Li Mexmûrê coşa pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coş û kelecanek mezin hat pîrozkirin.

LI MEXMÛRÊ ŞAHIYA 27’Ê MIJDARÊ

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê bi dirûşmeya ‘Bi Germahiya Silavên Rojê 47’emîn Salvegera PKK’ê Li Mirovahiyê Pîroz Be’ hate pêkanîn.

Şahiya ku li Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê hate lidarxistin ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji bo wateya rojê denge Rêber Apo hate guhdarkirin û şahî bi axaftina hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Fîlîz Bûdak destpê kir.

Qada şahiyê bi pankartên ‘PKK Heqîqet û Îradeya Mezopotamya yê’, ‘Têkoşina Azadiyê Ku PKK Pêşxistiye Cîhanê Ronî Dike’, ‘PKK Evînek Bê Dawiye’, alên PKK, wêneyê Şehîdên Azadiya Kurdistanê û Posterên Rêber Apo hatibû xemilandin.

Di pîrozbahiyê de Koma Govendê Stiya Nexşê, Koma Sentera Qereçox, Hozan Welat û Hûnermend Mem Ozan bi stran û awazên xwe coşa şahiyê bilindtir kirin.

‘RÊBER APO MOHRA XWE LI SEDSALÊ XIST’

Kadrî Şîrîşeyî yê ku di şahiyê de axivî coş û kelecana xwe anî ziman û cejna damezrandina PKK’ê û cejna azadiyê li Rêber Apo, li şervanên azadiyê, li dîlên azadiyê, hemû gaziyên şoreşê û hemû civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz kir. Kadrî Şîrîşeyî got, “Wate û girîngiya vê cejnê ji bo Kurdistanê wek mîladekî ye. Çawa ku her gel xwedî çand, dîrok û nasname ne, gelê Kurdistanê ji van mafên xwe bi sedan sal in, bêpar hatiye hiştin. Di kesayeta Rêber Apo de ev dîrok hate sererastkirin. Rêber Apo mohra xwe li sedsalê xist. Di şexsê heval Rojger û heval Asya de em hemû Şehîdên Azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Îro em li ser keda wan jiyan dikin.”

Wesîla Gabarî jî 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, Şehîdên Azadiyê, gelê Kurd, şervanên azadiyê, dîlên azadiyê pîroz kir. Wesîla Gabarî wiha axivî, “Em Kurd hene û em ê ser bikevin. 27’ê Mijdarê cejna me Kurdan e. Em li pişt Rêbertiya xwe, li pişt gerilayên xwe ne.”

Sakîne Toprak a ku di şahiyê de axivî jî cejna salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo û hemû gelên bindest pîroz kir. Sakîne Toprak got, “27’ê Mijdarê wekê serkeftinekê ye. Weke ciwan em 27’ê Mijdarê tevahî gelê Kurdistanê pîroz dikin.”

Şahiya ku li navenda Çand û Hûnera Mexmûrê hate lidarxistin li dora agir bi gerandina govendê bi dawî bû.