NÛ BÛ

Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst

Yek ji Apoyiyên ewil Mûstafa Karasû behsa hevrêyê xwe yê 52 salan Alî Haydar Kaytan kir û got, "Rola hevrê Fûat a ji bo bihêzkirina rêxistinê, fêhmkirina Rêbertî gelekî xurt bû."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, behsa şehîd Alî Haydar Kaytan ku yek ji damezrînerên PKK’ê bû, kir.

Beriya ku behsa hevdîtina ewil a bi hevrê Fûat re bikim, ez hevrê Fûat careke din bi hurmet û minetdarî bibîr tînim. Ez dixwazim li vir diyar bikim ku ez ê girêdayî têkoşîna ku nêzî 50 sal in li ser esasê dilsoziya bi Rêber Apo re daye meşandin bimînim û ez ê têkoşîna rêxistinî û têkoşîna azadiyê ya ku wî di vê têkoşînê de meşandiye ji xwe re mînak bigirim.

Çawa ku mafê hevrê Fûat li ser her kesî heye, mafê wî li ser min jî heye. Di vî alî de cihê hevrê Fûat ji bo me girîng e. Ji bo min cihê wî hê bi watetir e. Ez ê hewl bidim layiqê hevrê Fûat bim. Ji bo ku em hêvî û armancên wî pêk bînin, çi erk bikeve ser milên me, teqez em ê bi cih bînin. Çawa me soz da tevahiya şehîdên xwe ku em ê vê têkoşînê bidomînin, bi şehadeta hevrê Fûat re barê me girantir bû.

NASÎNA EWIL

Bi şehadeta xwe re ji me re peyama, ‘Hûnê vê têkoşînê bigihînin serketinê’ da. Ev yek li ser esasê xeta Rêbertî, bêyî ku ji girêdana bi Rêbertî re şaş bibe, peyama têkoşînê bigihînin serketinê da. Li ser bingeha hurmeta ji bo hemû şehîdên me di şexsê wî de em ê hêviyên hevrê Fûat teqez bi rengekî serketî bi cih bînin. Di vê mijarê de ez li vir soz didim hevrê Fûat. Ez soz didim ku ez ê di tevahiya jiyana xwe de pêdiviyên vê sozê bi cih bînim, ji ber vê careke din sozê didim hevrê Fûat.

Cara ewil min hevrê Fûat di sala destpêkê ya Fakulteya Zanistên siyasî de nas kir. Min di sala 1972'yan de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê qeyda xwe kiribû. Hevrê Fûat jî wê demê li wir xwendekarê sala yekemîn bû. Lê belê hevrê Fûat beriya wê bi salekê tevî Rêbertî li Fakulteya Zanistên Siyasî qeyda xwe kiribû.

Rêbertî piştî ku ji girtîgehê derket -tevî ku 7 meh di girtîgehê de ma bû jî- tevlî ezmûnan bû û di ezmûnan de bi ser ket. Lê hevrê Fûat nekarî derbas bike û di polê de mabû. Wê demê, ji ber ku şoreşgeran zêde bala xwe nedidan dersan û xwendinê, xuya ye hevrê Fûat jî zêde bala xwe nedayê û ji ber vê derbas nekir wê salê.

Ji ber ku hevrê Fûat, hevalekî xwedî astek mezin a têgihîştin û watedayînê bû. Eger hinekî din bala xwe bidayê, wê teqez pol derbas bikira. Lê belê di salên zehmet ên 12’yê Adarê de hevrê Fûat zêde bala xwe neda xwendina xwe, lewma ew bi ser neketibû û bi vî rengî em herdu ketibûn heman polê. Belkî jî bi ser neketina wî ya polê şansê min bû. Di dawiya sala 72’yan da min ew nas kir. Ji wê rojê heta şehîd bû 3'yê Tîrmeha 2018'an hevrêtiya me dewam kir.

Bêguman dema ku cara pêşî min hevrê Fûat nas kir, ez ne Apoyî bûm û min asta têkiliya wî ya bi Rêber Apo re nedizanî. Piştre hîn bûm ku hevaltiya wî ya bi Rêber Apo re di sala hîndekariyê ya 71-72'yan de ku piştî ketine heman polê dest pê kiriye. Wê demê hevdû naskiribûn. Helbet, dema ku min hevrê Fûat nas kir, min fikrên wî nedizanî. Min ew weke şoreşgerekî nas dikir. Wê demê ez jî şoreşgerekî giştî bûm. Lê belê sempatiya min wê demê li hember Denîz Gezmîş û rêxistina wan THKO’yê hebû.

Hûseyîn Înan cîranê me yê ji gund bû. Şehadeta wî bandor li me kiribû. A rastî kalikên me jî berê li gundê Hûseyîn Înan mane. Kalikên min li wir karê cotkariyê kirine. Ji ber ku Hûseyîn Înan ji wê hewirdorê bû, ji nêz ve bandor li min kiribû. Ji ber vê sedemê li hember THKO’yê sempatiya min pêş ketibû.

‘DI TÊKILIYÊN XWE DE NERM BÛ’

Têkiliya me bi hevrê Fûat re her tim çêdibû. Ji xwe ji roja ku min wî naskiribû, hezkirin û hurmetek min li hember hevrê Fûat pêş ketibû. Hevrê Fûat di têkiliyên xwe de gelek nerm bû. Ew bi rastî jî mîna derwêşekî bû. Têkiliyên wî yên însanî gelekî hurmetdar bûn. Bi hurmet nêzî her kesî dibû. Ev yek bi rastî jî bandor li min kiribû. Em ne ji heman rêxistinê bûn û em bi hev re di nava rêxistinek de nemabûn. Lê belê bi rastî jî hurmet û hezkirina me ji hev re hebû.

Wê demê têkiliya hevrê Fûat tenê bi Rêber Apo re hebû, lê min nizanîbû. Li aliyê me, komeke ku bi navê “Aktancilar” dihatin naskirin, ji aliyê hemû komên siyasî yên Enqereyê ve dihat naskirin hebû. Hevrê Fûat di destpêkê de zêdetir bi wan re bû. Paşê ez hîn bûm ku bi wan re hevrêtî dike û didomîne. Ew jî mirovên şoreşger û milîtan bûn. Milîtantî û şoreşgeriya wan bandor li hevrê Fûat jî kir. Hevrê Fûat wê demê ligel wan tevdigerî. Pêşî min digot qey tenê têkiliyên wî hene, lê piştre min dît bi wan re hevaltiyê jî dike.

‘XWEDÎ RUHÊ MILÎTANIYÊ BÛ’

Hevrê Fûat piştre jî hevaltiya xwe ya li gel wan dewam kir. Ez her tim bi hurmet û hezkirin nêzî wî bûm. Hevrê Fûat di nava wan şert û mercên dijwar de xwedî ruhê milîtaniyê bû. Xwedî sekneke şoreşgerî bû. Xwedî ruhek a milîtaniyê û sekneke bi biryardar bû. Xwedî taybetmendiyên bi vî rengî bû. A rastî ji ber van taybetmendiyên hevrê Fûat, her kes hurmet nîşanî wî dida. Hê di wê demê de hevrê Fûat xwedî sekneke bi biryardar, rêzdar û cidî bû. Ev sekn bandor li her kesî dikir. Li aliyê din gelek nerm û rêzdar bû. Ji ber vê hewirdor pê bandor dibûn. Nasîna me bi hevrê Fûat re wiha destpê kir.

Lê ez piştre hîn bûm ku ew ji koma Apoyî ye. Bandora wî li ser sempatiya min a li hemberî koma Apoyî hebû. Ne tenê hevrê Fûat bû; hevalên din ên ji Dersimê jî hebûn û têkiliyên min bi wan re jî hebûn. Hin ji wan hevalên Dersimî tevgerê nas kiribûn. Diyar bû ku di nav koma Apoyî de cih digirin. Di wan salan de hem ji ber têkiliya xwe ya bi hevrê Fûat re, hem jî ji ber ku ew hevalê ji Dersimê hebû, sempatiya min li hember tevgerê destpê kir.

Di eslê xwe de yek ji 6 kesên ku tevlî civîna li Bendava Çubukê bû. Ew bi rastî jî pir bi min ra eleqedar bû. Ew di nermbûnê da nerm bû û di têkilîyên mirovan da baş bû. Bêguman bandoreke wî ya girîng hebû ku min bîne nava komê. Lê ez dibêjim qey piştî ku ez tevlî bûm bi qasî salekê çû, an jî li şûna wê, wî xwendina xwe tercîh kir. Dibistan tercîh kir.

Lê ev jî heye: Têkiliya min a bi hevrê Fûat re bandorek li ser tevlîbûna min a di komê de jî hebû. Ne rasterast bû, bandora hevrêyê din hinekî xurttir bû. Li hember têkiliyên hevrê Fûat sempatiyê min pêş ketibû. Hevrêyê din hinekî din bi israr bû. Ev ji ber wê bû ku têkiliyên min bi wî ra samîmîtir bûn. Li yûrdê dima û têkiliyên me nêzîktir bûn. Hevrê Fûat li yûrdê nedima û bawerim ji ber vê hevalê din bi min ra têkiliyeke nêzîktir çêkiribû.

Têkiliya me ya bi hevrê Fûat re, ku di sala 1972'yan de dest pê kirî – ji xwe piştre ez li dibistanê bûm Apoyî, di dawiya 74'an û destpêka 75'an de- wê demê hê xurtir bû. Mala destpêkê ya ku min bi Rêbertî re hevdîtin kir, mala ku heval Fûat lê dima bû. Min tevlîbûna xwe ya ewil li Ayranciya jêrîn ê Enqereyê pêk anîbû. Piştî ku li Ayranciya Jêrîn bi Rêber Apo re axivîm, min soza xwe da rêxistin, Rêber Apo û koma Apoyiyan. Min got, 'temam, ez ê ji niha û pê ve bi we re tevbigerim.'

Hevrê Fûat û Cûma hebûn. Dema ez çûm wir hevrê Abbas jî li wir bû. Piştî ku Rêbertî axivî, hevalên din jî bi min re axivîn. Piştî wê têkiliyên me xurttir bûn. Piştî wê têkiliya min û hevrê Fûat pir bi hêz bû. Em li heman dibistanê ne, Apoyî ne û hema hema her roj di demên cuda de em bi hev re wext derbas dikin. Têkiliya me ji wê rojê heta roja me ya îro dewam kir.

Ji ber vê naskirinê ez dikarim wiha bibêjim: Ji ber bandor li ser sempatiya min a li hemberî tevgereke bi vî rengî kir, bi min da naskirin û bandora wî di tevlîbûna min de hebû, ez careke din spasdariya xwe ji bo wî diyar dikim. Bêguman sekn û kesayetiya wî ya şoreşgerî bandor li tevlîbûna min a nava vê komê kir. Helbet faktorên din jî hebûn, lê ez dikarim bibêjim ku naskirina min bi hevrê Fûat re û hebûna wî di vê komê de bandoreke mezin li tevlîbûna min kir. Naskirina me ya destpêkê û têkiliyên me bi vî rengî bi pêş ket û ji wê rojê heta şehadeta wî dewam kir.

‘BANDOR LI JIYANA ŞOREŞGERÎ Û ŞOREŞGERAN DIKIR’

Hevrê Fûat, yek ji wan şoreşgeran e ku di pêşketina têkoşîna şoreşa piştî 12’ê Adarê ya li Enqereyê û tevahiya Tirkiyeyê de xwediyê roleke mezin e. Ew serdem, serdemeke krîtîk e. Di serdema bidawîbûna rêveberiya tund ya piştî 12’ê Adarê de, di derbasbûna serdemeke nû de ku têkoşîna ciwanên şoreşger mezintir dibû û ciwanan pêl bi pêl berê xwe dida şoreşê hevrê Fûat şoreşgerekî hêja bû.

Bandor li jiyana şoreşgerî û şoreşgeran dikir, di pêşketina têkoşîna şoreşgerî de xwediyê roleke mezin e. Sekna wî wisa ye. Ew serdem gelekî girîng e. Şoreşgeriya di salên 72,73 û 74’an de gelekî girîng e. Têkoşîna şoreşgerî û siyasî ya piştre li Tirkiyeyê pêş ketiye, diyar dike.  Di nava van de hevrê Fûat jî heye.

Hevrê Fûat hem di pêşketina têkoşîna şoreşgerî ya giştî de xwedî rol e û hem jî bandor li bilindbûna şoreşgeriya li Enqereyê û Tirkiyeyê kir. Yek ji wan hevalan e ku bi sekna xwe bandora wî diyar û teqez e.  Çimkî ger di sala 72’yan de şoreşgerên ku xwedî li Denîzan, Mahîran, Îbrahîman û sekna wan a şoreşgerî derketin, nebûna di salên 73,74 û 75’an de li Tirkiyeyê ciwan evqasî tevlî nedibûn. Ji vî aliyî ve yek ji şoreşgeran e ku xwedî li van şehadetan derketiye.

Dema li cem Rêber Apo Denîz, Huseyîn, Yûsûf tên îdamkirin û Rêber Apo li dijî van îdaman dibêje: ‘Ez ê girêdayî van bimînim, têkoşîna van pêş bixim. Dema min pêş xist jî ez ê têkoşîneke wisa bimeşînim ku car din têk neçe.’ Rêber Apo piştî ev soz da û derket, li van şoreşgeran xwedî derket, hevalê Fuat jî wê demê di sala 1971-72’yan de li Fakulteya Zanistên Siyasî bû.

71-72 di heman demê de pêvajoyeke ku Denîz hatin îdamkirin, Mahîr hatin qetilkirin, di 12’ê Adarê de li dijî şoreşgeran êrîş pêk hatin. Pêvajoyeke ku tevgera şoreşger darbeyeke girîng xwar. Di wê demê de hevalê Fuat û hevalên ku di wê demê de di nava têkoşînê de cih girtin, ji bo pêşxistina tevgera şoreşger a li Enqere û seranserî Tirkiyeyê, rol lîstin.

ŞOREŞGERÎ KIRIBÛ PARÇEYEKÎ JIYANA XWE

Ji bo koma Apoyî jî rolê heval Fuat di çend astan de dikare were vegotin. Şoreşgerekî cidî bû, şoreşgerekî bi biryar bû, şoreşgerek bû ku şoreşgerî bi temamî kiribû parçeyekî jiyana xwe. Di vî alî de xwedî taybetmendiyan bû ku herî baş karakterê koma Apoyî temsîl dikir. Jixwe beşdarî Civîna Bendava Çûbûkê bûye. Yek ji 6 endamên destpêkê yê komê ne. 4 kesên tevlî bûyî, piştre dest jê berdane. Lê yê heta şehadeta xwe ji civîna Bendava Çûbûkê mayî, ew û Rêber Apo ne.

Hevalê Fuat bi hebûna xwe ya di koma Apoyî de, bi ciddiyet û biryardariya xwe, ew ciddiyet, dilsozî, îrade û biryardariya ku li ser xeta Rêbertî ya di koma Apoyî de; şert û merc çi dibin bila bibin hêza têkoşînê, dilsoziya bi gel re, dilsoziya bi welêt re, hêrsa li hemberî dijmin di hevalê Fuat de temsîla xwe didît. Bi taybetî hêrsa wî ya li hemberî dijmin pir mezin bû. Ev pir girîng e.

Di vê yekê de bandora koka ku malbata hevalê Fuat jê hatiye, pir heye. Ji ber ku hem dayika wî hem bavê wî sirgûnê qirkirina 38’an e. Dayika wî sirgûnê Kayserî, bavê wî sirgûnê Eskîşehîrê hatine kirin. Vê yekê pir bandor li hevalê Fuat kiriye. Li hemberî dijmin xwedî hêrs e. Weke ciwanekî Dersimî, hêrseke mezin jiyan kiriye.

Ev yek her tim gotiye, me nîqaş kiriye: Tenê bi axaftina tiştên rast, şoreşgerî nabe! Ya din jî divê mirov li hemberî bêmafî, zilm, şaşitî, jiyana şaş, mêtingerî û kirêtiyê bi hêrs be. Bêyî hêrsbûnê tu nikarî bibî şoreşger. Jixwe di helbesta wî ya ewilî ya ‘Ez Kurdistan im’ de, her kes pir zelal dikare vê hêrsa wî bibîne. Hîna di 77’ê de hemû hêrsa xwe, hêrsa xwe ya li dijî mêtingeriya qirker, îradeya xwe ya şoreşger di wê helbestê de nîşan daye.

Di vî alî de weke hevrêyê Rêber Apo, tevkariyeke pir mezin li tevgera Apoyî kiriye. Çawa ku her hevalekî – Hakî, Kemal – taybetmendî li vê xeta Rêbertî, xeta Rêber Apo, Apoyîtiyê û PKK’ê zêde kiribe, hevalê Fuat jî taybetmendî dane qezenckirin. Ev taybetmendî bûn yek û Apoyîtî û PKK’iyîtî xurt kirine. Yan jî her hevalî/ê asteke hêza fikirînê ya Rêber Apo, xeta Rêbertî, sekna Rêbertî di xwe de kûr kiriye, cuda kiriye û kiriye xweser. Wisa hîn rasttir dikare were vegotin.

Hevalê Fuat jî bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, mirovekî hestê bû. Hevalekî xwedî hestên pir xurt bûn. Nivisandina helbestan, hêrsa li hemberî dijmin, hezkirina gel, hezkirina li hevrêyan, girêdana bi yên qenciyê dikin re, hêrsa li hemberî yên xirabiyê dikin, girêdanbûna bi her tişê baş û bedew re, hembêzkirin û destekdayîn, lê hêrsa li hemberî her tiştê kirêt û xirab û helwestgirtin, girêdayî wan hestên xurt ên hevalê Fuat bû.

Jixwe her kesê ku hevalê Fuat nas kirî, bi hêsanî dikarî aliyê wî yê hestiyar û xurbûna hestên wî bibîne. Helbet nêzîkatiya wî ya îdeolojîk û siyasî hebû, lê bi hest jî nêz dibû. Qedir dida xurtbûna hest, lê di nava têkoşîna şoreşgeriyê de hestiyarî jî rast nedidît.

Hetta pir hestiyarbûnê, nêzîkatiyên hestiyar weke rêyeke veşartina kêmahiyên di têkoşîna şoreşgeriyê de dinirxand. Rexneyên wî yên xurt ji bo nêzîkatiyên hestiyar hebûn. Rexneya ji bo hestê na, rexneya ji bo xurtbûna hestê na; nêzîkatiya hestiyar, bi sekna hestiyar nediyarkirina rastiyê, di warê rast de sekna hestiyar weke îdeolojîk, rêxistinî û siyasî tam nediyarkirin, rexne dikir. Lê hevalekî ku bi rastî jî pir qedir dida hestan.

‘WE DIKARÎ LI HEVALÊ FUAT BINÊRIN Û KARAKTERÊ APOYÎTIYÊ FÊR BIBIN’

Di vî alî de hem ew dilsoziya wî hem jî biryardariya wî bandor kir. Her kes dema li Apoyiyan nêrî, çawa li Rêbertî dinêriyan û karakterê Apoyî fêr dibûn, li hevalê Fuat jî dinêriyan û fêrî karakterê Apoyî dibûn. Zanî ku Apoyîtî şoreşgeriyeke çawa ye.

Ez dikarim vê bi rehetî bêjim: Em li heman dibistanê bûn, me gelek derdorên heman bi hev re nas dikir. Hurmeta her kesê ji bo şoreşgeriya hevalê Fuat hebû. Her kesê dizanî ku biryardariya hevalê Fuat şoreşgeriyeke mezin bû ku tawîz nade.

Her kesê ku li hevalê Fuat dinêrî, bi rastî jî didît ku çiqas kesayetên şoreşger hebin, şehîd, şehadet hebin, qedir dide van, rêz nîşanî van dide û dixwaze van hemûyan bigihîne serketinê. Vê yekê bandoreke girîng kir ku koma Apoyî li Enqereyê şêwe bigire.

Di vî alî de jî ev karakterê hevalê Fuat, bi taybetî ji bo tevlîbûna hevalên Dersimî ya ji bo vê tevgerê bandor kir. Ev jî girîng bû. Çima girîng bû? Di wê demê de li Kurdistanê belkû bajarê ku herî zêde diçû zanîngehê û dixwend, Dersim bû. Dersim jî di rastiyê de cihekî welê bû ku dewlet û kemalîzmê dixwest wê ji seranserî Kurdistanê qut bike. Dihate xwestin ku parçeyê herî girîng, herî bedew ê Kurdistanê ji Kurdistanê were qutkirin.

Di van hewldanên dewletê de jî, serketineke diyar derketibû holê. Em Dersimî nebûn, lê ji ber karakterê elewî yê Dersimê bandora xwe li derdor hebû. Fikreke wiha çêbûbû: ‘Em ji Kurdên din nînin, em Kurdên cuda ne’. Ev di rastiyê de gotineke di salên dawî de, bi taybetî piştî qirkirina Dersimê dihate gotin bû.

Hevalê Fuat bi sekin û helwesta xwe ji vê re jî bûye bersiv. Tevkariyeke wî ya girîng ji bo tevlîbûna ciwanên Dersimê ya ji vê tevgerê re, heye. Ev ji bo vê yekê girîng bû: koma destpêkê ya îdeolojîk bû. Yek ji armancên ewilî yê koma Apoyî ew bû ku ciwanên rewşenbîr qezenc bike. Ji ber ku heya em di îdeolojiyê de bi ser nekevin, me nedikarî li Kurdistanê bi ser bikevin, nedikarî li Tirkiyeyê bi ser bikevin. Me serketina di îdeolojiyê de pir girîng didît.

Di wê demê de rasiyeke Dersimê hebû ku herî zêde li zanîngehan dixwend, li hemberî ciwanên zanîngehê û têkoşîna şoreşgeriyê xwedî eleqe bû. Hevalê Mahîr Çayan Huseyîn Cevahîr bû. Hevalê Îbrahîm Kaypakkaya Alî Haydar Yildiz bû. Di nava THKO’yê de Dersimî hebûn.

Di vî alî de tevkariyên heval Fuat a ji bo tevlîbûna komê pir zêde bûn. Koma Apoyî dema 10-15 kes jî, her kesê ew cidî digirtin. Sedemê vê yekê jî sekna hevalan bû. Di serî de Rêbertî sekna hevalan dibû sedem ku kom were cidîgirtin. Para hevalê Fuat a ji bo vê yekê girîng bû.

‘BÊYÎ TIRS LI DIJÎ HER CURE ŞER BI CESARET RABÛ’

Li aliyê din piştî 1972’yan, di 73, 74 û 75’ê de têkoşîneke zêde li dijî faşîzmê hebû. Di vê têkoşînê de milîtanî girîng bû, sekna milîtan bandor li ciwanan dikir. Belê, gotin jî bandor dikir, lê sekna milîtan jî bandor lê dikir. Lê hevalê Fuat li aliyê din milîtanekî çavtarî bû. Hevalê Fuat bêtirs bû, bi cesaret li dijî her şer û êrîşê radibû. Taybetmendiyeke wiha ya hevalê Fuat hebû.

Ji bo zêdebuna hurmeta li koma Apoyî, ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê gotina ‘Koma Apoyî milîtan e’ parekî girîng ê hevalê Fuat heye. Ji ber ku di wê demê de li Enqereyê navenda şoreşgeriyê, Fakulteya Zanistên Siyasî bû. Ya din jî Rojhilata Navîn bû. Lê ya esas cihê ku ciwanên şoreşger lê kom bûyî, Fakulteya Zanistên Siyasî bû. Ji ber ku hevalê Fuat jî li fakulteyeke wiha xwend, ya din jî ji ber ku milîtanekî Apoyî derketî pêş bû, ji bo naskirina taybetmendiya Apoyiyan helbet bandora hevalê Fuat pir zêde bû.

Jixwe koma ku li Enqereyê herî bi bandor, koma DEV-YOL, koma Rizgariya Gel bû. Van heval Fuat pir baş nas dikirin. Di Rizgariya Gel de jixwe hevalên wî yên berê pê re di nava peywendiyê de, hebûn. Jixwe DEV-YOL ji Zanistên Siyasî nas dikir. Di vî alî de tevkariyeke girîng kir.

‘HÊZA GOTINÊ HEBÛ’

Li aliyê din hevalekî xwedî hêza fikirînê ya zêde bû. Peywendiyên wî yên bi mirovan re, bi zanist û derwêşane bû. Dibêjin ya peywendiya mumîn, yanî heval Fuat xwedî peywendiyeke pir nerm bû. Li aliyê din di van peywendiyan de hêza gotinê jî hebû. Belê milîtaniya wî hebû, lê hêza gotina wî jî hebû. Diaxivî, nîqaş dikir, behs dikir. Ji vî alî ve ji bo naskirin û vegotina Apoyîtiyê jî, rolê wî jî pir girîng bû.

Em komeke îdeolojîk in, taybetmendiya herî girîng a koma îdeolojîk çiye? Vegotin, fikir anîna ziman. Di nava vê tevgerê de jî ji bo vegotina fikir, piştî Rêber Apo hevalê herî bi tecrube hevalê Fuat bû. Wisa helbet ji bo ku têkoşîna me ya îdeolojîk xurt derbas bibe, li her derê weke îdeolojîk temsîl bike hevalê Fuat rolekî girîng lîstiye.

Di vî alî de li Enqereyê kom ava bû, hurmet qezenc kir û mezin bû. Di nava van hemûyan de, hevalê Fuat hebû. Jixwe hevalê destpêkê yê Rêber Apo bû, bi Rêber Apo re li heman malê ma, timî bi hev re bûn. Ev jî bû sedem ku hevalê Fuat bi wê hestê mirovan fêm bike, bi wê hestê Rêber Apo pir baş fêm bike.

Hevalê Fuat pir giringî dida hest û fikran. Di vî alî de Rêber Apo fêm dikir û temsîl dikir. Ji ber wê karakterê tenê ji gotinê re na, ji hestê re; gotin na, fêmkirin… Hevalê Fuat timî qala wate û maneyê dikir û gelek qedir dida van.

Sekna wî ya ji roja ewilî ve, fêmkirina Rêber Apo tenê bi hêza gotinê na, di heman demê de wateyeke kûr didayê. Rêbertî weke kesekî ku wate lê şênber bûye, didît. Sedemê ku ev qas girêdayî Rêbertî, di rastiyê de beriya me hemûyan û bi rengekî herî xurt Rêber Apo weke hêza fêmkirinê, yê wateyê sembolîze dike, wate lê şênber bûye didît. Van tiştan hemûyan helbet koma li Enqereyê xurt kir.

Di nava hemû xebatên komê de cih girt. Li Enqereyê tevlî her cure çalakiya şoreşger bû. Gelek jî milîtan bû. Carekê li Enqereyê di meşekê de hatibûn girtin, xistin erebeyê. Lê dixin, êşkence dikin, hevalê Fuat jî li wan qêr dike û şer dike. Qet kesekî ku tawîz bide, nebû. Hest û fikrên wî mîna tehtekî bûn. Carekê kete zindanê, jixwe tiştek negotibû. Di demeke kurt de derket. Jixwe ne hevalekî welê bû ku li hemberî zilm û zextê serî bitewîne, li hemberî zehmetiyan pes bike. Evane hemû ji bo avabûna komê, ji bo avabûna kesayet û karakterê komê bi bandor bûn.

‘GOTIN Û PRATÎKA WÎ YEK BÛN’

Li Enqerê kom hurmetek bi dest xistibû û ev yek pir girîng bû. Eger kom li Enqereyê hurmetek bi dest nexistiba, ewqas nedikarî bibandor biba. Hurmeta ewil li Enqereyê bi dest xist. Bi komek ku ji 15-20 kesan pêk tê- tevî sempatîzanên xwe dora 30 kes bû ev kom. Lê belê ji rêxistinên ku xwedî hezaran ango bi deh hezaran sempatîzan in, bi bandortir û hêztir bû.

Çima? Ji ber ku gotin û pratîka xwe yek bû. Gotin û tevgera wê yek bû. Hevrê Fûat jî hevalek ku gotin û tevgera wî yek bû. Ji serî de bêyî dudilî be, wisa nêz bû. Ji xwe piştî Rêber Apo nas dike, bi Rêbertî re hevrêtiyek rast pêk tîne.

Hz. Alî çi be, têkiliya hevrê Fûat a bi Rêbertî re jî bi vî rengî bû. Mîna têkiliya Muhammed û Alî, di meşa Rêber Apo ya ewil de hevrê Fûat yek ji hevrêyên wî yên ewil bû. Mislimanê ewil jî Aliye. Hevrê Fûat jî di koma ewil a ku ji 6 kesan pêk dihat de cih girt û ji fikrên Rêbertî gelek bi bandor bibû. Çawa ku bandora Alî li ser civakan hebû, cihê hevrê Fûat jî di nav vê têkoşînê û derdor de cuda bû.

‘HÊRS Û ŞOREŞGERIYA WÎ XURT BÛ’

Bawerim hevrê Fûat 3 caran birîndar bû. Her sê car jî ji lingên xwe birîndar dibe. Cara ewil li gel min birîndar bû û bû gazî. Di sala 1975’an de bû. Li qada ku Fakulteya Zanistên Siyasî û Fakulteya Hiqûqê lê ye, li axa Komarê bi faşîstan re me şer kir. Polîs ji bo mudaxaleyê hatin. Me jî li dijî polîsan li ber xwe da. Bi keviran me dida dû polîsan. Di navbera Fakulteya Zanistên Siyasî û Fakulteya Hiqûqê de kolaneke teng heye. Hevrê Fûat li milê rastê dimeşiya û ez li çepê baz didim. Polîs paşve vekişiyan. Lê derket holê ku li derdora goşeya Fakulteya Zanistên Siyasî kemîn danîne.

Polîsan gule reşandin, hevrê Fûat bi 2 metreyan nêzî min hat gulebarankirin. Yanî, hevrê Fûat cara ewil li ba min dibe gazî. Hê jî şalê ku li xwe kiribû tê bîra min, şalekî qedîfe û qehweyî bû rengê wê. Gule li lingê wî ketibû. Me yekser ew xist taksiyekê û şand nexweşxaneyê. Ne giran bû, ew çûbû nexweşxaneyê.

Polîsan piştre kesên birîndar bibûn digirtin. Hevrê Fûat du rojan li nexweşxaneyê ma. Kêliya ku polîs ji bo girtina wî hatin, ew ji nexweşxanê reviya. Çima birîndar bû? Hevrê Fûat bi rastî jî wêrek bû, milîtanek bû. Ji tiştek neditirsî û xwîngerm bû. Gelekî nerm diaxivî, dibe ku dema ew diaxivî mirov hîs neke, lê hêrs û ruhê wî yê şoreşgerî xurt bû.

Ji ber vê di şerê li wir de her li pêş bû. Bi hêrs û milîtaniya xwe li eniya herî pêş kevir davet polîsan. Ji ber ku di eniya pêş de kevir diavêt, hat hedefgirtin ji aliyê polîsan ve. Li wir birîndar bû û bû gazî. Ew roj hê tê bîra min; Hê jî di hişê min da zindî ye.

‘BINGEHA APOYÎTIYA DÊRSIMÊ AVA KIR’

Hêvrê Fûat, weke ku yek ji yekem rêhevalê Rêber Apo ye di heman demê de yekem kes e ku li Dêrsimê dest bi xebatan kiriye. Me biryara vegera ji bo Kurdistanê di sala 1976’an de girtibû lê belê beriya wê çûnûhatinên ji bo Kurdistanê hebûn; hevrê Hakî çû, hevrê Cûma çû û hevrê Kemal jî diçû.

Ev heval beriya biryara vegera bi temamî ya civîna li Dîkmenê a di sala 1976’an de diçûn. Hevrê Fûat jî yek ji wan kesan bû ku serkêşiya vê yekê dikir. Helbet wê demê Dêrsim gelekî girîng bû. Li Dêrsimê  têkoşîna şoreşgerî gelekî pêş ketibû, li wir gelek kom hebûn û eleqeya ciwanan a ji têkoşîna şoreşgeriyê re zêde bû.

Hevrê Fûat li Dêrsimê xebitî. Her ku derfet bi dest dixist, diçû Dêrsimê. Hewl dida li Dêrsimê danûstandinên nû biafirîne û hevalan tevlî têkoşînê bike. Ji ber vê yekê jixwe kesê ku li Dêrsimê bingeha Apoyîtiyê ava kiriye, hevrê Fûat e. Jixwe beşdarî Civîna Bendava Çûbûkê dibe û li wir bingeha Apotiyê tê avakirin.  Ji ber vê yekê rola hevrê Fûat a di têkoşîna PKK’ê ya li Dêrsimê,  hatina Apoyîyan û piştre pêşketina gerîlayan de gelek e.

Weke yek ji yekem hevrêyê Rêber Apo û yek ji hevrêyekî heya dawiyê dilsozê Rêber Apo li Dêrsimê jî awayê herî serkeftî nûnertiya Rêber Apo û PKK’ê kiriye. Her wiha hê beriya sala 76’an hevrê Fûat li Dêrsimê gelek kadroyên alîgir û sempatîzan li têkoşînê zêde kirin.

Eleqeya Rêber Apo ya ji Dêrsimê re gelekî mezin bû. Dema ku diçe Dêrsimê û li herêmê digere, dibêje; ‘Ev çand, ev erdnigarî, ev dîrok û ev parçeyê Kurdistanê yê herî xweşik divê teqez bi çanda xwe, bi nasnameya xwe û bi erdnigariya xwe were azadkirin.’ Di biryardariya Rêber Apo ya azadkirina Kurdistanê de rastiya Dêrsimê xwedî roleke mezin e. Li Dêrsimê sozeke bi vî rengî dabû û gotibû; ‘Divê Dêrsim, bi nasname û çanda xwe azad bibe.’

Dêrsimê bandor li Rêber Apo kiribû. Hem civaka wê, hem çanda wê ya civakî û hem jî nirx, erdnîgarî û dîroka wê bandor li Rêber Apo kiribûn. Helbet ji paşeroja wê ya sekna bibiryar a Seyîd Riza bandor lê kiribû. Ev eleqeya Rêber Apo ya ji bo Dêrsimê bû sedem ku hevrê Fûat jî eleqeyeke mezin nîşanî Dêrsimê bide. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku Rêbertî ew erkdar kiriye ku gotiye: ‘Ji rizgarkirin û azadkirina Dêrsimê tu berpirsiyar î û tu yê vê rolê bi awayê herî herî serkeftî bi cih bînî.’

Hevrê Fûat ji roja ewil ve tim hewl da ku egerên vê rol û girîngiya ku Rêber Apo dide Dêrsimê bi cih bîne û bi awayekî serkeftî bi cih anîn jî.  Gotineke heye û dibêjin ku ‘jiyîna rast.’ Hevrê Fûat jî heya kêliya dawîn rast jiya. Jixwe hemû fikr û hestên wî jiyaneke watedar bû. Rêber Apo dibêje ya: ‘Ger jiyanek hebe divê jiyaneke azad be yan jî qet nebe’, felsefeya hevrê Fûat jî bi vî rengî bû. Divê jiyan yan watedar  û azad be yan jî qet nebe. Ji vî aliyî ve têkildarî Dêrsimê gelekî ked da.

Bi taybetî jî ji bo ku xebatên dewleta Tirk û desthilatdariya Kemalîst ên piştî 38’an yên bi temamîveqetandina Dêrsimê ji Kurdistanê berovajî bike û têk bibe gelekî li ber xwe da û xebitî. Erê malbata wî hatiye qetilkirin. Malbata bavê wî hatiye qetilkirin û xizm û kesên wî hatine sirgûnkirin. Her wiha malbata dayika wî jî hatiye qetilkirin û sirgûnkirin.

‘NASKIRINA HEVAL FUAT, NASKIRINA DERSIMÊ YE’

Li aliyê din dema dibêje ‘pitika komkujiyê’, Rêber Apo vê jî diyar dike: ‘Dixwazin wê civaka erdnîgariya bi kok a Kurdan qetil bikin, kalan, pitik, zarok her kesê qetil dikin’. Ji vî alî ve Rêber Apo di şexsê hevalê Fuat de Dersim nirxandiye.

Rêber Apo hevalê Fuat weke Dersimê dîtiye û wiha jê hez kiriye. Û bi vî rengî xwestiye car din rabe ser piyan. Eger di 38’ê de hatibe qetilkirin, wê demê divê çi be? Pitik, civaka hatî qetilkirin divê rabe ser piyan. Bi vî rengî Rêbertî hevalê Fuat teşwîq kiriye ku hinekê li ser rastiya Dersimê lêhêrbûnê bike, li ser vî bingehî bibe xwedî sekneke ku bersiva herî baş bide dîroka Dersimê. Kiriye ku ew li ser polîtîkayên dijmin ên li hemberî Dersimê lêhêrbûnê bike. Têkildarî vê yekê jî yê herî zêde xwedî zanista kûr, teqez hevalê Fuat e. Hevalê Fuat hevalê ku herî zêde têkildarî encamên nerênî yên dijmin ên li Dersimê xwedî zanist e.

Rêber Apo dema dibêje ‘pitika komkujiyê’, dixwaze bêje ‘Tu dê Dersimê fêm bikî, tu dê civak û dîroka xwe fêm bikî. Tu dê ti bandora dijmin li ser xwe nehêlî, di nav civakê de nehêlî’, bi nêzikatiya wezîfe û berpirsyariya me heye ku em Dersimê bînin vê rewşê tevgeriya.

Hevalê Fuat jî bi rastî jî pir zêde li ser Dersimê lêhêrbûn kiriye. Hevalê ku herî baş dîrok, çand, kesayet, bedewî, nirx û mezinahiya Dersimê temsîl kirî û di xwe de şênber kirî. Hevalê ku polîtîkayên dijmin ên li ser Dersimê fêm kirî û ji bo pûçkirina wê, ketî nav lêhêrbûneke xurt.

Ji vî alî ve her Dersimî, divê hevalê Fuat bizane. Naskirina hevalê Fuat, naskirina Dersimê ye. Ji ber ku bi vê berpirsyariyê çû Dersimê, li Dersimê xebateke bi berhem meşandiye. Li Dersimê ji bo şoreşgeriya rast derkeve holê, rolê hevalê Fuat heye. Lewma bi hezaran ciwan tevlî Apoyiyan û PKK’ê bûne û şehîd bûne.

Di demên ewilî de di nava şehadetan de di asteke girîng de hevalên jin û mêr ên ji Dersimê hebûn. Ji vî alî ve tevkariya hevalê Fuat a ji bo têkoşîna Dersimê, pêşketina Apoyiyên li Dersimê pir mezin e.

Pênaseya Rêber Apo ya ‘pitika komkujiyê’ herî baş fêm dike û xwe bi wî rengî dibîne û pêş dixe, dibêje, ‘eger mirovek xwe nas neke, nikare xwe mezin bike’. Bi rastî jî mirovekî mezin bû; bi hest, fikir, çalakî, jiyan û taybetmendiyên xwe mezin bû. Mezinahiya wî bi xwenaskirinê destpê kir. Hevalê Fuat timî xwest xwe nas bike. Xwest xwe nas bike û xwe kêm nebîne. Û bi vî rengî nêzî hemû hevalan bû. Di perwerdeyê de ev yek ji hemû hevalan re got. Her tim got, ‘xwe ji partiyê re vekin, bila qet fikara we nebe’.

‘WEKE HEVALÊ FUAT BIN’

Ez û hevalê Abbas weke komîteya amadekariyê hatin Kongreya 5’an. Hevalê Fuat jî li Qada Rêbertî ma. Dema em li kongreyê em timî telefonê bi Rêbertî re diaxiftin. Rêbertî digot: ‘Hevalê Fuat îtîrafên nû dike, hûn jî bikin.’ Bi gotina îtîraf dixwest bêje, xwe baş nas bikin, kêmahiyên xwe bavêjin, aliyên xwe yên kêm bibînin û xwe xurt bikin.

Hevalê Fuat timî bi Rêber Apo re nîqaş dike, xwe vedike. Rêber Apo û hevalê Fuat dema tên ba hev, her tiştê bi hev re diaxivin. Û dema qala îtîrafên hevalê Fuat dike, di pratîka xwe ya berê de kîjan kêmahî kirine, kîjan şaştî kirine, di pratîka xwe ya berê de kîjan hest jiyan kirine, ji rêxistinê re vedike. Kijan şaştî kiriye, wê demê tam fêm nekiriye, niha fêm kiriye û ji rêxistinê re behs dike.

Hevalê Fuat evane ji Rêbertî re behs dikirin, Rêbertî jî hevalê Fuat ji me re mînak nîşan dida. Digot, ‘Mîna hevalê Fuat bin’. Timî bang li me dikir: ‘Eger hûn dixwazin xurt bibin, xwe nas bikin, ya rast bikin, mîna hevalê Fuat bin’.

Jixwe hevalê Fuat di hemû civînan de xwe şîrove dikir, behsa kêmahiyên xwe dikir. Ezezîtî di hevalê Fuat de nebû. Kêmahiya xwe şîrove dikir, qet fikara wî nebû. Rêbertî bi pênaseya gotina ‘pitika komkujiyê’, ev yek gotiye: ‘Tu pitika komkujiyê yî, dijmin li wir qirkirin pêk anî, tu piştî qirkirinê hatî dinê. Tu piştî kiryar û polîtîkayên dijmin ên li wir, hatî dinê, di atmosfereke wiha de tu hatî dinê. Yê 1950’ê hatî dinê, piştî 12 salan ji dayik dibe. Piştî 12 salan dijmin dixwaze li ser Dersimê nasnameya xwe hakim bike. vê bibîne, fêm bike, tiştên dijmin daye bavêje, bibe kesayeta rast a Dersimê. Bedewiyên Dersimê di xwe de şênber bike.’

Pêdiviya vê yekê jî hevalê Fuat di tevahiya jiyana xwe de pêk aniye. Xwe jî, Dersimê jî baş nas kiriye. Weke Dersimiyê herî baş, bi çanda xwe, sekna xwe, bi girêdana xwe ya bi nirxên civakî-dîrokî re bûye kesayetekî rast ê Dersimê. Yên bixwazin Dersimê nas bikin, taybetmendiyên erênî yên Dersimê, kesayetên wê nas bikin, dikarin li hevalê Fuat binêrin û nas bikin.

‘LI DERSIMÊ KURDÎTÎ RAKIR SER PIYAN’

Hevalê Fuat di sala 1971’an de dest bi şoreşgeriyê dike. Di 71-72’yan de Rêber Apo nas dike. Di vê demê de gelek rêxistinên Tirk-Çep hebûn. THKO, TİKKO û rêxistinên din hebûn. Tevlî wan nebû, tevlî Apoyiyan bû. Bû hevalê Rêber Apo. Yek ji nirxandinên girîng ên Rêber Apo li ser ‘înkara li Kurdistanê hatî pêşxistin e’. Bi taybetî jî li rojavayê Firatê, li Dersimê dijmin hîn zêdetir înkar pêş xistiye. Di wê demê de li Dersimê gelek komên çep hebûn, hevalê Fuat dikarî tevlî wan bibe. Tevlîbûna hevalê Fuat a ji bo komeke ku azadiya gelê Kurd û xweseriya Kurdistanê armanc dike, nîşan dide ku hevalê Fuat xwedî helwest û îradeyê ye ku li Dersimê hîn zêdetir Kurdîtiyê rake ser piyan, Kurdîtiyê pêş bixe.

Dersim jixwe Kurd e; Kirmanc jî Kurd e, Kurmanc jî Kurd e. Lê piştî 38’ê dijmin ji bo Kurdîtiya Dersimê ji Kurdîtiya din qut bike, şerekî taybet ê mezin meşandiye. Ji berê de nakokî ji bo Kurdîtiya Dersimê nîne. Beriya 38’an tişteke wiha nîne.

Mustafa Kemal, ji Kongreya Erziromê di 19’ê Gulanê de dema diçe Sêwasê, li Erzincanê re derbas dibe, dema derbas dibin ditirsin. Dibêjin, ‘Gelo Kurdên Dersimê di dema derbasbûna rê de wê xeteriyê çêbikin?’ Mustafa Kemal bi xwe vê yekê dibêje. Dibêje, li Dersimê Kurdên Dersimê wê zirarê bide wan yan na û tedbîr digire.

Dersim wê demê herêmeke hinekê cuda, di nava xwe de xweseriya wê hebû. Kurdîtiya Dersimê xurt e erê, li Dersimê Kirmanc hîn zêdetir in lê Kurmanc jî hene, bi hev re ne. Li aliyê din li Sêwasê hem Kirmanc hem Kurmanc hene. Baweriya ku Dersimê pejirandiye, Elewîtî. Li Rojavayê Başûr, Semsûr, Malatya, Mereş û beşekî mezin ê Kurdên Sêwasê, Kurdê Elewî-Kurmanc.

Lê piştî 38’ê bi taybetî teoriyek tê diyarkirin ku Dersim ne ya Kurdan e. Wiha şerekî taybet tê meşandin. Em dizanin; li girtîgehê me pirtûkeke M. Şerîf Firat a ‘Bajarên Rojhilat û Dîroka Vartoyê’ xwendibû. Vartoyî, Holmeklî. Di dema Qirkirin/Berxwedana Dersimê de yek ji eşîrên ku xiyanetê dike, piranî Kirmanc in. Helbet tevahiya eşîrê na, di nava beşekê xiyanetê dike de ev jî heye, M. Şerîf Firat. Dewlet pir girîngî dide vê. Ew jî behs dike; çawa ew ji kokê de Tirk in, Kurd nînin! Van behs dike.

Wiha bi şerekî taybet re tê xwestin ku li Dersimê Tirkîtiyê pêş bixin. Ji bo vê yekê hewldaneke taybet tê nişandan. Hevalê Fuat jî vê baş dizane. Yan jî bi gotina Rêber Apo hîn zêdetir fêm dike. Hevalê Fuat dizane malbata wî ji qirkirinê tê. Têkildarî vê yekê agahiya wî zelal e. Lê ev zanebûna wî ya têkildarî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk, piştî dibe Apoyî hîn kûrtir dibe.

Lewma çawa ku Rêber Apo dibêje, ‘Li vir divê xwedî li çand û nasnameyê were derketin’, hevalê Fuat jî xwedî lê derdikeve. Ji vî alî ve têkoşîneke Kurdîtiyê ya mezin hatiye meşandin.

‘WÎ DERSIM Û KURDISTAN KIR YEK’

Ji bo vê jî rola hevrê Fûat weke Apoyî li Dersimê, ji bo ji nû ve zindîkirina nasnameya Kurdbûnê biryardarî, helwest û xebateke mezin bû. Û bandor jî kir. Dema ku hewl dihat dayîn Dersim ji Kurdistanê bê veqetandin, hevrê Fûat weke rêhevalê yekem ê Rêber Apo bi wî re hevaltiyek mîna têkiliya Muhammed û Alî ava kir û bi saya vê girêdana xurt Dersim û Kurdistanê kir yek. Hevrê Fûat li hemberî kesên ku hewl dan Dersim ji kurdayetiyê cuda bikin helwestek zelal û bi biryar nîşan da. Ev helwest li herêmê bû sedema pêşketinên girîng.

Li Dersimê pêşketina tevgera Apoyî ne hêsan bû. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew bû ku ciwan, zarok û bi giştî civak xwedî helwesta ‘Em ne ji wan Kurdan in’ bû. Hinekan jî digotin “em êdî ne Kurd in” an jî “em zaza ne, ne Kurd in”. Di rewşeke wiha de hevrê Fûat di pêşxistina hişmendiya Kurdewarî de roleke girîng lîst.

Helbesta wî ya ewil a bi navê ‘Ez mirov bûm’ bi gotina ‘Ez Kurdistan bûm’ bi dawî dibe. Hevrê Fûat bi vê yekê re nasnameya Kurdistanî ya Dersimê û hişmendiya Kurdewarî bi rengekî herî xurt radixe ber çavan. Ev helbest hem ji aliyê wêjeyî û hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xebateke mezin û kûr e. Wateya wê mezin e û bi nirx e. Di heman demê de di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, di xurtkirina hestên welatparêzî û mezinkirina hêrsa li hemberî dijmin de bi bandor bû.

Di vî alî de hevrê Fûat di têkoşîna 50 salan de li gel Rêber Apo bû. Di pêşxistina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de her tim di eniya herî pêş de cih girtiye. Ma PKK’ê gelê Kurd ranekir ser piyan? Ev pêvajo ne tenê vejîna Kurdayetiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo bû, di heman demê de hewldana hevrê Fûat a ji bo zindîkirina nasnameya Kurd a li Dersimê jî weke yek ji pêşengên vê têkoşînê bû.

Hevrê Fûat di pêşketina gerîla ya li Dersimê û koka welatparêziyê de xwedî pareke mezin e. Helbet keda gelek rêheval û şehîdan jî mezin e. Lê yê ku di salên 1970’yî de li Dersimê kokên destpêkê yên Apoyî û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê çand hevrê Fûat bû. Yê ku ev pêngava dîrokî avêtiye hevrê Fûad e.

Di vê çarçoveyê de hevrê Fûat yek ji derbeyên herî mezin li polîtîkaya sîstema qirker-mêtinger a ku armanc dikir kurdan ji Dersimê bide paqijkirin û bike parçeyek ji avakirina neteweya Tirk, xist. Wê bi vî rengî derbasî dîrokê bibe.

‘DEMA DERBASÎ QADA RÊBERTÎ DIBE’

Di salên 1993-94’an de ez li Ewropayê bûm. Wê demê heval Abbas û Fûat di girtîgehê de bûn. Piştî ku ez çûm Ewropayê bi qasî salekê hatin berdan. Pêşî me wan pêşwazî kir, hatin cem me. Cara dawî min hevrê Fûat û Abbas di sala 1978’an de dîtibûn: Min hevrê Fûat li Dîlokê û hevrê Abbas jî li Stenbolê dîtibû. Serbestberdana wan ji bo me pêşveçûnek pir girîng û xweş bû.

Herduyan jî dixwestin di zûtirîn dem de biçin Qada Rêbertiyê. Jixwe dema di girtîgehê de bûn bi awayekî aktîf dixebitîn. Di girtîgehê de kedeke mezin dan tevgera me. Bi taybetî van hevrêyan analîzên Rêber Apo sererast kirin û ji çapê re amade kirin, ji bo Serxwebûn pirtûk amade kirin. Ji ber vê tevkariya wan gelek mezin e.

Piştî berdana xwe pir neman; Bi ya min 5-6 rojan man. Me konferansa Kurdî lidar xistibû, tevlî wê jî bûn. Piştre me ew şandin Qada Rêbertiyê. Ev pêvajo derketina wan ji bo hemû hevalan bû moralek mezin. Hem ji ber sekna wan, hem ji ber ku nûnertiya PKK’ê û Rêbertiyê dikin ji bo hemû hevalên kevin û nû bandorek mezin çêkir.

Heval Fûat bi her kesî re eleqedar dibû. Hevrê Abbas jî wisa bû. Hevrê Fûat bi kesayetiya xwe bandor dikir. Di nava çend rojan de hem moralek mezin dan hevalên xwe û hem jî ji civakê. Piştre me ew şandin Qada Rêbertiyê. Ya rast hevrê Abbas dikare vê pêvajoyê bi berfirehî û kûrahî rave bike. Sê çar rojan li cem me man û paşê jî bi rê ketin.

DÎLGIRTINA RÊBER APO

Kongreya 6’emîn ji bo me pir zehmet bû. Di dema kongreyê de dîlgirtina Rêber Apo, hestiyariyeke mezin çêkiribû. Ev ji bo me hemûyan rewşeke pir giran bû. Hevrêyên me ti carî neketibûn rewşek bi vî rengî. Yên ku giriyan û xemgîniyek kûr jiyan hebûn. Bi rastî jî hawîrdorek pir zehmet bû.

Lê bi saya hişmendiya ku Rêber Apo bi salan ava kiriye, nirxên ku PKK’ê derxistine holê û perwerdeya ku hat dît, li dijî vê dîlgirtîbûnê û komployê di demeke kin de ruhekî mezin ê têkoşînê pêk hat. Zêdebûna hestên ku hatin jiyîn veguherî hêrsa li hemberî dijmin û emperyalîzmê. Ev hêrs di nava pêkhateya me ya milîtan û di nava refên gerîla de teqîneke fedaîbûnê bi xwe re anî.

Dîlgirtina Rêber Apo gelekî zehmet bû; Lê di demeke kin de hêza fedaî û milîtaniya tevgerê qat bi qat zêde bû. Bi giştî hêza PKK’ê zêde bûye. Her kes bû fedaî. Gelek kes bi nivîsandina raporan serlêdan dikirin û digotin, ‘Ez dixwazim bibim fedaî, çalakiya fedaî bikim, ji her cûre erkê re amade me.’

Di vê pêvajoyê de ji xwe me biryara şer dabû. Armanca me ew bû ku em şerekî li ser esasê fedaîbûnê, di asteke ku dijmin wêran bike, bimeşînin. Me komên fedaî ava kir û hema hema her kesî dixwest di van koman de cih bigire. Atmosferek bi bandor bû. Tenê pirsek di serê her kesî de hebû: ‘Em ê çawa bersivê bidin vê komployê? Em ê çawa ji dijminê ku komplo kiriye hesab bipirsin? Em ê çawa ji hêzên emperyalist hesab bixwazin? Kenya bûye wesîle em ê çawa hesabê van lîstikan bixwazin? hebû.

Her kesî dixwest bibe parçeyek ji vê têkoşînê, ji vê hesabê û vê fedaîbûnê. Raporên fedaîbûnê her tim dihatin û me wan dixwend. Piştî ku şer destpê kir me gelek plansazî çêkirin û komên cuda ava kirin. Hinek çalakiyên fedaî, hinek jî cureyên çalakiyê bûn, her kesî bi vê hişmendiyê plansaziya xwe û erka xwe ava kir.

PÊŞNIYARA ÇALAKIYA FEDAÎ: ‘BILA TIM NE BERX BE, BILA YEK JÎ BERAN BE’

Di wê serdemê de hevrê Fûat jî pêşniyara çalakiyeke fedayî kir. Jixwe em li ba hev bûn. Em li çiyayan gelek caran li gel hev man. Ji ber ku me bi hev re xebatên îdeolojîk  bi rê ve dibir û me di Komîteya Zanist û Pêşketinê de cih digirt jî em li heman mangayê diman. Li cem min nivîsand, tê bîra min û gelekî jî dirêj nebû. Raporeke nîvrûpelî bû. Di raporê de qala pêvajoyê dikir. Digot ku hemû heval fedayî ne û digot ku ‘Bila tim ne berx be , bila yek jî beran be.’ Xwe bi vî rengî pênase kir.

Bêguman mirov hevrê Fûat bişîne wêli hemû deran fedaîtiyê bike ku fedaî ye jixwe. Di fedaîbûna vê rêxistinê ya evqasî zêde de rola ruhê wî yê fedaî gelekî mezin e.  Ji ber vê yekê di fedaîbûna hevrê Fûat de tu kêmasî nebûn. Ne ku fedaîyeke nû ye, ji destpêkê ve fedaî bû.

Helbet em hevrê Fûat naşînin çalakiyeke fedaî ya şexsî, wî bi xwe jî dizanî. Lê belê ji bo watedarkirina  fedaîbûna hemû gerîlayan û Partiyê, qîmet dayîna wan û nîşan bide ku kiryarên wan gelekî bi qîmet û hêja ne pêşniyara çalakiya fedaî kir. Hem jî ji bo ku hemû kes wateya Rêber Apo ya ji bo vê tevgerê bê fêmkirin, pêşniyara çalakiya fedaî kir.

Rêber Apo kesayeteke bi vî rengî ye, ji bo me hemûyan watedar û gelekî girîng e. Divê em hemû ji bo Rêber Apo fedaî bin, Rêber Apo azad bikin û fikrên wî bi serkeftinê tacîdar bikin. Ev hest encama dilsoziya ji Rêber Apo re ye. Rewşa herî kûr û bihêz ya wateya Rêber Apo ya di nava rêxistinê de ye. Ji bo kê hemû kes baş fêm bike ku Rêber Apo ji bo rêxistinê tê çi wateyê, li hemberî komployê bersiveke baştir were dayîn û bi zanebûnî ev werin sepandin pêşniyara çalakiyeke bi vî rengî kir.

Divê ev yek weke gotina kesekî ya ‘Ez ê fedaî bim’ neyê fêmkirin. Teqez ev yek girêdayî hestên ku me anîn ziman kir. Hevrêyê wî yê ewil bû, diviya wate û qîmet bidiya wî.  Her wiha weke yekem hevrêyê Rêber Apo peyama; ‘Ez wisa me, çawa ku min destpêkê, dest pê kir ez a niha jî amade me ku bibim fedaîyê hevrêyê xwe. Ez tim li ser şopa Rêber Apo meşiyam û ez dikarim li ser şopa wî xwe fedaî jî bikim’ da.

Helbet vê yekê bandoreke mezin li me kir. Bandoreke mezin li hemû hevrêyan û gerîlayan kir. Ev yek hate wateya: ‘Divê em hemû fedaî bin. Divê em jî weke hevrê Fûat bin.’ Ev yek fikr û raman pêş xist.  Wê demê me bang kir û em axivîn.  Me li gel hevrê Abbas û Cûma bang kir û em bi hevrê Fûat re axivîn.  Me got; ‘Watedar û hêja ye. lê bel ji bo we tişteke bi vî rengî ne hewce ye.’ Nedibû ku em qet neaxivin.

Nizanim li ser navê Konseya Serokatiyê bersiv hate dayîn yan na. Lê belê bawer nakim, çimkîbi wan axaftinan bersivek hate dayîn. Bêyî dudilîçalakiya şexsî pêşniyar kir. Lê belê helwesteke gelekî watedar bû.  Helwesteke bi vî rengî jî hêzeke mezin da Partiya me.

‘XWEDÎ HELWESTEKE DIYAR BÛ’

Di civîna Îlona 2002’yan de bi awayekî fermî destpêka tasfîyekariya 2002-2004’an hate eşkerekirin.  Ew jî bi vî rengî çêbû: Ez û hevrê Fûat me bi hev re hereket dikir û em bi hev re dixebitîn. Ez ne şaş bim dîsa ji bo xebatên qadên îdeolojîk me di komîteyê de cih digirt. Wê demêmin li çapemeniyê dinêrî; Xebata Zanist û Pêşketinê. Hevrê Fûat jî di Komîteya Îeolojîk de bû û me gelek caran hevûdu dît.

Wê demê Dûrsûn Alî Kuçuk hebû, fermandarê biryargehê yê wê demê Ekrem hebû. Gelek caran dihatin. Kesên li nêzî wan jî hatin û diçûn.  Ger kar û erkek nebe em hema wisa nagerin.

Bi taybetî hevalên rêveber ji bo xebatan digerin. Yan jî ji bo dîtina hevrêyekî û seredana saziyekê em digerin. Lê belê ev yek jî gelek çênabe. Carekê çêdibe.  Em diçin hevalan dibînin yan jî dibêjin; ‘Em biçin filan hevrêyî bibînin.’ Lê belê ev jî gelek çênabe.

Dûrsûn Alî li ba me ye, Ekrem jî gelek tê û diçe. Min destpêkê ji Dûrsûn Alî re got; ‘Çima evqasî zêde têû diçe, ma karê wî nîne? Ma ne fermandarê biryargehê ye?’ Hin kesên din jî hebûn. Got; ‘Heval gelek caran tên û diçin.’ Min got; ‘Helbet wê werin û biçin, lê belê çima evqasî zêde tê û diçe?’  Piştre dîsa rojeke din Ekrem hat. Min ji Ekrem re got: ‘Careke din wiha zêde neyê û neçe, kar û barê me heye, hûn çi digerin li van deran?’

Min piştre dîsa ji Dûrsûn Alî re got: ‘Wiha nabe, ev dostanî ye. Di nava vê rêxistinê de dostanî nabe.’  Ji nişka ve got; ‘Em ne dost in.’  Hewl da rewşê normalîze bike. Min jî got: ‘Nabe ku em vê yekê qebûl bikin.’ Bersiveke nelicih da.  Min jî jê re got: ‘Em ê piştre li ser vê yekêbisekinin.’

Piştre min cara ewil ji hevrê Fûat re qala vê yekê kir. ‘Min jê re got: ‘Rewşa van bi vî rengî ye.’ Her du jî ji Dêrsimê ne ku hevrê Fûat jî wan nas dike. Min jê re got: ‘Têkiliya van ne normal e, ne têkiliyeke hevaltiyê ye. Ji aliyê zîhniyet û ferasetê ve dostaniyeke nêz ava kirine.’

Ez ne şaş bim wê demê hin kesên din jî hebûn li Xinêrê. Wê demê wê Civîna Navendî ya Îlonê bihata lidarxistin. Me bi hevrê Fûat re nîqaş kir û me got: ‘Em rwşa van di civîna navendî de bînin ziman, deşîfre bikin û mijarê fêm bikin.’ Me di civîna Îlona 2002’yan de ev kom deşîfre kir. Min û hevrê Fûat. Me lê nêrî ne sekna rêxistinê ye, ne têkiliyên rêxistinê ne. Di nava rêxistinê de weke komekê ne.

Jixwe em bi ser wan de çûn. Ew jî rabûn û gotin: ‘Erê em kom bûn lê belê ne komeke xirab bûn. Me dixwest em piştevaniya rêxistinê bikin, em komeke wisa bûn.’ Hevrê Cûma li dîwanê  bû û ew jî bi ser wan de çû. Em di wê civînê de bi ser wan de çûn. Her wiha zîhniyeta wan jî sekna wan jî sekneke lu lîberalîze dike, rêxistinê sist dike û helwesta li hemberî DYE’yê nerm dike bû. Helbet hevrê Fûat demildest helwesta xwe girt. Bi taybetî jî ji ber ku ew nas dikirin, dostanî û têkiliya wan dizanî. Helwesta xwe girt. Gelekî net û bibiryar bû.

Hevrê Fûat li hemberî vê tesfiyekariyê di kêliya destpêkê de helwesta xwe nîşan da. Vê yekê bingeha xwe ji ku digirt? Ji başnaskirina rêxistinê, nêrîna rêxistinî ya tevgera Apoyî çi ye, feraseta PKKê çawa ye, çand, exlaq û têkiliyên wê çawan in?  Ji ber ku ev yek baş dizanin û di îdeolojiyê de jî gelekî kûr bû demildest pê derxist ku têkilyeke derveyî rêxistinê heye û di Civîna Îlona 2002’yan de helwesta xwe nîşan da.

Piştre Civîna Navendî ya Tîrmeha 2003’yan hate lidarxistin. Di vê civînê de jî hevrê Fûat helwesta xwe nîşan da. Jixwe di Kongreyê de jî bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan da. Ev yek gelekî girîng bû. Helwesta hevrê Fûat a li hemberî tesfiyekariyê gelekî girîng e ku ew yekem hevrêyê Rêber Apo ye û beşdarî Civîna Bendava Çûbûkê bûye.

PÊVAJOYA KOMPLO Û TASFIYEYÊ

Helwesta bibiryar a hevrêyên kevn di vala derxistina plana tasfiyekirinê de, diyarker bû. Hevrê Fûat helwesteke zelal nîşan da; Her wiha hevrê Cûma û hevrê Abbas jî helwestek zelal raber kirin. Ev hevalan hem Rêber Apo û hem jî rêxistinê baş nas dikirin. Bi taybetî hevrê Fûat weke yek ji navên ku xeta Rêbertî û pêkhateya tevgerê herî baş nas kir, derket pêş.

Van helwestan di têkoşîna li dijî tasfiyeyê de rolek girîng lîstin û nehiştin ku zîhniyeta tasfiyeger bigihêje armancên xwe. Tesfiyegeriyê hewl da ku gelek zemînan ji bo xwe bi kar bîne: Hewl da ku gelek pêşketinên wekî destwerdana DYE’yê ya li Iraqê, pêvajoya komployê, zehmetiyên di nava rêxistinê de û zehmetiyên têkoşînê ji bo berjewendiyên xwe binirxîne.

Ji ber vê yekê karîbû bandorê li hin beşan bike. Lê belê, nekarîn bigihîjin gelek armancên xwe. Di vê alî de para Rêbertiyê ya di vala derxistina komployê de diyarker bû. Rêber Apo di aliyê li dijî komployê de, di têkoşîn û ronîkirin û deşîfrekirina van hewldanan de roleke dîrokî lîst. Kes li nirxandin û gotina kesî nenêrî, li jiyana hevrê Fûad mêzekirin û li aliyê din jiyana tasfiyegeran nêrîn. Ferqeke mezin heye. Ne gotinên wan, ne ramanên wan, ne têkiliyên wan û ne jî awayê jiyana wan şoreşgerî, ne mîna hev bû.

Yek ji bandorên girîng ên wê demê têkiliya xurt a hevrê Fûat bi yekîneya çapemeniyê re bû. Hema bêje hemû hevalên çapemeniyê di bin bandora hevrê Fûat de bûn û li dijî tasfiyekirinê helwesteke zelal nîşan dan. Helbet têkiliya me û hevrê Abbas bi çapemeniyê re jî hebû, lê hevrê Fûat di vê wateyê de têkiliyeke pir nêzîktir û xurtir ava kiribû.

Ji ber vê yekê hema bêje hemû çapemeniya wê demê li dijî tasfiyegeriyê helwesteke zelal nîşan da. Di pêvajoyên piştre de di qada çapemeniyê de jî lewazî çêbû, lê bi taybetî di demên kongreyê de helwest li dijî tasfiyekirinê raber kirine. Wan ev helwest heta asta teknîkî nîşan dan; Ne wêneyên tasfiyekaran kişandin û ne jî di kamerayê de tomar kirin. Dema ku dîmenên kongreyê hatin kişandin, wan pir cih nedan tasfiyegeran.

‘YÊ KU HERÎ BAŞ RÊBERTÎ FÊM DIKIR EW BÛ’

Dema ku Rêbertî ji bo têkoşîna li dijî tasfiyeyê û ji holê rakirina tasfiyeyê Komîteya Avakirina PKK'ê pêşniyar kir, yekem kesê ku pê fikirî hevalê Fûat bû. Weke yek ji damezrînerên PKK’ê hevrê Fûat hilbijart. Ji ber ku Rêbertî dizanîbû ku hevrê Fûat Partî û Rêbertî baş fêm kiriye û wê vê xetê bi awayekî herî rast temsîl bike û biparêze.

Hevrê Fûat bandoreke girîng li ser helwesta biryardar a Komîteya Avakirinê ya li ser xeta Rêbertî kir. Di vê pêvajoyê de bi azmûn, zanîna rewşenbîrî, helwest û nêzîkatiya xwe ya zelal roleke diyarker lîst. Bi taybetî piştî komploya tasfiyeger a Ferhat-Botan, bandora hevrê Fûat di têkoşîna li dijî tasfiyeyê de gelekî xurt û diyarker bû.

Li vir ez careke din diyar dikim: Di vê rêxistinê de kesê ku herî zêde Rêbertî fêhm kiriye, hest û xeta wî ya herî baş fêm kiriye û li gorî wê helwest pêş xistiye, her tim hevrê Fûat bûye. Ev rastiyeke girîng e ku divê were zanîn.

‘GELEKÎ GIRÎNGÎ DIDA TÊKILIYÊN MIROVAN, HEST Û ŞÊWAZÊ’

Cih û wateya hevrê Fûat a di nava vê tevgerê de gelekî girîng e. Rola hevrê Fûat a di watedarkirina rêxistinê, fêmkirina hêza wateya Rêbertî û girîngdîtin û rêxistinkirina wê de gelekî mezin e.

Dema ku ez qala rol hevrê Fûat a di nava rêxistinê de dikim, dixwazim vê yekê bibêjim: Hêza wateya vê rêxistinê jî heye. Jixwe hêza xwe ji wir digire. Li gel Rêber Apo rola hevrê Fûat jî di pêşketin û xurtbûna hêza wateya tevgera me de gelekî mezin e.

Ev tevger bes ne nêzîkatiyeke erênî ye, tu caran nebû tevgereke ku bes li dû bernameyekê ye, li dû rêznameyekê têkoşîn dike yan jî bi tenê xwedî armanceke siyasî ye. Erê, ew armancên wê hene lê belê ferqa vê tevgerê, PKK’ê ji partiyeke sosyalîst û partiyeke ku têkoşîna azadiya neteweyî dimeşîne û ji hêzên rizgariya neteweyî hêza wateya wê ye.

Ji ber vê yekê şaş e ku PKK bes weke tevgereke bernameyekê, rêznameyekê û tevgereke ku armancên wê yên siyasî hene, were nirxandin.  Hêza PKK’ê ne tenê ji van rastiyan tê. Ne pêkan e ku bes li gel wan pênaseya PKK’ê were kirin.

PKK tevgereke wisa ye ku wateyê li têkiliyên hevrêtiyê, dîrokê, şehîdan, nirxên çandî, hemû kesên ku di paşerojê xizmeta mirovahiyê kirine, pêxemberan û hemûkesên ku ji bo mirovahiyê û bedewiyê li ber xwe dane, bar dike. Wateyê li têkiliyên mirovan zêde dike. Nirxên di nabera mirovan de yên weke rêzdarî, hezkirin û piştevaniya civakî ne di çarçoveya madî de di çarçoveya manewî de pênase dike û wisa nêzîk dibe. Ji destpêkê gelekî girîngî daye manewiyatê; bawerî û hestan girîng dibîne. Tevger jî wiha bi hêz bûye. Dilsoziya ji Tevgerê re wiha  xurt bûye. Fedaîtî wiha derketiye holê. Di nava PKK’ê de mirovan bi vî rengî hêzû moral bi dest xistiye. Bi deh salan e berxwedan berdewam dike.

Hê jî di nava tevgerê de kesên ku beşdar bûne weke ku vê tevgerê nû dest bi têkoşînê kiriye di nava coş û kelecanekê de ne. Di afirandina vê moral û cîhana manewî, afirandina vê tevgera watedar de rola hevrê Fûat gelekî zêde ye. PKK hêza xwe jî ji vir digire. Di hêzbûna PKK’ê de girîngiya van hestan gelekî zêde ye. Teqez li gel hemû hevalan heye.

Hevrê Fûat gelekî girîngî dida têkiliyên mirovan, şêwaz û gotinê. Bes rastgotin girîng nedidît; rastgotina rastiyê, avakirina têkiliya rast û îfadekirina li ser bingeha rast jî gelekî girîng didît. Di rastgotênê de şêwaza rast yanî têkiliya di navbera amûr û armancê de jî gelekî girîng didît.

‘MÎNA FÎLOZOF, ZANA Û DERWÊŞEKÎ BÛ’

Hemû heval mîna filozof, zana û derwêşekî li hevalê Fuat dinêrin, lewma weke hêzeke wateyê, hêza fikirînê, yê xweş diaxive, xwedî hestên bedew û hevalekî baş pênase dikin.

Ji vî alî ve ev tevkarî ji bo vê tevgerê pir binirx e. Belê, girêdana vê yekê bi Rêbertî re heye, bi fêmkirina Rêbertî re heye. Yê ku herî baş ferq kirî û hîs kirî ku cîhaneke pir xurt a Rêbertî heye, hevalê Fuat e. Ev yek kir giştî, ji tevgerê re kir mal, pê ve gelek xerîk bû. Lewma hevalê Fuat bi şehadeta xwe hîn mezintir bû. Wê hîn zêdetir bi tevgerê bide qezenckirin, wê geşedanên hîn mezintir biafirine, wê tevgerê hîn xurttir bike.

Lê mirov kêmbûnekê hîs dike. Civînek çêbibe da ku em guhdarî nirxandinên felsefî yên hevalê Fuat bikin, behsa wî bike, nêzikatiyeke wiha nîşan bide… Mirov wiha kêmbûneke mezin hîs dike. Em hîs dikin ku ev aliyê me kêm bûye.

Ev di PKK’ê de heye, di nirxandinên PKK’ê de hene. Jixwe em timî ji Rêber Apo re behs dikin. Rêber Apo jixwe vê dide. Xwendina her gotina Rêber Apo, tenê nirxandineke siyasî na; zêdebûna hest, welatparêzî, hezkirina mirov, hezkirina civakê, heq, edalet û wijdan heye. Hemû gotinên Rêber Apo xwe digihînin ruh û hucreyên mirov.

Hêza Rêber Apo li wir e. Hêza dahûrandin û gotina wî li wir e. Ev wate û hest timî cihana me zindî dihêle. Hevalê Fuat jî têkildarî vê yekê xwedî hêzeke giring bû. Di vî alî de bi rastî jî mirov aliyê wî yê kêm hîs dike. Helbet hevalê Fuat hêza mezin a vê tevgerê ye, nemir e. Me hevalê Fuat winda kir, em nikarin bêjin mir. Bû nemir!

BI SEKNA XWE BÛ NEMIR, XWE KIR NEMIR

Bi sekna xwe bû nemir, xwe kir nemir. Lê hemû heval dê vê kêmbûnê hîs bikin. Gelo em wê kêmbûna ku hevalê Fuat bi şehadeta xwe ava kirî, çi jê bikin? Divê em vê kêmbûnê dagirin.

Helbet hevalê Fuat wê dagire; wê bi fikir, nivîs û meqaleya xwe dagire. Lê divê em jî bizanin ku wezîfeyeke me ya wiha jî heye. Tenê weke bernameyekê nirxandina PKK’ê nabe. Belê, em ê rastiyên PKK’ê; rastiyên siyasî, îdeolojîk, rêxistinî û çalakiyê hakim bikin. Em têgeha wê ya tifaqê, her tiştê wê hakim bikin. Lê bi van re, divê em vê zêdebûna hest, vê hêza wateyê û vê maneyê teqez di nava vê tevger û rêxistinê de bidin jiyîn.

Hevalê Fuat hevalê ewilî yê Rêbertî bû. Mîna hebûna Rêbertî, me nêz hîs dikir. Em her tim hebûna Rêbertî hîs dikin, lê hebûna wî jî ew bi me dida hîskirin. Rêbertî jixwe di nava vê tevgerê de ye, hevalê Fuat jî dijî, dibe temsîl.

Ji ber ku hevalê ewilê yê Rêber Apo jî bû, hestekî wiha çêdibû. Cihekî wî yê wisa hebû. Ev hêz dida rêxistinê. Çawa ku Rêbertî dibêje, ‘Şehîd ne bêxwedî ne, ez xwediyê şehîdan im.’ Hevalê Fuat jî xwedî bandoreke wiha bû: ‘Ez xwediyê Rêbertî me, ez ê xwedî lê derbikevim.’

WÊ DEWAM BIKE…