'Em ê destûrê nedin dagirkeriya Tirkan'

Şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên Şengalê diparêzin gotin, di dema herî zehmet de PKK bi gelê wan re bû û diyar kirin, destnîşan kirin, ku ew ê destûrê nedin dagirkeriya Tirkan."

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), hewldanên PDK û hikûmeta Tirk ên ji bo derxistina PKK'ê ji Şengalê û gefên dagirkirina Şengalê ji ajansa me re nirxandin.

Şervanên YBŞ û YJŞ'ê dan xuyakirin, ku dema xayinan Şengal firotin û reviyan, kes li cem Êzidiyan neman û gotin, "Di dema herî zehmet de tenê PKK bi me re bû. Îro jî divê ti kes bi xeyalên ji nû ve dagirkirina Şengalê nexape. Êdî hêzeke me heye, şervanên YBŞ/YJŞ hene." Şervanan destnîşan kirini ku ew ê destûrê nedin dagirkeriya Tirk.

'TIRSA WAN JI BER DAXWAZA XWERÊVEBERIYÊ YA ÊZIDIYAN E'

Ji şervanên YJŞ'ê Armanc Şengal da xuyakirin, ku nêrîna azadiyê û ruhê têkoşînê yê ku PKK'ê di nava Êzidiyan de afirandiye, sedema bingehîn a êrîşên li dijî PKK'ê ye û got, "Tirsa wan a bingehîn, rizgarkirina gel ji koledariyê, diyarkirina çarenûsa xwe, avakirina xwerêveberî û xweparastinê ye."

Armanc Şengal destnîşan kir, ev ruh wê YBŞ û YJŞ'ê bi ser bixîne û wiha dewam kir: "Di bingeha komployên heyî de, derxistina PKK'ê ji Şengalê nîne. Armanca wan a bingehîn ji holêrakirina lêgerîna azadiyê û nêrîna gel e. Gel îro dixwze bi nasname, çand û baweriya xwe bijî. Dixwaze jiyana xwe bi xwe diyar bike xwe bi xwe bi rê ve bibe û ji koledariyê rizgar bibe.

Di bingeha dijminatiya li PKK'ê û tirsa wan de; xwerêvebirina gel, têkoşîna ji bo azadiyê û nêrîna rizgariya ji koledariyê ye.

Lê belê ev êdî nepêkan e. Ji ber ku ji bo  azadiya Êzidiyan û Şengalê êdî şervanên YBŞ û YJŞ'ê hene. Û gelê me gelekî bi şervanên YBŞ û YJŞ'ê piştrast e. Nepêkane ku ev bawerî bê hejandin, ji holê were rakirin. Meclîsên gel hene, ku gel xwe lê birêve dibe. Rêxistinên jin û ciwanan hene, hêzên xweparastinê hene; êdî dikarin xwe biparêzin, ji bo azadiya xwe dikarin şer bikin. Ev yek cara yekemîn e di dîrokê de pêk tê. Ya ku jê ditirsin jî ev e. Dixwazin vê ji holê rakin.

Dixwazin li statuya beriya fermanê vegerin, careke din Êzidiyan bixin bin kontrola xwe, li gorî dilê xwe bi kar bînin û bi rê ve bibin. Lê ev ê nebe, Êzidî qebûl nakin li rewşa beriya fermanê vegerin. Dîtin ku statukoya beriya fermanê ew ji fermanê neparastiye û berê wan daye fermanê. Lewma di xwerêveberî, xweparastin û azadiya xwe de israr dikin. Ya ku jê ditirsin û dixwazin ji holê rakin ev nêrîn û ruh e."

'PKK'Ê RUHÊ BERXWEDANÊ Û HIŞMENDIYA AZADIYÊ AFIRAND'

Şengal da xuyakirin, ku afirandina rastiya gel ê berxwedêr de cihê PKK'ê gelekî girîng e û got, "Yên ku hesaban dikin ku PKK'ê derxînin û Êzidiyan teslîm bigirin, hesabê şaş dikin. Êdî ti tişt wê mîna berê nebe."

Şengal di dewama axaftina xwe de got, "Di avabûna vî ruh û vê hişmendiyê de, yanî di avabûna rastiya gel, ku şer dike, teslîm nabe û di azadiyê de israr dike, PKK xwedî cihekî gelekî girîng e. PKK bû ruhê Êzidiyan ê ji nû ve zindî bû. Bi pêşîgirtina li fermanê, bi dayîna baweriyê, bi afirandina derfetên şerkirinê, bi avakirina nêrîna xweparastin û xwerêvebirinê re ruh û hişmendiyeke nû derxist holê. Ji ber vê yekê dixwazin PKK ji Şengalê derkeve. PKK'ê bi afirandina ruh û hişmendiya berxwedanê, derba dîrokî li dijminên Êzidiyan xist."

Şengal bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li Şengalê dixwe û got, "Dibêjin 'Em ê dest li çiyayê Şengalê werdin û em ê bikevin wê derê'. Bêguman mîna her carê dixwazin darê bi kurmê xwe hişk bikin. Yanî dixwaze bi rêya Kurdên hevkarê xwe li Kurdan bidin. Bêguman divê kes li ser vê hesaban neke. Êdî YBŞ û YJŞ hene. Bila kes nekeve nava vê hewldanê. Bila nebêjin wê ber bi Şengalê ve gavê bavêjin. Dİ rewşeke bi vî rengî de wê Êzidiyên ji bo azadiyê şer dikin li hemberî xwe bibînin. Yên ku difikirin bi derxistina PKK'ê ji Şengalê ew ê Êzidiyan teslîm bigirin, hesabên şaş dikin. Em ê destûrê nedin vê. Êdî hêzeke Êzidiyan heye, êdî rêveberiya wan heye.

Yên ku Şengal, Êzidî firotin, niha dixwazin li rewşa berê vegerin. Dixwazin ji nû ve li ser Şengalê serdest bin. Lê belê em ê nêhlin veger li rewşa berê, li ya berî fermanê çêbibe. Ji ber ku bi saya şehîdên me, bi berxwedana şehîdên me, me ji şaşitiyên berê ders derxist û nêrîna teslimiyetê têk bir."

'YBŞ Û YJŞ BERSIVA LI FERMAN Û LÎSTIKÊN QIRÊJ E'

Şervanê YBŞ'ê Karker Şengal jî got, "Eger PKK nebûya, me nedikarî qala Şengalê û qala Êzidîtiyê bikira" û destnîşan kir, ku YBŞ û YJŞ bersiva li lîstik û fermanan e.

Karker Şengal wiha dewam kir: "Tê dîtin, rêveberiyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê, ji bo PKK'ê ji Şengalê derxînin, ketine nava hin hewldanan. Bêguman li pişt vê hewldanê daxwaza temamkirina qirkirina Êzidiyan e. Dixwazin, Êzidiyan ya bi temamî ji holê rakin, yan jî mîna berê bikin kole û mecbûr bihêlin di bin destê wan de bin. Bêguman em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê pêşî li van lîstikên qirêj bigirin. Ji xwe YBŞ û YJŞ weke bersiva li van lîstikên qirêj û fermanan derket holê.

Dema PKK ket nava Şengalê, ji bilî çeteyên DAIŞ'ê ti hêz tine bû. PKK'ê Şengal ji ti hêzê teslîm negirt. Hêzên ku îro ji PKK'ê re dibêjin 'derkeve', dema PKK'ê li vir li ber xwe dida û pêşî li fermanê digirt, ew ne li vir bûn. Dema PKK'ê alîkarî da Şengalê, hingî Şengaleke hatibû teslîmkirin, îxanet lê hatibû kirin hebû. Di 3'ê Tebaxê de eger PKK li Şengalê nebûya, Êzidîtî wê bi temamî holê rabûya. Ti kes wê berxwedana PKK'ê, vekirina korîdorê, rizgarkirina sed hezaran mirovî û azadkirina Şengalê ti carî ji bîr neke. Bingeha ku em jî li ser wê şer dikin û ber bi azadiyê ve diçin ev bingeh e. Ev rê jî rêy azadî û xweseriya Şengalê ye. Heta ku Êzidiyekî bi tenê bimîne, wê li ser bingeha vî ruhî û felseyê heta dawiyê şer bike."

'ÊDÎ TI TIŞT WÊ MÎNA BERÊ NEMÎNE; YBŞ Û YJŞ HENE'

Şervanê YBŞ'ê Ferhad Şengal got, "Yên ku ji bo vî gelî canê xwe feda kirin û di dma herî zehmet de bi vî gelî re bûn û li ber xwedan, dagirker nînin. Yên dagirker ew kes in, ku ev gel di nava komkujiyê de hiştin û xiyanet li gel kirin."

Şervanê YBŞ'ê Ferhad Şengal da xuyakirin, ku êdî bi sed hezaran Êzidî hene ji azadî û xweseriya Şengalê bawer dikin û wiha dewam kir: "Yê ku zêdeyî deh hezar hêzên xwe yên çekdar li Şengalê hebû û tevî vê yekê jî civaka Êzidî radestî zilma çeteyên DAIŞ'ê kir, niha ji PKK'ê re dibêje li Şengalê hêza dagirker e. Dema her kesî civaka Êzidî terikand, dema ku di rojên herî tarî de ti kes li cem civaka Êzidî tine bû, ev hêza ku bi berxwedana xwe pêşî li qirkirinê girt û ji bo vê axê bi sedan şehîd da, gelo çawa çêdibe ku jê re bêjin dagirker? Eger gerîlayên PKK'ê nebûna, gelo mirovê karîbûya qala Şengalê yan jî Êzidîtiyê bikira?

Gelo ji wan heye ku gel vê rastiyê nabîne? Gelo ji wan heye ku ewqasî bê wijdan û dûrî rastiyê ye, ku cudahiya navbera xayinan û berxwedêran de nabîne? Êzidî gelekî baş pê dizanin, ku PKK ji destpêkê ve ji bo vî gelî, ji bo Êzidîtî û Şengalê tê çi wateyê.

Bêguman civaka Êzidî zana û polîtîk bû, ku rê nede van lîstikan. Rastiya fermanê û xiyanetê, mîna erdhejekê rê li ber hişyariyê vekir. Êdî ti tişt wê mîna berê nebe. Êdî weke hêza xweparastinê ya gelê me şervanên YBŞ û YJŞ'ê hene. Êdî meclîsên xwe yên xwerêveberiyê hene. Bi sed hezaran Êzidî û bi hezaran ciwanên Êzidî yên baweriya xwe bi vê felseyê hene û bi vî rengî têkoşin, hene."