Hobîl: Gelê Suryanî yek ji damezrînerên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye
Serokê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Lahdo Hobîl got, xwedîderketina li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê erk û berpirsyariya dîrokî ya her Suryaniyekî ye.
Serokê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Lahdo Hobîl got, xwedîderketina li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê erk û berpirsyariya dîrokî ya her Suryaniyekî ye.
Hobîl cih û girîngiya gelê Suryanî di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê de ji ANF'ê re nirxand û bersiv da pirsên ANF'ê.
Hobîl da xuyakirin, gelê qedîm ê Mezopotamyayê gelê Suryanî, 2 hezar 500 sal in di bin serdestiya biyaniyan de, bêyî otorîteyeke xwe ya siyasî hewl dide hebûna xwe biparêze û got, "Di nava vê demê de firsendên ji ber hin valahiyên li erdnîgariya Mezopotamyayê derketin holê, ji bo gelê me bûn firsendên demkî. Dîroka gelê me bi komkujî, koçberî û êrîşên li dijî şaristaniya wan, dagirtî ye. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, li Mezopotamya û Rojhilata Navîn ji bo nasnameyên bindest rêyeke girîng vekir."
BI PARASTINA ŞOREŞÊ EM DIKARIN PÊŞÎ LI QIRKIRINÊ BIGIRIN
Hobîl anî ziman, gelê Suryanî nêzî 30 sal in tevî tevgerên pêşverû li dijî neheqiyê têdikoşe û diyar kir, di sala 2011'an de bi destpêkirina serhildanê li Sûriyeyê, berpirsyariyeke dîrokî ket ser milê gelên Kurd û Suryanî yên li Bakurê Sûriyeyê. Hobîl da zanîn, bi vê hişmendiyê KUrd, Suryanî, Ereb û nasnameyên din ên etnîkî û olî perspektîfeke çareserî û lêgerîneke hevpar afirandin û got, "Bi sîstema kantonan re bingeha modeleke demokratîk li Rojhilata Navîn hat danîn. Bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de pêngava şoreşgerî ya gelan, derket asteke bilindtir. Gelê Suryanî jî bi nasname û vîna xwe, cihê xwe di nava vê şoreşê de digire. Lewma Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji bo her Suryaniyekî, şoreş e."
Hobîl destnîşan kir, bi parastin û dewamkirina vê şoreşê re ew dikarin pêşî li qirkirinê bigirin û ragihand, berdêla wê çi dibe bila bibe, lazim ew vê projeya avakirina jiyana hevpar biparêzin.
SURYANÎ ÇIQASÎ JI ZEXTA MÊTÎNGERAN RIZGAR DIKIN, EWQASÎ JÎ JI XWE PIŞTRAST DIBE
Serokê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Lahdo Hobîl diyar kir, bi saziyên xwe yên jin, ciwan, çapemenî-weşan, siyasî û leşkerî Suryanî cihê xwe di nava vê sîstemê de digirin û got, "Gelê Suryanî ku yekem car tehma azadiyê kir, çiqasî ji zextên mêtîngeriyê rizgar dibe, ewqasî jî xwe digihînin rastiya xwe ya dîrokî û hê bêhtir bi xwe piştrast dibe."
Hobîl işaret bi Hevpeymana Civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê sûriyeyê kir û destnîşan kir, ev hevpeyman yek ji destûrên bingehîn ên herî demokratîk li cîhanê ye.
Hobîl diyar kir, di nava Hevpeymana Civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de hemû gel û nasname di asteke wekhev de tên dîtin û anî ziman, çareseriya pirsgirêkan û girtina biryaran jî wê di vê çarçoveyê de bi mutabaqatê be.
EM HÊ BI EWLE LI SIBEROJÊ DINÊRIN
Hobîl da xuyakirin, mafê bikaranîn û pêşvebirinê ya hemû nasnameyên etnîkî, çandî, olî bi vê hevpeymana civakî re hatiye ewlekirin û got, "Gelê Suryanî jî ji van biryaran moral girtiye û hê bi hêvî li siberojê dinêre.
Gelê Suryanî û gelên din, ji bo Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bibe xwedî sîstemeke hemdem gelekî hewl dan. Têkoşîna me di vî warî de meşand, encamên gelekî girîng afirand. Her mirovekî alîgirê demokrasiyê, dikare bi can û malên xwe vê sîstemê biparêze. Em dikarin vê sîstemê bi rengekî gelekî hêsan li cîhanê bidin naskirin û temsîlkirin.
Her Suryanî, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û hevpeymana civakî weke sîstemek ku vîna wan temsîl dike, dibîne. Gelê Suryanî yek ji endamên damezrîner ên vê sîstemê ye. Di heman demê de ev sîstem wê hê mezintir bibe û bibe modelek mînak a li gelemperiya cîhanê bê naskirin.
EM Ê SÎSTEMA LI ROJAVA LI PLATFORMÊN NAVNETEWEYÎ VEBÊJIN
Hobîl diyar kir, di asta herêmî de jî pêwîstiya her kesî bi modeleke demokratîk a hemdem a bi vî rengî heye û destnîşan kir, çareseriya pirsgirêkan bi vî awayî dibe.
Hobîl da xuyakirin, ku bi vegotina vê rastiyê re divê ew yekîtiya Rojhilata Navîn ava bikin û got, "Di heman demê de lazim e em li platformên navneteweyî girîngiya vê sîstemê ji bo mirovahiyê vebêjin û ji aliyê siyasî ve destekê bigirin."
Hobîl ragihand, di çarçoveya xebatên xwe yên dîplomatîk de ew ê li Ewropa û Amerîkayê vê sîstemê bidin nasandin û hewl bidin bidin qebûlkirin.
Serokê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Lahdo Hobîl got, "Di vê mijarê de, her ferdekî gelê me yê li derveyî welat, wê mîna sefîreke/î federasyonê tevbigere û bi vî rengî bixebite. Bi karekî hevpar li qadên siyasî û dîplomatîk, wê têkiliyeke xurt di navbera welêt û dîasporayê de bê afirandin."