Hiqûqnas Şahîn: Pêwendiya dozê bi hiqûqê re nîne

Hiqûqnas Mûharrem Şahîn diyar kir, îdîanameya têkildarî HDP'ê ji hiqûqê bêpar e û got, "Mirov nikare vê dozê bi hiqûqê vebêjin."

Hevserokê Şaxê Amedê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Mûharrem Şahîn diyar kir ku girtina HDP'ê wê encamên gelekî giran bi xwe re bîne û bang li hikumetê kir, ji bo dest ji vê helwestê berde. Mûharrem Şahîn li ser doza girtina HDP'ê ji ANF'ê re axivî.

Şahîn diyar kir, dema ku ew bi perspektîfeke berfireh li rewşê binerin, dibînin ku dewlet, civak, sîstem ji aliyê siyasetmedaran ve têne birêvebirin û got, "Siyasetmedar jî vê erkê di dema hilbijartinê de bi rêya partiyên siyasî werdigirin. Ev yek jî di nava rewşeke demokratîk de pêk tê. Ya ku ji bo demokrasiyê nebe nabe, partiyên siyasî û hilbijartine. Girtina partiyeke siyasî ne tenê wê partiyê eleqedar dike, di heman demê de mirovên deng dane wê partiyê ceza dike. Lewma dema ku mirov bala xwe didin ser îdîanameya dozê, dibînin ku di aliyekî xwe yê hiqûqî nîne. Cezayên ku beriya niha li wekîl, şaredar, endam û rêveberên partiyê hatine birîn weke hincet têne nîşandan. Ev ceza jî ji ber azadiya îfade û fikrê hatine birîn. Di biryara Demîrtaş de li gorî pîvanên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dest nîşan kiriye, yên hatine kirin sûc nîne. Ji ber vê yekê doza girtina HDP'ê hem ne li gorî destûra bingehîn e, ne jî ne wijdanî û ne însanî ye. Ev yek hewldanek ji bo xerakirina pergala civakî ye, bi hiqûqê nikare bê vegotin. Bi hinceteke 'eger veguherî be rêxistina sûcê wê bê girtin', ku hinceteke xumamî û neberçav e, doz lê hatiye vekirin."

YA KU GERGERLÎOGLÛ KIR DI NAVA HIQÛQÊ DE YE

Parêzer Şahîn bal kişand ser desteserkirina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû û got, "Birêz Gergerlîoglû mirovek û wekîleke ku li qada mafên mirovan dixebite. Karên ku dike jî li gorî demokrasî û hiqûqê ye. Tenê ji ber axaftina xwe, parlamenteriya wî hate betalkirin. Mirov nikare vê yekê bi hiqûqê û demokrasiyê vebêjin. Ya ku divê bê kirin vegera ji vê şaşitiyê ye. Ev hemû hewldanên plankirî û ji bo guhertina rojevê ne. Ji bo rojeva rastî binixumînin timî rojevên nerast ava dikin û welêt jî didin pey vê rojevê. Qala demokratîkbûn, hiqûq an jî reforma hiqûqê dikin û piştre jî ji bo girtina partiyekê dozê vedikin. Bi vî rengî kes ji we bawer nake."

'DIVÊ JI VÊ ŞAŞITIYÊ VEGERIN'

Hevserokê OHD'ê yê Amedê Mûharrem Şahîn bi bîr xist ku berê 6 partiyên ji heman kevneşopiyê hatin girtin, lê hîn bi xurtî hatin û got, "Hilbijêrên HDP'ê wê xwedî li partî û rêveberên xwe derkevin. Bê girtin, neyê girtin jî wê paşve gavê neavêje. Ya ku divê bê kirin vegera ji vê şaşitiyê ye. Eger muxalefet û rêxistinên civakî yên sivîl li hemberî polîtîkaya qeyûm bêdeng nemabûna, ev rewş îro rû nedida. Eger îro li ber vê hewldana li dijî HDP'ê ranebin wê bandorê li partiyên cuda jî bike."