Gelê Çewlîgê dixwaze agir vemirîne, lê leşkerên Tirk nahêlin

Bejahiya Dara Hênê ev 3 roj in dişewite. Gelê herêmê hewl dide agir vemirîne, lê leşkerên Tirk nahêlin.

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, bejahiya gundên Sîvan, Doganli û Sûverenê ku weke "Herêma Ewlekariyê ya Taybet" hatiye ragihandin, 3 roj in dişewite.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li herêma ku Qereqola Jendermeyan a Guzeldere û Qereqola Jendermeyan a Sûverenê lê ne, leşkeran agir berdan darên li derdora qereqolê û şewat bi vî rengî derket. Şewata ku destpêkê li cihekî biçûk bû, ji ber ku dest lê nehate werdan belav bû. Ji ber ku herêm li mirovan hatiye "qedexe"kirin, destûr nayê dayin ku gundî agir vemirînin.

Şewat ji doh ve nêzî gundan bûne û gundî hewl didin pêşî lê bigirin.