HPG: Artêşa Tirk a dagirker li gel erdhejê jî êrîş dike

Artêşa Tirk a dagirker li gel erdhejê jî êrîşan dewam dike. Çeperên berxwedanê yên gerîla bi bombeyên qedexekirî û çekên giran hatin bombekirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker li gel afeta ku bû sedema hilweşîneke mezin, êrîşan dewam dike. Çeperên me yên berxwedanê bi bombeyên qedexekirî, çekên giran hatin bombekirin. Li hemberî van êrîşan, hêzên me neçar man ku xwe biparêzin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên dagirkeran wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

9'ê Sibatê saet di 11:30'î de li nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîdayê bi bombeyên qedexekirî û çekên giran ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin. Hêzên me li hemberî van êrîşan xwe parastin û di encamê de dagirkerek bi sekvaniyê hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

9'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîdayê û qada Çemçoyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê FM û li nehiya Şêladizê ya Amediyê çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîda û qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."