Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 5’emîn re didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 5’emîn hate dewrstendin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewrstendina koma 5’emîn didome.

Beriya ku çalakî bê dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 4’emîn Nûredîn Kaya axivî.

Nûredîn Kaya di destpêka axaftina xwe de cangoriyên erdheja 6’ê Sibatê bi bîr anî û wiha got: “Ji bo kesên ku di erdehê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re em şifayê dixwazin. Armanca çalakiya me şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Heta ku em serokê xwe bi fîzîkî azad nekin em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Ev 23 meh in me tu agahî ji Rêbertî nestendiye. Em bang li tevahî cihên peywendîdar dikin ku li erka xwe xwedî derbikevin.”

Piştî axaftinê çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ hat dewirgirtin.