HPG: Bersiva herî xurt wê ji dagirkeriyê re bê dayin

HPG'ê ragihand artêşa Tirk li Heftanînê bi desteka hewayî tevgera dagirkirinê daye destpêkirin û got, ''Navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivdan û dewleta TC’ê wê derba dîrokî bixwe.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser Heftanînê daxuyanî da. 

Daxuyaniya HPG'ê wihaye:

Artêşa TC’ê ya dagirker 23’yê Tebaxa 2019’an li ser herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medayayê tevgera dagirkeriyê dabû destpêkirin û bi berdewamiya vê tevgera dagirkirinê 16’ê Hezîranê (duh) derengiya şeve artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê daye destpêkirin.  Dagirker bi amûrên hewayî yên bêmirov û desteka helîkoptêrên êrîşê li qada Bektorya di navbeyna Girê Şehîd Bêrîvan û Tepê Dûpişk de ên di navbeyna Girê Şehîd Sîpan û Şehîd Kendal de leşker danîne û li van deran êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin.
Dewleta TC’ê ya dagirker bi konsepta dagirkeriyê ya ku dixwaze pêş bixe hewl dide ku cihên stratejik ên Qadên Parastinê yên Medyayê bi dest bixe û wan hesaban dike ku Başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe. Dewleta TC’ê ya qirker ku konsept û armanca wan dagirkirina xakên Kurdistanê ye, li bara berxwedana gerîla ya ji Qadên Parastina Medyayê heta bi  Bakurê Kurdistanê dagirkerên ku her roj derbên giran dixwin, navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivdan û dewleta TC’ê wê derba dîrokî bixwe.''

HPG'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van hêlan: 

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK GARÊ Û METÎNA BOMBE KIRIN

Têkilî vê tevgera dagirkeriyê ya ya dijmin ku li herêmê tevdigere agahiyên berfireh heta ku ji dest werin bi raya giştî re wê werin parvekirin.

15’ê Hezîranê saet 21.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qada Derarê ya herêma Metîna ya Qadên Parastinê yên Medyaê bombe kiriye.

17’ê Hezîranê (îro) di navbeyna saet 00.00 û 00.30’an de balafirên şer qada Deşta Kafya ya herêma Garê ya Qadên Parastinê ya Medyayê bombe kiriye.

Di van bombebaran de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.

LI DERSIMÊ OPERSYON Û ŞER

30’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li Ovacik a Dersimê, li geliyê Axvanisê operasyoneke dagirkirinê daye destpêkirin. Di operasyonê de ku heta 7’ê Hezîranê dom kirî di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran rû daye. Gelek leşkerên dijmin hatine  kuştin, di vî şerî de hevalên me Agir, Delîl, Rênas, Mûnzûr, Gulan û Jiyanda ku 8 rojan bi fedayî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûne.''