Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şemzînan û Çelê li dagirkeran da

HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şemzînan û Çelê çalakî kirine. Li Şemzînanê kontrayek hate kuştin û kontrayek birîndar bû. Di çalakiya li Girê Stûna yê Çelê jî gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) têkildarî çalakiyên gerîlayan yên li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG'ê got di çalakiya gerîlayan a li Şemzînanê de kontrayek hate kuştin û kontrayek birîndar bû. HPG'ê got li Girê Stûna yê Çelê jî gelek leşkerên dijmin hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

'LI DIJÎ WESAYÎTÊN DIÇÛN GIRÊ HARÛNA ÇALAKIYA SABOJATÊ HATE KIRIN'

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 23’ê Tîrmehê saet 06:45’an li dijî 2 wesayîtên kontra yên ji navçeya Şemîznan a Colemêrgê ber bi Girê Harûna ve ji bo leşkeran bigrin ve diçin çalakiya sabotajê lidarxsit. Di çalakiyê de wesayîtek hate rûxandin, wesayîta din jî derbe xwar û kontrayek hate kuştin û 2 kontra jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker cihê çalakiyê û derdora wê bi çekên giran biseruber gulebaran kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

LI ÇELÊ LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

Roja 23’ê Tîrmehê saet 00:10’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Stûna yê sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaaran nehate testpîtkirin.

ŞIVANÊN BI NAVÊ VALÎ ÇEVÎK Û HEMÎN DEMÎR JI ALIYÊ LEŞKERÊN TIRK VE HATINE KUŞTIN

Roja 9’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çiyayê Fila yê herêma Besta a Şirnexê şivanên bi navê Valî Çevîk û Hekîm Demîr qetil kirin. Herdu welatiyên me yên ji gundên Bîryan û Kronê bi awayekî zanebûn ji aliyê leşkerên faşîst ve bi hovane hatine qetilkirin û ev sûcê xwe yê dij mirovahiyê xwestine bi rêya çapemeniya hawûzê bixin stuyê hêzên me de. Ev bûyer bixwe ji aliyê leşkerên dagirker ve hatiye kirin. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk ji van nûçeyên bi armanca şerê pîskolojîk tê kirin bawer neke."