'Ev tirs ji ber çi ye, gelo wê mirî rabin û şer bikin?'

Qeyûmê dewleta Tirk, bêyî destûra malbatan li şehîdgeha li Goristana Yenîkoy a Amedê cenazeyan dide veşartin. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle nerazîbûn nîşanî vê da û diyar kir, bi hesta tolhildanê îşkence li cenazeyan û malbatan tê kirin.

Pêkanînên qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bûye, nîşan didin ku xweranegirtina desthilatdariya AKP'ê li zindî û miriyên Kurdan derketiye asta herî bilind. Qeyûm, ji roja tayînkirinê û vir ve ji bo cenazeyên şervanên li qadên xwerêveberiyê û çiyayên Kurdistanê şehîd bûne neyên veşartin, çi bêhiqûqî hebe, wê dike. Herî dawî li beşa Şehîdgehê ya Goristana Yenîkoyê, kir ku malbat cenazeyên sivîlan veşêrin û bi vî rengî ev qad dagirt.

Ji ber tijîbûna vê herêmê, cenazeyên şervanan li cihên cuda yên goristanê tên veşartin. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle nerazîbûn nîşanî vê da û got, "Zîhniyeta dewletê ku cenazeyan dişewitîne, parçe dike, teşhîr dike û bi mehan li morgan disekinîne, xuya ye têr nebûye; ku ji bo hilanîna tolê îşkenceyê li miriyan û bi rêya miriyan li zimndiyan dike. Bicihanîna wezîfeya dawî ji bo zarokê xwe, gelo ne mafê herî xwezayî yê malbatekê ye? Qeyûmê ji aliyê desthilatdariyê hatiye tayînkirin, pêşî li vê yekê jî digire. Malbatên ku ji bo zarokên xwe ji hevrêyên wan qut nebe dixwazin li şehîdgehê veşêrin, tên astengkirin. Her cenazeyek li cihekî cuda yê goristanê tê veşartin. Di dema veşartinê de jî tedbîrên giran tên girtin û bi dehan polîs û maşînên zirxî dorê li goristanê digirin. Ev nefreteke çawa ye, tirsa ji çi ye? Gelo wê mirî rabe û şer bike?"

LI SER DAXWAZA QEYÛM, CENAZEYÊN SIVÎL BI ZORÊ LI ŞEHÎDGEHÊ HATIN GIRTIN

Dîcle got, "Ji bo şehîdgeh careke din neyê bikaranîn, li cihên vala cenazeyên sivîlan bi zorê da veşartin" û wiha dewam kir: "Me malbatên ku naxwazin cenazeyên xwe li şehîdgehê veşêrin dîtin. Piraniya malbatan ji vê rewşê aciz e. Tevî ku naxwazin cenazeyên sivîl ên xizmên wan li şehîdgehê were veşartin jî, karkerên ji aliyê qeyûm ve hatine wezîfedarkirin dibêjin, ji bilî cihê ji wan re hatiye gotin, ew ê nikaribin cenaze li cihekî din veşêrin. Karker neçar hatine hiştin. Bi rêya vê polîtîkayê xwestin malbatan li ber hev rakin, lê bi ser neketin."

'EXLAQÊ ŞER JÎ HEYE'

Dîcle bal kişand ser xemgîniya malbatên nikarin cenazeyên zarokên xwe li şehîdgehê veşêrin û got, "Desthilatdariyê destê xwe dirêjî şehîdgehê û gorên li vir kiriye. Ev yek tê wê wateyê ku desthilatdariyê gule berdaye lingê xwe. Nêzîkatiyeke welê li hemberî me heye, ku nikare xwe li cenazeyan û goristanê rabigirin, dest dirêjî pîrozmendiyên me dike û bi exlaqê şer nizane, heye."

DEMA MIJAR KURD BIN, CÎHAN NABIHÎZE, NABÎNE Û NAXIVE

Dîcle got, "Dema mijar Kurd in, qaşo parêzvanên mafên mriovan naxwazin bibînin, bibihîzin û baxivin." Dîcle wiha deawm kir. "Gelo îşkenceya li miriyan di kîjan exlaq, ol û wijdanê de heye? Çi cudahî di navbera zarokên Kurd û yên Fîlîstînî de heye. Ya ku li Kurdistanê diqewime, şerma mirovahiyê. Ji ber vê yekê bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikim: Ji bo nebin hevparê vê pêvajoyê, bêyî dereng bimînin bikevin nava tevgerê."