Gelo bombeya kîmyewî jî avêtin Mexmûrê?

Mexmûriyan diyar kirin, bombeyeke ku dewleta Tirk avêt herêma Mexmûrê û li tehtekî ket, ji bombeyên din cuda bû. Mexmûriyan bal kişandin ser şewata ji ber teqînê û bêhna ku piştre li derdorê belav bû û gotin, dibe ku çeka kîmyewî be.

Artêşa Tirk di saetên destpêkê yên 15'ê Hezîranê de bi 30 balafirên şer, tevî ÎHA û SÎHA'yan bombe li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Ji ber bombardûmanê gelek xanî û axurên gundiyan xera bûn û şewat bi zeviyan ket. Dîmenên nû yên êrişa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê eşkere bûn. Ji dîmenan tê dîtin ku bombeyek hate avêtin naşibe bombeyên din.

Ev bombe li tehtekî dikeve, lê belê tevî ku cihê lê dikeve hemû tehte dibe sedema şewateke mezin. Şewatê jî demeke dirêj, çend saetan dewam kir. Şêniyên Mexmûrê yên hatin cihê bûyerê gotin, ku bêhna sêvê û bêhnên cuda hatine wan û qirika wan şewitiye. Şêniyên Mexmûrê dibêjin ku bombeya hatiye avêtin bombeyeke kîmyewî bû û dixwazin bê lêkolîn.