Gun, dawî li greva birçîbûnê ya 90 rojan anî

Cenazeyê Mûrat Gûn ê ku di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a di 7’ê Mijdara 2016’an a li bejahiya Geliyê Çat ê Dersimê de jiyana xwe ji dest dabû, di encama berxwedana bavê wî ya greva birçîbûnê ya 90 rojan de wê li warê wî Xozatê bê veşartin.

Gun, bi daxuyaniyekê diyar kir ku dawî li çalakiya greva birçîbûnê ya 90 rojan aniye û got: “Piştî berxwedanan 90 rojan û şûnde, ez gihiştim hestiyên kurê xwe, kêfxweş im.”

Li Geliyê Çetê yê Dersimê di 7'ê Mijdara 2016'an de balafirên şer bombe barandibûn. Di encama êrîşa hewayî de Mûrat Gun jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê bavê Mûrat Gun Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 90 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Kemal Gun, piştî tekoşîna 90 rojan îro gihişt hestiye kurê xwe û bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anî.

Hefteya bihurî heyeta baroyên Amed û Dersimê bi walî û dozger re hevdîtin kirin. Li ser hevdîtinê Walî û Dozger soz dan heyetê ku cenaze di nava 2 rojan de bidin malbatê. Cenazeyê ku Saziya Tipa Edlî 7 roj berê cenazeyê Murat Gun da Kargoya PTT'ê. Piştî 7 rojan cenaze di kargoya PTT'ê de hat hiştin îro cenazeyê Mûrat Gun gihandin malbatê.

Piştî malbatê û walîtiyê li hev kirin ku cenzayê Gun li Navçeya Xozat a Dersimê bê definkirin Bav Kemal Gun vegeriya Qada Seyîd Riza û li vir daxuyanî da. Gun, diyar kir ku piştî ew gihişt hestiyê kurê xwe dawî li çalakiya xwe tîne û wiha got: "Piştî berxwedana 90 rojan, ez gihiştim hestiyê kurê xwe. Ez kêfxeş im.

Hat diyarkirin ku wê sibê piştî merasima cenaze, Gun li nexweşxaneyê bê razandin.