevrêya me Doga di helbesteke xwe ya ji bo dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anî ziman de, dibêje: ‘Min hinekê xwest bibim tu’. Niha jî weke hevrêyên wê yên têkoşînê, em dibêjin: ‘Ji bo em hinekê bibin tu, em ê ji bo ku têkoşîn û xeyalên te yên nîvço mayî bi serketinê tacîdar bikin, bijîn’. Hevrêya me Doga îfadeya dilsoziya bi Rêbertî, gel, hevrê û xakê re, îfadeya fedayîbûna ji bo azadiyê ye. Hevrêya me di felsefeya xwe ya jina azad de wateya xwe afirand. Di şexsê hevrê Doga de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdariyeke mezin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo serketinê, dubare dikin.

EYLUL DENÎZ ZAGROS

Yek ji devera Kurdistanê ya welatparêz a sereke ku bi berdêlên mezin xwe afirandiye, Gever e. Gever bi deh sal in vê sekna xwe diparêze û ji têkoşîna azadiyê re pêşengtiyê dike. Gelê me yê Geverê, li hemberî hemû êrîşên dijmin ruhê azadiyê yê Apoyî di astên herî jor de dijî û bi berterefkirina van êrîşan israra xwe ya têkildarî jiyana azad nîşan da. Gelê me yê Geverê li hemberî êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me ji bo hebûna xwe biparêze xwe di hemû qadan de birêxistin kir û bû yek ji wan deverên yekem ku paradîgmaya Rêbertî ya demokratîk, ekolojîk û ya xwe dispêre azadiya jinan di pratîkî de nîşan daye. Ji ber vê yekê gelê me yê ku hişmendiya azadiyê bi dest xistiye, ewladên xwe yên herî hêja bi awayekî bê dudilî şandine nava refên azadiyê û bi berdewamî parastina jiyana azad dike. Bi taybetî jî jinên Geverî yên ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nas kirine, li hemberî zîhniteya serweriya mêran a hezar salan serî rakirine û pêl bi pêl berê xwe dane nava refên azadiyê. Jinên Geverî yên ku dizanin azadî wê bi têkoşînê were bidestxistin, girêdayî vê yekê xwe di warên îdeolojîk û xweparastinê de pêş xistine û ji hemû jinên Kurd û cîhanê re bûn mînak.

Hevrêya me Eylul a ku ji vê kevneşopiya berxwedanê tê, li navçeya Gever a ku lê welatparêzî zêde pêş ketiye di nava malbateke ji eşîra Giravî de ji dayîk bûye. Malbat û xizmên hevrêya me hê di salên destpêkê yên têkoşîna me de bi azweriyeke mezin cihê xwe di nava têkoşîna me de girtin û ev yek bûn sedem ku hevrêya me Eylul hê di zarokatiya xwe de Partiya me û Gerîlayên Azadiyê nas bike. Hevrêya me ya ku weke hemû kesên li Kurdistanê dijîn rastiya dijmin bi êrîşên qirkirinê yên dijmin re nas dike, hê di zarokatiyê de li hemberî dijmin dibe xwedî hêrseke mezin a tolhildanê. Hevrêya me Eylul hebûna dewleta dagirker a li Kurdistanê bi tu awayî rewa nabîne û di wê baweriyê de bû ku divê teqez li hemberî vê rastiya dijmin têkoşîn were meşandin. Bi taybetî jî hebûna şehadet û tevlîbûna ji bo nava refên gerîlayan a xizmên wê yên nêz, bû sedem ku ev bawerî li gel hevrêya me Eylul xurttir bibe. Hevrêya me girêdayî vê yekê cara ewil di sala 2009’an de di nava xebatên xweparastinê de cihê xwe digire, vê pêvajoyê zêdetir weke naskirina rastiya Partiya me û Rêbertiya me û parastina destkeftiyên ku bi kedeke mezin hatine bidestxistin, dinirxîne.  Hevrê Eylul a ku ji ber xebatên xwe yên çalak demekê ji aliyê dijmin ve rehîn tê girtin, sekna xwe ya şoreşgerî diparêze û bersiva herî watedar dide dijmin. Hevrêya me bi awayekî zelal nîşan da ku jineke Kurd a ku azadî nas kiriye bi tu awayî li hemberî zextên dijmin serê xwe natewîne. Vê pêvajoya esîrbûnê jî dike egera berxwedana zêdetir. Hevrêya me Eylul di sala 2012’yan de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi îdîa û biryardariyeke mezin dihat meşandin, biryar dide ku bi awayekî çalak tevlî nava refên gerîlayan bibe. Dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berdide, berê xwe dide Zagrosan û xwe digihîne jiyana gerîlayan a ku bi salan xeyala wê dikir.

Hevrêya me Eylul bi tevlîbûna nava refên gerîlayan re xwe weke ku nû ji dayîk bûye hîs dike, çiya û xwezaya Kurdistanê weke hemêza dayika xwe dibîne û taybetmendiyên kesayeta azad bi dest dixe. Hevrêya me bi fêmkirina felsefeya Rêber Apo re hewl dide vê yekê bike rêgeza sereke ya jiyana xwe, bi van hewldanên xwe ji hemû hevrêyên xwe re dibe milîtaneke mînak. Hevrêya me bi vî awayî li hemberî taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst di kesayeta wê de afirandine, dest bi têkoşînê dike û bi hilweşandina van taybetmendiyan re azadiyê zêdetir hîs dike. Tevlîbûna hevrêya me dikeve serdema têkoşîna me ya dijwar û ji ber vê yekê jî di wê baweriyê de bû ku xwe di warê leşkerî de gelekî pêş bixe û bi xwestek û coşeke mezin tevlî perwerdeyên leşkerî dibe. Bi saya israra xwe ya têkildarî hînbûna hunera şerê gerîlayan, di demeke kurt de gelek tecrûbeyan bi dest dixe û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike.

Şehadeta birayê hevrêya me Veysel Îşbîlîr ya di sala 2013’yan de û şehadeta pismamê wê Reşît Îşbîlîr bandoreke mezin lê dikin û ev yek jî dibin sedem ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêdetir bike. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku di şexşê van hevrêyên me de ji bo ku tola hemû şehîdên azadiyê hilîne divê têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêya me dizanîbû ev şehadetên nû yên di nava malbata wê de erk û berpirsiyariyên wê mezintir kirine û têkildarî vê yekê zêdetir hewl da. Hevrêya me Eylul girêdayî vê yekê dixwaze li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike, bi taybetî jî li hemberî êrîşên dermirovî yên li dijî jinên Êzîdî xwest weke milîtana azadiyê ya hemû jinan erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêya me li gelek qadên ku êrîşên li ser gelê me lê zêde bûn, li dijî DAÎŞ’ê şer kir û di vî şerê mirovahiyê de çend caran birîndar dibe. Hevrêya me tevî vê yekê jî ji azweriya xwe ya têkoşînê tawîzê nade, li gel şikandina êrîşên çeteyan di têkbirina wan de jî xwedî kedeke mezin e. Hevrêya me di dîroka berxwedanê de navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin.

Hevrêya me Eylul a ku vê erka xwe bi awayekî serkeftî bi cih tîne û piştre dubare berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên azad, destpêkê xwest xwe di warê taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe pêş bixe. Hevrêya me dizanîbû li hemberî dijmin bidestxistina encamên serkeftî bes bi gerîlatiya serdema nû pêkan e, girêdayî vê yekê bi ked, îdîa û egerên baweriya xwe ya ji bo serkeftinê bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Tevî ku ji bo herêma Garê hate erkdarkirin jî bi israr xwest derbasî herêmên lê şer dijwar bibe. Hevrêya me Eylul di mewziyên berxwedanê de hîskirina hevrêyên xwe ya di her kêliyê de weke egereke milîtanbûna PKK’ê dibîne û di heman demê de bicihanîna erk û berpirsiyariyên li hemberî hevrêyên xwe ji bo xwe weke deynekî pênase dike. Ji bo vê yekê dizanîbû ku divê têkoşîna xwe mezintir bike û di hemû xebatên xwe de kedeke mezin da. Hevrêya me bi sekna xwe ya jiyanî û tevlîbûna xwe ya çalak re ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, bi helwesta xwe ya zelal a têkildarî pîvanên azadiya jinan bû milîtaneke serketî ya PKK-PAJK’ê. Hevrêya me Eylul bi taybetî jî bi tevlîbûna xwe ya hevsengî mîsyona pêşengtiya gerîlatiya jinan, hewl da vê yekê di kesayeta xwe de jî nîşan bide. Ji bo hemû hevrêyên xwe yên jin û mêr bû milîtaneke mînak.

Hevrêya me Eylul di encama êrîşa dijmin a 1’ê Sibatê ya li ser herêma Garê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Bi îdîa, bawerî û dilsoziyê dest bi meşa xwe ya azadiyê dike û vê meşê temam dike. Ew ê bi bîranîna xwe ya hêja her tim di nava têkoşîna me de û di dilê gelê me û hevrêyên xwe de bijî. Weke hevrêyên wê di şexsê hevrê Eylul de em soza xwe dubare dikin ku em ê meşa xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serkeftinê tacîdar bikin.’’