Gelê Reqayê bi şervanên azadiyê kêfxweş e

Şêniyên Reqayê dan xuyakirin, ku ew kêfxweş in ji ber ku dagirkeriya DAIŞ'ê ya li ser axa wan tê şikandin û gotin, "Em hêvîdar in wê bajarê me di demeke nêz de rizgar bibe."

Di çarçoveya qonaxa 2. a Pêngava Xezeba Firatê de, rojavayê Reqayê ji dagirkeriya DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Şêniyên vê herêmê, bi kêfxweşiyeke mezin şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê pêşwazî dikin.

Şêniyên Reqayê dan xuyakirin, ku ew kêfxweş in ji ber ku dagirkeriya DAIŞ'ê ya li ser axa wan tê şikandin û gotin, "Em hêvîdar in wê bajarê me di demeke nêz de rizgar bibe."

Welatiyan diyar kirin, li nava bajarê Reqayê gelek nasên wan hene, ew ji bo wan di nava fikaran de ne, lê belê pê bawer in ku şervanên Odeya Çalakiyê wê xizmên wan jî rizgar bikin.

Ji şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê Ebû Fîras qala kêfxweşiya gel dike: "Divê were fêhmkirin, rewşa li Reqayê ne tenê têkçûna çeteyan e. Serketina leşkerî ya li Reqayê serketineke mezin e. Lê belê serketina herî mezin ew e ku gel rewş fêhm kiriye. Lewma serketina mezin a QSD'e ew e, ku gel pê piştast e û destekê dide hêzên me.

Weke QSD'ê em ê DAIŞ'ê ji Reqayê û tevahiya axa Sûriyeyê derxînin. Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Çerkes, hemû gel û baweriyên cuda, em ê Sûriyeyeke Demokratîk bi rengekî azad û wekhev ava bikin û jiyaneke nû bafirînin."