Êzidiyê ku ji aliyê qeyûmê ve hate sirgûnkir jiyana xwe ji dest da
Ji Êzidiyan Xidir Xelef ê ku bi zorê ji aliyê qeyûm ve hate şandina kampa AFAD'ê ya li Midyadê, jiyana xwe ji dest da. Rayedarên Tirk rê neda malbatê cazeyê Xelef bigire.
Ji Êzidiyan Xidir Xelef ê ku bi zorê ji aliyê qeyûm ve hate şandina kampa AFAD'ê ya li Midyadê, jiyana xwe ji dest da. Rayedarên Tirk rê neda malbatê cazeyê Xelef bigire.
Xidir Xelef ê 76 salî ku ji ber zilm û qirkirina çeteyên DAIŞ'ê revîbû, li Kampa Findikliyê dima. Piştî ku qeyûm ji bo şaredariya DBP'ê ya Yenîşehîrê hate wezîfedarkirin û şûn de Kampa Findikli ya li Amedê hate valakirin û koçber şandin kampa AFAD'ê ya li Midyadê. Xidir Xelef yek ji wan kesan bû ku li Kampa Findikliyê dima û piştî kamp hate valekirin şand kampa AFAD'ê ya li Midyadê, li wir jiyana xwe ji dest da. Li ser wesyeta Xidir Xelef dema ku jiyana xwe ji dest da li Şengalê defin bikin, kurê wî Rizgar Xidir, dayîk û hevjîn û keça xwe ji bo cenazeyê bavê xwe bigirin, xwestin li Deriyê Sînor ê Xabûr ê li Silopiyayê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bibe. Lê ji ber ku pasaportên wan nebû rê nedan ku malbat derbas bibin. Polîsên li deriyê sînor diyarkirin ku wê rê bidin cenaze derbas bibin, lê rê nadin ku malbat derbas bibe.
RÊ NEDAN KU MALBAT CENAZE BIGRE
Li ser vê kurê Xidir Rizgar Xidir, bi rêya telefonê li ximên xwe yên li herêma Federal a Kurdistanê dimînin geriya. Xizmên wan ên ku hatin bajarê Dihokê, cenaze bi ambûlansê bişînin Şengalê, li Goristana Şebhûl Qasim veşartin. Malbata li deriyê sînor man ku beşdarî merasîma definkirnê nebûn, vegeriyan kampa li Midyatê û wê 3 rojan konê şînê vedin.
Xidir diyar kir ku ev kiryar zilm e, şert û mercên jiyanê yên li kampa Midyadê pir giran e.
Qeymeqamê qeyûm Mehemt Guzel Êzidiyên ku ew 3 sal bûn li kampa Findikliyê dijiyan şandin kampa AFAD'ê ya li Midyadê. Êzidî, bi hincetên nebûna stasuya qanûnî, ji zimeta tendirûstiyê pêde nabînin.