HPG: 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên bi tevger hatin lidarxistin 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Droneyek, sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke sensorê hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî di nava şert û mercên herî giran de berxwedana herî mezin a dîrokî nîşan didin, bi taktîkên gerîla yên serdema nû re derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk a dagirker ku nikare berxwedan û îradeya hêzên me bişikîne, bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombardûmaneke giran li Qadên Berxwedanê dike û hewl dide encamê bi dest bixe.

Di çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Droneyek, sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke sensorê hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 35 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17'ê Tebaxê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker cîhazeke sensorê ya li dora çeperên şer hatibû bicihkirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate tespîtkirin û îmhakirin.

17'ê Tebaxê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Saca, li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li qada Şehîd Aryen. Piştî destwerdana hêzên me dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de 17'ê Tebaxê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên Şehîd Sîpan, bi çekên ferdî û bombeyên destan tîmên me yên bi tevger çalakî kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

17'ê Tebaxê saet di 11:30 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê çalakî kirin, di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

17'ê Tebaxê saet di 13:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, sîstemeke kamera ya mobesse ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.

17'ê Tebaxê saet di 18:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amedê, droneyek li ser qadê digeriya ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate îmhakirin.

17'ê Tebaxê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên Şehîd Sîpan. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

16'ê Tebaxê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Şikefta Birîndara 7 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

17'ê Tebaxê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 28 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopter û balafirên şer;

17'ê Tebaxê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amediyê geriyan.

17'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Sîda 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

17'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê FM, Girê Amediyê û Girê Cûdî 11 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

17'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Hakkarî bi dehan caran bi obusan hatin bombekirin."