Şîraz Nîdal ku piştî bingeha fikrî ya Şoreşa Rojava nas kir perwerdeya xwe ya Tipê nîvco hişt û tevlî nava refên YPJ'ê bû, li eniyên berxwedanê yek ji fermandaran e. Şîraz Nîdal got, "Em ew şervan in ku xwedî armancê ne. Bi ruhê fedaî em ê heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiyê têbikoşin."
Berxwedana QSD'ê ya li Bendava Tişrînê, gundên derdorê û Pira Qereqozaxê ji 8'ê Kanûnê û vir ve dewam dike. Berxwedaneke bi vî rengî li gel çîrokên lehengiyê yên gel û şervanan ebedî dibe. Yek ji pêkhateyên bingehîn ên QSD'ê YPJ ye ku di vê berxwedanê de ji destpêkê ve heye. Ji fermandarên YPJ'ê Şîraz Nîdal ku yek ji berxwedêran e, çîroka wê balê dikişîne. Şîraz Nîdal di nava şervanên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Ermen û Tirkmen de xwedî cihekî taybet e. Carna bi stranan, carna jî bi henekên xwe moralê dide hevalên xwe. Bi coş û moral têdikoşe.
JI EREBISTANA SIÛDÎ BER BI HELEBÊ VE
Fermandar Şîraz Nîdal ji Erebistana Siûdî ye. Min firsend dît ku li qada şer Şîraz Nîdal bibînim, pê re sohbet bikim û wê nas bikim. Şîraz Nîdal ji bo perwerdeya Tip û hemşîretiyê di sala 2018'an de hat bajarê Heleb ê Sûriyeyê. Şîraz Nîdal qala tevlîbûna xwe ya li nava refên YPJ'ê kir: "Min gelekî hez ji xwendina pirtûkan dikir û lêkolînên xwe timî bi pêş ve dibir. Her ku min xwend, min bingeha fikrî ya Şoreşa Rojava fêhm kir. Wê demê vî fikrî gelekî bandor li min kir. Bi vî rengî min YPJ nas kir. Her ku min YPJ nas kir min li wateya jiyana xwe pirsî. Eger mirov nikaribe wateyê tevlî jiyana xwe û derdora xwe bike, hingî bê wate ye. Lêgerîna li azadiyê jî encamek ji vî fikrî bû.
5 SAL IN LI NAVA REFÊN YPJ'Ê YE
Bi vê têgihiştinê sala 2020'î tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê timî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir. Li hemberî van êrîşan em di nava amadekariyan de bûn. Me hêzên xwe bi rêxistin kir. Serketina berxweedana îro encamek ji van amadekariyan e."
XWE DISPÊRE HILWEŞÎN Û TALANÊ
Ji fermandarên YPJ'ê Şîraz Nîdal destnîşan kir ku ew têkoşîneke mafdar dimeşînin û got, "Em ew şervan in ku xweedî armancê ne. Dewleta Tirk û çeteyên wê tenê xwe dispêrin hilweşîn û talanê. Ji ber vê yekê di êrîşan de bi ser nakevin. Lewma êrîşên hewayî zêde dikin. Min dewleta Tirk a faşîst, mejiyê wê yê terorîst û qirker di van êrîşan de hîn baştir nas kir. Divê cîhan hemû vê dagirkerî û polîtîkayên talanê yên delweta Tirk û çeteyên wan bibîne. Bi ruhê fedaî em ê heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiyê têbikoşin."