ÇAVDÊRÎ

Enfal û bêhaybûn: Divê ev roj neyê jibîrkirin

Ez hêvî dikim hewl bê dayîn da ku tu dîlan û şahî nekevin nav vê rojê. Qet nebe bila di vê rojê de dilê me li ba hestiyên hezkiriyên me yên li biyabanan be.

ENFAL Û BÊHAYBÛN

Ji sala 1992 û 1993’yan ve roja 14’ê Nîsanê wek roja bibîranîna Enfalê hatiye destnîşankirin. Li Hewlêr, Çemçemal û Şoreşê kesên enfalkirî hatin bibîranîn û merasîmên taybet hatin lidarxistin. Ev roj girêdayî du bûyeran e. Bûyera yekem di vê rojê de hêza Pêşmergeyan li Germiyanê biryara vekişînê da û di wê rojê de jî Osman Hacî Mehmed û hevalên wî biryara mayîn û parastinê da. Her wiha ji vê rojê piştî çend rojan bi taybetî di 11’ê Nîsana 1988’an de li Çemçemal û Şoreşê ji bo rizgarkirina kesên enfalkirî raperîn û xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin. Meha 2, 3 û 4’an a Enfalê pir tund bû, bi taybetî meha 4’an. Piraniya kampên komkirinê ketin nav vê mehê, êdî van hemûyan kir ku 14’ê Nîsanê bibe roja Enfalê.

Ez bi xwe ne bi wê yekê re me ku tenê rojek ji bo bibîranîna Enfalê be, bi min divê Enfal û kîmyabaran her tim li ser ziman û di nav dilan de be û di nav wêje, huner, sînema, stran, şano û muzîka Kurdî de reng vede. Ez bi xwe ji sala 1988’an û bi vir ve ye gelek caran rojane bi vê yekê re dijîm. Min bi xwe hezaran carî bi bêdengî rondik barandine. Piştî Raperînê jî kêm kes bi awayekî berdewam bi nivîsê li ser vê êşê xebitîne. Lê me hîna nekariye em vê rojê bikin roja şîna giştî da ku ne tenê li Germiyan û başûrê Kurdistanê, lê li hemû bajar û navçeyên parçeyên din jî bê bibîranîn. Diviya wê rojê herî kêm hikûmet û parlemana Kurdistanê li tenişt alaya Kurdistanê alayeke şînê ya reş daliqînin.

Îsal di vê rojê de li Almanya û Brîtanyayê hunermendên Kurd di bibîranîna Enfalê de mijûlî stran û dîlanê bûn bê ku bizanin ev roj çi rojek e. Hevalê min Mela Tehsîn Germiyanî têkilî bi min re danî û wêneyên bibîranînê ji min re şandin. Min yekser têkilî bi Aso Jiyandost re danî û wî tevî derbirîna xema xwe soz da ku karekî bike. Pir neçû ku nûçeyê Berlînê ji min re şand ku mixabin Birêz Nasir Rezazî jî tê de bû. Min yekser bi Signalê peyamek ji Kek Nasir re şand û min telefon jî kir, lê derneket. Min ji çend hevalên xwe yên din re got ku di hawara min de werin û ji Kek Nasir re bibêjin. Salên heştî me hemûyan bi stranên Kek Nasir dixwest em ji zilma Beesê re bibêjin na. Mela Tehsîn got got ji Kek Nasir re bibêje birayên me bi stranên te xwe digihande karwana nemiriyê.

Ez hêvî dikim hewl bê dayîn da ku tu dîlan û şahî nekevin nav vê rojê. Qet nebe bila di vê rojê de dilê me li ba hestiyên hezkiriyên me yên li biyabanan be.