HPG'ê gerîlayên li Amedê şehîd bûbûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên YJA-Starê ku 16'ê Tîrmeha 2019'an ji ber êrîşa hewayî şehîd bûbûn, bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) nasnameya 3 gerîlayên YJA-Starê ku 19'ê Tîrmeha 2019'an li herêma Dorşîn a navçeya Pasur a Amedê di encama êrîşa hewayî de şehîd bûbûn, eşkere kir. 

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Roja 14’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka yekîneyên veşartî li herêma Dorşîn a navçeya Pasur (kulp) a Amedê operasyonek da destpê kirin. Roja 16’ê Tîrmehê saet 19:00’an balafirên şer ên dagirkeran herêma operasyonê bombebaran kirin. Divê bombebranê de hevreyên me Sorxwîn (Meryem Aksû), Roj (Evîndar Dûrsûn) û Viyan (Revşen Akil) şehîd bûn. Operasyon şeva 17’ê Tîrmehê ji herêmê vekişiya ye.

Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Sorxwîn Herekol
Nav û Paşnav: Meryem Aksû
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik - Bav: Edîbe – Abdullah
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 16’ê Tîrmeha 2019’an

Sorxwîn – Meryem Aksû

Nasnav: Roj Botan
Nav û Paşnav: Evîndar Dûrsûn
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Halîme – Recep
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 16’ê Tîrmeha 2019’an

Roj – Evîndar Dûrsûn

Nasnav: Viyan Sason
Nav û Paşnav: Revşen Akil
Cihê Jidayikbûnê: Êlih (Batman)
Navê Dayik - Bav: Sûna – Mehmet
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 16’ê Tîrmeha 2019’an

Viyan – Revşen Akil

SORXWÎN-MERYEM AKSÛ

Hevrêya me Sorxwîn Herekol di nava malbateke welatparêz de mezin bû û zû polîtîkayên qirkirinê yên dijmin nas kir. Hevala Sorxwîn polîtîkayên qirêj ên dijmin ên li dijî gelê Kurd ti carî qebûl nekir, li dijî neheqiyan serî netewand û li dijî sîstemê derket. Hevrê Sorxwîn ji bo welatekî azad û paşerojeke azad di sala 2006'an de bi biryardarî û kelecaneke mezin tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bû. Ji dema tevlî bû û pê ve li gelek qadan bi rengekî çalak wezîfe pêk anî. Bi daxwaz, biryardarî û fedakariya xwe ya mezin bû milîtaneke şoreşger a mînak. Îdeolojiya jinên azad a Rêberê me gelekî bandor li hevala Sorxwîn kir û bi nirxên Zîlan û Bêrîtanan xwe xurt kir û bû fermandareke gerîla ya serketî. Heta ku şehîd bikeve li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin li refên herî pêş şer kir û di şerê lehengî de tevlî karwanê şehîdan bû.

ROJ-EVÎNDAR DÛRSÛN

Hevrêya me Roj Botan sala 1994'an li navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevala me Roj ku bi nirxên civaka xwe mezin bû, li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dagirkeran di sala 2014'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevalê me Roj ji dema tevlî bû û pê ve bi agirê şoreşê yê di dilê xwe de têkoşîn hembêz kir û bi sekna xwe ya fedayî bandor li derdora xwe. Di meşa şoreşê de ku bi daxwaza azadiyê tê de meşiya hemû wezîfe û berpirsyariyên hewl da ku bi rengekî herî baş pêk bîne û bû milîtanekî mînak.

VIYAN-REVŞEN AKIL

Hevrêya me Viyan Sason di sala 1993'an de li navçeya Sasonê ya Êlihê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên zordar û asîmîlasyonê yên dijmin serî netewand û di sala 2015'an de ji bo bi rengekî çalak li dijî dijminê faşîst têbikoşe tevlî nava Tevgera Azadiyê bû. Ji kêliya destpêkê ya tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hevrê Viyan xwe li gorî şert û mercan amade kir û li gelek qadan wezîfe pêk anî. Bi ked û fedakariya xwe li pêş bû û hewl da hemû wezîfeyên xwe bi rengê herî baş pêk bîne. Hevrê Viyan di rêbaza gerîla ya serdema nû de xwe şareza kir û bi îdeolojiya jinên azad a Rêbertî timî xwe bi pêş ve bir û bû milîtaneke mînak."