HDP'î bi piştgiriye xurt ber bi Bedlîsê ve dimeşin

Beşdarên Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê ber bi Bedlîsê ve bi rê ketin. Meşvan li her cihî bi tilîlî û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Parlamentera HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku astengî wê bi ser nekevin.

Baskê Colemêrgê yê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê piştî Wanê berê xwe da Bedlîsê. Tevî Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Alîkarê Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran û gelek parlamenter; meşvan bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Ajokaran bi qorneyê, şeniyên li herêmê jî li şaneşînên xaniyên xwe meşvan pêşwazî kirin.

Meşvanên ku li nêzî Tetwan a Bedlîsê navber dan, li cihê bêhnvedanê govend gerandin. Piştre jî ber bi navenda Tetwanê ve bi rê ketin. Li bajêr dorpêçiya polîsan balê dikişîne. Tevî vê yekê jî gel bi nîşaneyên serketinê û dirûşman konvoy pêşwazî kir.

TAŞDEMÎR: EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN

Meşvan piştre li avahiya HDP'ê ya navçeyê bi gel re civiya. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku armanca meşê çareseriya pirsgirêka KUrd û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye.

Taşdemîr got, "Em zanin ku gelê Bedlîsê bi me re ye. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."

Meşvanan piştre bi konvoyê berê xwe dan navenda Bedlîsê.