Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevserê wê Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wê Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji êrişê rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê 11 roj in çalakiya ji bo "edaletê" dike.
Ferît Şenyaşar anî ziman ku ew li ber edliyeyê têkoşîna ji bo edalet û maf dimeşînin û got, "Eger daxwaza edaletê sûc be, ez û dayika min em ê vî sûcî her tim bikin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin."
Şenyaşar diyar kir ku dîmenên nexweşxaneyê di destê serdozger de ye û got, "Bila karê xwe bike. Bila yên ku komkujî kirine hemûyan bigire. Bila dozger wezîfeya xwe bi cih bîne ku em jî dawî li çalakiya xwe bînin."