‘Felsefeya Rêber Apo bû gerdûnî’

Gerîlayên YJA Starê Agirî Kobanê û Bêrîtan Amed diyar kirin ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negihişt armanca xwe û wiha gotin: “Felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me bû gerdûnî.”

Ji gerîlayên YJA Starê Agirî Kobanê û Bêrîtan Amed têkildarî Komploya 15’ê Sibatê axivîn.

Agirî Kobanê bal kişand ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê û rêbazên cuda 25 sal in dewam dike û wiha got: “Rêber Apo ti carî li dijî dewleta Tirk a faşîst serî netewand. Her tim berxwedana xwe domandiye. Em ê jî weke gerîla heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji ber ku Rêbertiya me heta dawî ji gerîla bawer dike. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi gelê xwe re li Kurdistanê jiyana azad biafirînin.

Niha li Kurdistanê şerekî dijwar didome. Di serî de li Avaşîn, Zap, Metînayê êrîş li ser Kurdistanê heye. Hevrêyên me di tunelên şer de heta nefesên xwe yên dawiyê, li dijî artêşa Tirk a faşîst têdikoşin. Dibe ku em şehîd bibin, birîndar jî bibin lê heta ku armanca digihije serkeftina herî mezin, em ê dest ji doz û şerê xwe bernedin.

Hevrêyên me birçî, tî û bi awayek bê xew di tunelên şer de li dijî gazên kîmyewî û her cûre êrîşan berxwedanek bê hempa raber dikin. Artêşa Tirk a faşîst ne bi îradeya xwe, bi teknîka asta herî jor a NATO’yê li çiyayên Kurdistanê li hemberî gerîla şer dike. Em bi hêz û baweriya ku ji şehîd, gel û Rêbertiya xwe digrin berdêla wê çi dibe bila bibe em ê ji bo azadiya gelê xwe şerkirinê bidomînin. Em weke gerîlayên YJA Starê soz didin ku em ê komploya di şexsê Rêbertî de li dijî gelê Kurd tê meşandin, bi dawî bikin.”

‘AZADIYA RÊBERTÎ AZADIYA GELÊN ÇEWISANDÎ YE’

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed jî têkildarî Komploya Navneteweyî wiha got: “Rêber Apo armanca me ya têkoşîn, jiyan û şer e. Felsefeya Rêbertiya me, felsefeya jiyana azad e. Armanca komployê kolekirina gel û jinan e. Lewma Rêbertiya me di sala 1999’an de hat dîlgirtin. Di serî de li Rojhilata Navîn li Ewropa û gelek cihên cuda yên cîhanê, tevgerên ku vê felsefeyê nas dikin pêş ketin.

Bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê jin û gel bûn yek. Serhildana ku li Rojhilat û Îranê qewimî, bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li dijî hêzên hegemonîk dest pê kir. Felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me bû gerdûnî. Her kesî ev fêm kir. Azadiya Rêbertî azadiya Kurdistanê ye, azadiya Kurdistanê azadiya Rojhilata Navîn û gelên çewisandî ye. Ev çiya û ev welat yên me ne. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk tê, em ê doza xwe bidomînin.”