HPG: 2 rojan 67 caran teqemeniyên qedexekirî û kîmyewî hatin bikaranîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di 27 û 28'ê Gulanê de dewleta Tirk a dagiker 67 caran çekên qedexekirî û kîmyewî yên bi jehr li ser tunelên şer ên gerîla bi kar anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser êrişên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla agahî hatin dayin. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

27'ê Gulanê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

27'ê Gulanê saet di 10.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

27'ê Gulanê saet di 08:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê bi hevdemî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin.

28'ê Gulanê saet di 13:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku dixwestin sîstema radarê bi cih bikin bi sekvanî çalakî hate kirin, sîstemeke radarê hate îmhakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

27 û 28'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 63 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û 3 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

27 û 28'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 12 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

28'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

27 û 28'ê Gulanê li herêma Qendîlê qada Karoxê carekê, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan, Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar 6 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê qadên Deşta Kafya, Zêvkê 4 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28'ê Gulanê li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Şêlazê bi helîkopterên êriş hate bombekirin."