Hejmara leşkerên ku di helîkoptera ketibû xwarê de mirîbûn derket 11’an

Di helîkoptera ku li Tetwanê kete xwarê de hejmara leşkerên mirî ku di nava wan de Fermandarê Hêza 8. ya Elezîzê Korgeneral Osman Erbaş jî hebû derket 11 kesan.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk di helîkoptera ku îro piştî nîvro li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ket xwarê de hejmara leşkerên mirî derket 11 kesan. 2 leşker jî birîndarin.

Rayedarên Tirk diyarkirin ku hejmara leşkerên mirî yên di helîkoptera ku îro ket xwarê derket 11 kesan. Tê diyarkirin ku 2 leşker jî birîndarin.

têkildarê sedema ketina helîkopterê heya niha agahiyek nehatiye bidestxistin.