Gel namzetan bi coş pêşwazî dikin

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li navçe û bajaran bi gel re dicivin. Di şahiyan de gel xwedî li namzetan derdikevin, tecrîd protesto û çalakvanên grevan silav kirin.

ÎPEKYOLÛ: HDP’ê li ser rêya Ordû ya navçeya Îpekyolû ya Wanê bi şahiyeke heybet buroya hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê HDP’ê ya Wanê Mûstefa Avci, Bedîa Ozgokçe Ertan, namzetên hevşaredariya Îpekyolû Azîme Yacan û Şehzade Kurd, li gel hevserokên HDP’ê û BDP’ê û sedan kesî hate vekirin. Tevî hemû astengiyên polîsan girseyê heta pêşiya avahiya HDP’ê meşiyan.

ElBAK: Xebatên namzetên hevşaredariyê Şengûl Polat, Erkan Acar yên ji bo hilbijartina xwecihî ya li navçeya Elbak a Wanê dewam dikin. Namzet li taxa Qizilcan û Kadan bi gel re civiyan. Namzetên li gel rêveberên HDP’yî û DBP’yî bi coş ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.

ERDÎŞ: Namzetên hevşaredariyê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala li navçeya Erdîş a Wanê serdana esnafan kir. Nazetên li kargehên welatiyan geriyan guh dan esnafan. Esnafan diyarkir ku qeyûman ji bo wan tiştek nekiriye.

SERAY: Namzet Caziye Dûman û Şahabettîn Bîlmez di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana welatiyên li taxa Qûrecenê kirin. Namzet li vir bi coş û alên HDP’ê hatin pêşwazîkirin. Her wiha nexweş û kesên kal ên li taxê jî hatin ziyaretkirin.

EBEX: Namzetên hevşaredariyê Leyla Atsak jî serdana gundiyan kir û li ser xebatên şaredariyê bi wan re axivî. Atsak a li vir guh da gel û pêşniyarên wan, daxwaz ji gel kir ku 31’ê Adarê xwedî li vîn û sindoqan derkevin.

ŞAX: Li Şaxê jî namzet Esra Babûr û Mûrat Bozdemîr li taxa Çilga serdana malan kir, bi malbatan re li ser tecrîd û hilbijartinê agahî hatin parvekirin û nêrîn hatin girtin.

BİTLİS

Bitlis'in Hizan ilçesinde HDP Bitlis Milletvekili Celadet Gaydalı, Hizan Belediyesi eşbaşkan adayları Dilek Aslan ve Erkan Çetin ile beraberindeki HDP yöneticileri, seçim çalışmaları kapsamında esnafı ziyaret etti. Yoğun ilgi ile karşılaşan HDP’liler, esnafın sorun ve önerilerini dinledi.

MÛR: Li Mûşê jî xebatên hilbijartinê yên namzetan bê navber dewam dike. Namzet di saetên şevê de ji bo gel proje û hişmendiya şeredariya xwe dibêjin. Bi rojê jî malbat û esnafan serdan dikin. Parlementera Mûşê ya HDP’ê Şevîn Coşkûn, namzetên hevşaredariyê Sîbel Genç û rêveberên HDP’yî di çarçoveya xebatan de jî serdana malbatên girtiyan dikin.

KOP: Li Kopê jî li gel Hevberdevka HDK’ê û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît li navenda bajar buroya hilbijartinê hate vekirin. Di vekirina buroyê de gelek kes amade bûn. Li vir namzet Eylem Sarûcan axivî û Guven silav kir. Kiliçkoyîgît jî bal kişand ser grevên birçîbûnê.

GIRGIM: Namzet Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin li kolanan gel serdan kirin. Gel di serdanan de nerazîbûnên xwe yên li hember qeyûman vegotin, diyar kirin ku wê 31’ê Adarê bersivê bidin wan.

MILAZGIR: Li Milazgirê jî namzet Erdal Çakar û Munaver Çeylan li gel Parlementera Mûşê Gulistan Koçyîgît serdana bajarokê Şaripinar kir. HDP’yiyên serdana qehwan kirin, serdana kes û malbatên kesên li gundê Adaksûyê hatibûn girtin û piştre hatibûn berdan kirin.

ŞIRNEX: Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahemt Şik piştî serdan Cizîr a Şirnex derbasî Slopiyayê bû. Namzetên şaredariya Silopiyayê Edalet Fîdan û Sileyman Şavlûk, Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş û gelek kes ên li gel Şik cih girtin, derbasî Kolana Sanatê bûn. Esnafên li ser rêya 1’ê û 2’yê ziyaret kirin. Gel eleqeyek zêde nîşanî Şik dan. Balkêş e di dema serdana HDP’yiyan de polîsan dîmen dikişand. Gel nerazîbûn nîşanî vê helwesta polîsan da.

HEZEX: Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz namzetên hevşaredariyê Songul Erden û Mûrat Şen jî di nav de komek qelebalix serdana esnafan kirin.