HPG: 7 gerîla şehîd bûn, 5 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Girê Hakkarî 5 dagirker hatin cezakirin, 4 mobesse, 4 çeper, çekek A4, çekek B7 û çekek bombeavêj hatin îmhakirin. 7 gerîla jî şehîd bûn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser xeta Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xwe kûr kirine û ji nû ve ava kirine, li gel şert û mercên giran ên zivistanê û nebûna derfetan, di têkoşîna misogerkirina azadiya gelê me de bi fedaîtî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 5 dagirker hatin cezakirin, 4 sîstemên kamera yên mobesse, 4 çeper, çekek A4, çekek B7 û çekek bombeavêj hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî, 2 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

4'ê Sibatê saet di 12:30'î de li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, sîstemeke kamera ya mobesse ku li dora çeperên berxwedanê yên gerîla hatibû bicihkirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

2'ê Sibatê li Girê Hakkarî bi çalakiya gerîla ya koordîneyî ji 6 baskan ve li dagirkeran hate xistin. Bi sê qonaxan ji têlên bi sitirî û projektorên dagirkeran bi hostatî derbas bûn û bi ser çeperên dagirkeran ve çûn. Saet di 07:10'an de 3 dagirkerên li dora çeperan bi bombeyên destan û çekên ferdî hatin cezakirin. Hêzên me bi ruhê êrîşê yê bilind û mîna birûskê bi ser çeperên dagirkeran ve çûn û 2 dagirekrên din jî ceza kirin. Tîmên me yên gerîla yên koordîneyî, li gel şert û mercên giran ên zivistanê û berfa ku bi metreyan bilind bûbû, bi ruhê fedaî çalakiya êrîşê pêk anîn û derbên giran li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiya koordîneyî ya êrîşê de 5 dagirker hatin cezakirin, 3 sîstemên kamera yên mobesse, 4 çeper, çekek A4, çekek B7 û çekek bombeavêj hatin îmhakirin.

Di vê çalakiyê de, di şer û êrîşên hewayî de, 7 hevrêyên me yên ku ji bo paşeroja azad a gelê me bi fedaîtî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser lehengên nemir piştre wê bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bêne parvekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

4'ê Sibatê saet di 14:30'î de li derdora qada Çemço ya nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

2'ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

2 û 4'ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û li derdora qada Çemço ya nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yê gerîla bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."