Hejmartina dengên taybet li Kerkûkê destpê kir

Îro li Kerkûkê hejmartina dengên taybet destpê kir. Li Kerkûkê 16’ê vê mehê 40 hezar kes beşdarî dengdana taybet bûbûn.

Îro bi çavdêriya 100 endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê û di bin çavdêriya kamerayên çavdêriyê de li salona Komîsyonê dest bi hejmartina dengên dengdana taybet hate kirin.

Ew dengên ku îro tên hejmartin, 112 sindoq in û ji wan 110 sindoqên dengên taybet in û 2 sindoq jî sindoqên dengên giştî ne. Hejmara dengên van sindoqan jî ji 40 hezarî zêdetir e.

ÇIMA EV DENG GIRÎNG IN?

YNK çaverê dike ku nîvê van dengan bi dest bixe û bi vê yekê jî YNK û Kurd li Kerkûkê bi hêz dibin. Li gel vê yekê îhtimala wê yekê heye ku kursiyek li kursiyên YNK’ê zêde bibe.

Bi heman awayî Newey Niwê jî çaverê dike ku di nav van dengan de dengên wê jî hebin û bi wan dengan bikare kursiyekî li bajêr bi dest bixe. Ereb û Tirkmenên Kerkûkê jî heman tiştî çaverê dikin.

Wisa tê texmînkirin ku îro hejmartina van dengan bi dawî bibe û piştre jî encama wan ji raya giştî re bê ragihandin.

Hêjeyî gotinê ye ku dengdana taybet ji bo polîs, artêş û awareyên nav Iraqê tê kirin û dengdana giştî jî ji bilî van her sê koman ji bo hemû gelên Iraqê tê kirin ku ne hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ne. Ji ber ku Kerkûk û navçeyên veqetandî yên Kurdistanê ser bi Iraqê ne, xelkê van deveran wek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nayên hesibandin.