Fermandariya Giştî ya YPG'ê: Em ê li gorî biryarên Astanayê tevnegerin
Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser danûstandinên li Astanayê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ew ê li gorî biryarên li wê derê bên girtin tevnegerin.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser danûstandinên li Astanayê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ew ê li gorî biryarên li wê derê bên girtin tevnegerin.
Fermandariya Giştî ya Yekîteyên Parastina Gel (YPG) li ser danûstandinên li paytexta Kazakîstan Astanayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li paytexta Kazaxistanê Astanayê bi sponseriya Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê civîn, hat lidarxistin. Wek YPG′ê em dibînin ku aliyên beşdarî civînê bûne parçeyek ji aloziya herêmê ne û ti çareserî di destê wan de nîne.
Em dibînin ku alozî bi rêya projeya demokratîk, biratiya gelan ku bi saya Rêveberiya Xweser pêk hat, tê çareserkirin.
Em ji bo beşdariya civîna Astana nehatin vexwendin. Ji ber vê em li gorî biryarên ku di vê civînê de têne girtin, tevnagerin. Ev biryar tenê girêdayî aliyên beşdar e. Em hêvî dikin ku şerê Sûriyeyê û rijandina xwînê bi dawî bibe û çareseriyeke demokratîk ji bo aloziya herêmê were dîtin."