Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên nebediyan di hefteya 414’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dewam kirin û careke din aqûbeta nebedibûyiyan pirsîn. Daxuyaniya ku ji ber Rewşa Awarte destûr nehate dayîn ku li Parka Koşûyolû were dayin, vê hefteyê jî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê hate dayîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê û gelek xizmên nebedibûyiyan amade bûn û wêneyên nebedîbûyiyan hatin hildan.
‘NEBEDÎ BIHATINA DÎTIN ROBOSKÎ PÊK NEDIHAT’
Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku bi salan e ji bo aqûbeta nebedîbûyiyan têdikoşin û heta nebedî bên dîtin û kujer bên darizandin wê têbikoşin. Bîlîcî anî ziman ku heke windayên di salên 1990’î de bihatina dîtin wê îro jî komkujiyên wek Roboskî û yên din pêk nehatina û heta berpirsên van nebedîbûyian dernekevin holê wê tu pirsgirêk neyê çareserkirin û aşîtî û demokrasiyek mayînde pêk neyê.
‘GUHERTINA DISTÛRA BINGEHÎN XETEREYAN ZÊDE DIKE’
Bîlîcî ji bo bidawîkirina Rewşa Awarte re carek din bang li rayedarên hikûmet û dewletê kir û wiha got: “Hevdîtinên makeqanûna bingehîn ku niha li meclîsê tên dîtin, xetereyek mezin dide mirovan. Divê distûreke ku hemû gel di nav de cih bigirin û her kes bikaribe xwe îfade bike bê çêkirin. Heke Distûra Bingehî wisa bê guhertin wê ti pirsgirêk neyên çareserkirin. Heke Distûrek Bingehîn li gor daxwaza gelan bê çêkirin, wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.” Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafan û bang li rayedaran kir ku Rewşa Awarte bi dawî bikin û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.
‘KUJERÊ HEVJÎNÊ MİN DEWLET E’
Pişt re çîroka Omer Onen ê ku di 14’ê Çileya 1994’an de li Çinara Amedê hatibû nebedîkirin hat vegotin. Hevjîna Onen, Nezîre Baran di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di kesayeta hevjînê xwe de hemû kesên ku hatine nebedîkirin bibîr tînim. Belê îro salvegera hevjînê min e û ev bû 23 sal winda ye. Hêj nasnameya me ya mehrbûnê nîn bû, wî ji me qetandin û windakirin. Dema hevjînê min windakirin Rewşa Awarte ya Tansu Çîler hebû, îro jî Rewşa Awarte ya Erdogan heye. Ji ber pêkanînên Rewşa Awarte wê demê me bi bi awayek tekûz nikaribû li aqûbeta wî bipirsin. Li gel pêkanînan jî ji çiyayan heta dar û deviyan her dever li nav hev xist, lê me wî nedît. Kujerê hevjînê min dewlet e û ez wî ji dewletê dixwazim. Ez demildest hestiyên wî dixwazim û bila faîlên wî bên dîtin. Heta ku aqûbeta hevalê min diyar nebe, ez ê heta dawiya dilopek xwîna canê xwe têbikoşim û dev ji vê dozê bernadim.”