HPG: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin

Li Zap a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin û mobesseyek jî hate îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG’Ê

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

10’ê Nîsanê di saet 12.30’an de bi çekên ferdî li sîstemeke kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin û hate îmhakirin.

10’ê Nîsanê di saet 17.00’an bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê FM sîstema kameraya mobesse bi cih bikin, hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

10, 11 û 12’ê Nîsanê qada Deşta Kafya ya herêma Garê 4 caran, Qada Serê Metîna û Bêşîlî ya herêma Metînayê 2 caran, Qada Girê Cûdî û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 5 caran, qada Lolan, Kolît û Girê Şehîd Şerîf ê herêma Xakurkê 4 caran, bi giştî; 15 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”