Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê: Em ê tola Mam Zekî hilînin

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bibîr xist ku bi êrîşa li hember Mam Zekî dixwestin fermana nîvço mayî temem bikin û anî ziman ku wê tola Mam Zekî hilînin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li Şengal ku endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bibû, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrîşê de 3 şervanên YBŞ’ê yên li gel Şengalî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Dî dîroka 15’ê tebaxa 2018’an de di salvegera komkûjiya Koço de bi destê berpirsên fermanê û qirkirina Koço êrîşek din pek hat. Di vê êrîşa bêbext de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd ket. Ev êrîşa bêbext di saet 4’ê êvarê di dema vegera merasîma Koço de hate pêk anîn. Di dema vê êrîşê de 3 hevalên ku bi heval Zekî re diman û bi erka ewlekariyê li gel bûn, birîndar bûn. Çîroka bêbextiya Koço xwe car din zindî kir. Qetlîama Koço, ya ku di 15’ê Tebaxê de pêk hatî, hişmendiya dijminatî û zalimtiya li ser gelê vê xakê bû.

Şêwazê bi ser de hatina 15’ê tebaxa 2018’an, resmê erîşa li reseniya me û hişê dîrokî yê dijminê me ye. Ev hemû êrîş jî di dîrokên plankirî de hatiye pêkanîn. Lewra di 15’ê Tebaxê de pêkanîna êrîşek bi vî rengî xwedî wateyek bi çi rengê ye ev yek tê zanîn.

‘ÊRÎŞ TEMAMKIRINA FERMANÊ YE’

Di şexsê kedkarê avabûna me, rêberê têkoşîna me Mam Zekî de êrîşa ku pêk hatî hişekî dîrokî û tolhildana dîrokî ya ji Êzîdxan, gelê bindest, civaka azadixwaz e. Êrîşa li ser Mam Zekî plan û xwesteka temamkirina fermanê ye. Kesayeta Mam Zekî li pêşiya fermanê sekinî, xwest bi zanîstî rêxîstîn û yêkîtîya gelê me ava bike û hemû hebûna xwe xist xizmeta vê armancê, ji ber vê yekê hat hedefgirtin.

‘TOLA MAM ZEKÎ WÊ BÊ RAKIRIN’

Em wek YBŞ û YJŞ’ê dibêjîn ku ê bi vê êrîşa sûltanê DAIŞ’ê re bûyî hevkar û bi ferasete bêbext a Erdogan re, di şexşê Mam Zekî de êrîş li ser civaka Êzidî anîn, wê hesab bidin. Wê tola Mam Zekî bê rakirin. Wek YBŞ me bi têkoşîn û berxwedaniya xwe nîşan da ku her dilopek xwîna şehîdan, me mezîntir dike, gav pêşde dide avêtin. Her dilopek xwîna şehîd wê bibe sitûna yekîtiya gelê me û mezînbûna YBŞ û YJŞ’ê.

‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ XEYALÊN MAM ZEKÎ’

Her wiha di derheqê vê êrîşê de pêwîst e hêzên peywendîdar helwesta xwe dIyar bikin. Wê ev êrîşa dewleta Tirk û hevkarê wê ji wan re nemîne. Em ê sekin û tekoşîna Mam Zekî bikin hêz û sekna YBŞ û YJŞ’ê. Li ser vê xakê ti êrîş wê bêbersîv nemînin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî gelê xwe, nirxên xwe biparêzin. Em ê bibin şopdarên xeyalên Mam Zekî û hêza parastina xwe mezîn bikin, azadîya vê xakê misoger bikin. Em soza têkoşînê û mîsogerkirina serkeftînê didin Mam Zekî. Em ji Mamê xwe re dibêjîn ku em ê tola te ji dijminan re nehelîn.”