HPG: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin -NÛ BÛ

Di çalakiyên gerîla de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 drone hatin îmhakirin. Dagirkeran jî li hemberî Qadên Berxwedanê 35 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar anîn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi taktîkên gerîla yên serdema nû re derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixin. Hêzên me ku zêdeyî çar meh in bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, di dîroka berxwedanê ya gelên bindest de rûpeleke nû vekirin. Li dijî her cûre êrîşên li ser têkoşîna azadî û parastina hebûna gelê me, hêzên me bi rengekî fedaî bersivê didin û berxwedana xwe ya bi heybet bi çalakiyan dewam dikin.

Di çalakiyan de ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin; 3 dagirker hatin cezakirin, 3 drone hatin îmhakirin, derb li helîkoptereke êrîşê û droneyekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 35 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 10 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

15'ê Tebaxê saet di 05:30'î de li herêma Xakurkê tîmên me yên bi tevger derb li droneyekê xistin ku li ser Girê Şehîd Hakî digeriya.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

16'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi xortûman gazên kîmyewî berde hundirê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê. Hêzên me dest li van dagirkeran werdan û xortûm îmha kirin.

16'ê Tebaxê saet di 19:00 de dagirkeran xwestin bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê xera bikin. Hêzên me bi rêbaza sabotajê li van dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

16'ê Tebaxê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker li dijî dagirkerên ku dixwestin bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî li çeperên şer bi kar bînin, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî çalakî kirin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

17'ê Tebaxê saet di 03:05'an de li Qada Berxwedanê ya Çemço, dagirkerên ku tevdigeriyan ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kontrolkirin û piştre bi sûîqestê li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

16'ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkerên li dora çeperên şer hate xistin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

16'ê Tebaxê saet di 18:10'ên de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, 2 drone ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin. Di heman demê de droneyeke bombebarkirî ku dagirkeran ber bi çeperên şer ve şandin, ji aliyê tîmên me yên YJA Starê ve li gel teqemeniyan hate îmhakirin.

16'ê Tebaxê saet di 18:15'an, li herêma Metînayê, hêzên me li baregeha leşkerî ya Bamernê ya artêşa Tirk xistin. Tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku çeper çêdikir. Di encama vê çalakiyê de kepçe hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

16'ê Tebaxê nîvê şevê helîkopterên êrîşê yên xwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bibarîne, bû hedefa çalakiya bi çekên giran a tîmên me yên bi tevger. Di encamê de derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

16'ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Şikefta Birîndara û Karker, 14 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî çeperên şer hatin bombekirin.

16'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Werxelê, çeperên şer 21 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

16'ê Tebaxê dagirkeran di navbera saet 15:45 û 17:05'an de li Qada Berxwedanê ya Werxelê dagirkeran 4 caran li pêşiya çeperên şer agir dadan û hewl dan gaza bi jehr bişîne nava çeperên şer.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, hawan û helîkopteran;

16'ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Saca drone geriyan.

16'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê Hakkarî 10 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

16'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Hakkarî bi obus û hawanan bi dehan caran hatin bombekirin."