Hîn jî agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nîne ku PDK'ê ew revandiye

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hate revandin, 63 roj in agahî jê nayê wegirtin.

Edîtorê servîsa Erebî ya Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê Silêman Ehmed 63 roj in winda ye. Silêman Ehmed di 25'ê Cotmehê de li deriyê sînor ê Pêşxabûrê ji aliyê yekîneyên PDK'ê ve hatibû revandin.

Ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed diyar kir ku Asayîşa Duhokê nahêle ew muwekîlê xwe bibînin û got, dosya radestî rêxistina îstîxbaratê ay PDK'ê Parastinê hatiye kirin.

Parêzerên ji Koma Parastina Silêman Ehmed, heta niha zêdeyî 10 caran serlêdan kirine lê belê hêzên PDK'ê têkildarî rojnamevan Silêman Ehmed ti agahî parve nekiriye.