BI DÎMEN

Hem mîrateya çandî diparêze hem jî perwerde dike

Hamûdê Elo ku alav û amûrên ji çanda Kurd li mala xwe kom dike, ji aliyekî ve xwedî li mîrateya çandî ya gelê Kurd derdikeve, li aliyê din jî perwerdeya saz û deng dide zarokan.

HAMÛDÊ ELO

Hamûdê Elo ji gundê Kurzelê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê niha li Şehbayê dimîne. Alav, amûr û sembolên ji çanda Kurd kom dike û salên dûr û dirêj ev yek li Efrînê kir. Ji ber dagirkeriyê neçar ma ku keda xwe ya bi salan li pey xwe bihêle û tevî vê yekê jî karê xwe nîvco nehişt û li Şehbayê dewam kir.

Hamûdê Elo ji ANF'ê re axivî û anî ziman ew ji bavê xwe hînî xwedîderketina li çanda Kurd bû û got, "Bavê min cotkar bû. Dilsozê xaka xwe bû, bi xaka xwe re bûbû yek. Mirovekî ku bi xakê re têkiliyeke xwe heye, dilsozê çanda xwe ye û ji bo parastina çanda xwe jî dikeve nava hewldanan. Bavê min jî yek ji wan bû. Alav û amûrên ji çanda Kurd timî kom dikir, diparast. Ji bo her sembolek neyê jibîrkirin ji zarokên xwe re qalê dikir bê tê çi wateyê."

HEMÛ LI EFRÎNÊ MAN

Hamûdê Elo anî ziman ku mala wî ya li Efrînê tijî sembolên çanda Kurd bû û got, "Hejmara sembolên çanda me ya li mala me ya li Efrînê gelekî zêde bû. Mîrateyeke çandî ya ji mezinên me mabû, hebû. Hemû li Efrînê ma. Çeteyan dest danîn ser mala me û gundê me. Dema me nema ku em mîrateya xwe ya çandî rizgar bikin. Çanda me ya ji mîrateya mezinên me mayî ji aliyê çeteyan ve hate talankirin, şikandin û şewitandin. Armanca wan tinekirina çanda me bû lê îro li Şehbayê me dîwarê mala xwe bi alav û amûrên ji çanda Kurd xemilandine."

ZAROKAN PERWERDE DIKE

Hamûdê Elo ku di nava zor û zehmetiyên mezin de alav û amûrên ji çanda Kurd komî ser hev dike got "Armanca min parastina çanda min e, pêşîgirtina li jibîrkirina çandê ye."

Hamûdê Elo ku di nava TEV-ÇAND'ê de ye, hîn di zarokatiyê de bala wî li ser çand û hunerê bû. Hamûdê Elo got, "Der dora 13 salî bûm. Min bi dizî radihişt tembûra kekê xwe û lê dixist. Mamosteyên min bi hunera min hesiya. Bi vî rengî min dest bi stranan û tembûrê kir. Ji sala 1986'an û vir ve li tembûrê dixim. Di salên 1990'î de hînî lêdana li orgê jî bûm. Min li dawetan stran got, li tembûr û orgê xist. Niha di nava karên çand û hunerê de me. Her wiha lêdana li tembûrê hînî zarokan dikim, perwerdeya deng didim zarokan. Dixwazim ku zarokên me li ser koka xwe şîn bibin. Zarokekî ku çanda xwe nas neke nikare xwe nas bike. Ji ber vê jî tiştên ji mezinên me hîn bûm e digihînim nifşên nû. Di nava van şert û mercan de perwerdeya tembûr, deng û hunerê didim zarokan û têkiliya wan a bi hunerê re xurt dikim."