Girtîgeha Tîpa T a Wanê veguheriye qada îşkenceyê!

Girtiyên siyasî Zana Kaya, Nerîman Ûral û Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ne, bi rêya malbatên xwe qala binpêkirina mafên mirovan kirin û gotin, Girtîgeha Tîpa T a Wanê veguheriye qada îşkenceyê.

Li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tên qedexekirin û hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin. Li gel van qedexeyan, îşkence û êrîşên li dijî girtiyan jî derketine asta herî bilind. Di rojên dawî de ji gelek girtîgehan agahiyên xeternak tên û ev yek jî nîşan dide ku jiyana girtiyan di nava rewşeke xetere de ye.

Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê binpêkirina mafên mirovan roj bi roj zêde dibin. Li girtîgeha Wanê, ku bi îşkenceya bi rêbazên hîzbûllah û 'Esat Oktay ê  duyemîn' kete rojevê, mafên mirovan di asteke tirsnak de tên binpêkirin. Girtiyên bi navê Zana Kaya, Nerîman Ûral û Hevseroka DBP’ê a Wanê Sevînç Şeker, ku di 2'ê Sibata 2017'an de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin, bi rêya malbatên xwe qala îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Wanê kirin.

'GIRTIYAN TAZÎ DIKIN Û BI VÎ RENGÎ WAN SAX DIKIN'

Girtiyê siyasî yê bi navê Zana Kaya diyar kir ku midûrê duyemîn ê girtîgehê bi 15 gardiyanan re dikeve qewîşan me û gefa, 'Ez ê bibim Esat Oktay ê we' li wan dixwe û got, "Gardiyan bi îşkence û kiryarên xirab gefan li me dixwin. Me tazî dikin û bi vî rengî me sax dikin. Di dema sewq û sirgûnê de destwerdana fîzîkî ya di bin navê lêgerîna li ber derî tê kirin. Dest û lingên girtiyan ji pişt ve tê girêdan û bi rengekî tazî lêgerîn li wan tê kirin. Tevî ku hincetek nîne jî, rojname, kovar û pirtûk ji girtiyên siyasî re nayên dayin. Pêşî li mafê agahîgirtinê tê girtin."

'AV Û ELEKTRÎKÊ LI SER GIRTIYAN DIBIRIN'

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker a ku di 2’ê Sibata 2017'an de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin jî bi rêya malbata xwe bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û got, "Li girtîgehê hemû mafên me yên jiyanê tên astengkirin. Li girtîgehê av li ser me birîne, rojname, kovar û pirtûkan nadin. Dîsa nameyan bi derengî didin û di asteke dijwar de zextan li girtiyên jin dikin. Her wiha li ser girtiyan zextên derûnî tê kirin û dixwazin girtiyan ji aliyê ve têk bibin."

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Bavê Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker, Ahmet Şeker diyar kir ku ji ber keça wî xebatên siyasî meşandiye ew hatiye girtin û got: "Tevî ku ti gunehê keça min nîne jî di girtîgehê de ye. Li gel vê bê edaletiyê niha hemû mafên wan ên jiyanê li girtîgehê tê birîn. Di dema hevdîtinan de zextê dikin, her wiha av û elektrîk li ser wan birîne. Wekî din, name, kovar, pirtûk û rojnameyê nadin wan. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî vê binpêkirinê dengê girtiyan bibihîze û xwedî li wan derkeve."