Elîf Ronahî: Hevrê Sema xwe bi agirê Newrozê azad kir

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bi wesîleya Newrozê Sema Yuce bi bîr anî û bal kişand ser dilsoziya Yuce ya bi bîrdoziya rizgariya jinê ya Ocalan.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bi wesîleya Newrozê li ser berxwedan û têkoşîna Sema Yuce ya di sala 1998'an de li girtîgeha Çanakkaleyê çalakî pêk anî, ji ANF'ê re axivî.

Ronahî di destpêkê de Newroza sala 2019'an pîroz kir û got, "Di serî de cejna vejînê Newrozê li Serokatî, li jinan hemûyan û gelê me pîroz dikim. Di heman demê de di şexsê hevrê Mazlûm û Sema de bejna xwe li ber şehîdên Newrozê ditewînim. Demên dîrokî yên têkoşîna me hene. Yek ji van jî sala 1998'an e. Serokatiya me di vê salê de di televîzyonê de bîrdoziya rizgariya jinê îlan kir. Her wiha hevrê Sema li girtîgehê çalakî pêk anî. Hevrê Sema sala 1988'an rêxistinê nas dike û di sala 1991'an de beşdar dibe û derbasî qada Serokatî dibe. Sala 1992'an dîl dikeve destê neyar. Bi rastî jî di girtîgehê de lêhûrbûnên gelek kûr dike. Ji bo ku mirov rastiya hevrê Sema binase pêwîste nameyên ku hiştine bixwîne. Nameyên ji bo Serokatî, ji bo jinê, gelê Kurd û raya giştî nivîsandiye heye. Naveroka van nameyan di asta manîfesto de ye. Hevrê Sema di hêla azadiyê de kesayetiya xwe bi awayekî kûr dinirxîne. Li hember wan taybetmendiyên ku ne yên jinê ne di kesayetiya xwe de şerekî dijwar dike. Hevrêyeke ku xwe gihandiye felsefeya azadiyê."

Ronahî anî ziman, dema Sema Yuce bîrdoziya rizgariya jinê dibihîze vê yekê weke manîfestoya jiyana jinan dinirxîne û got, "Hevrê Sema dibêje; 'gava min ev yek bihîst wê kêliyê min xwe gihand heqîqeta xwe. Kêliya ku min di kesayetiya xwe de azadiyê herî zêde di asta jor de pêk aniye. Di wê demê de min biryar girt ku ji 8'ê Adarê heya 21'ê Adarê ez xwe bikim pira azadiyê'. Hevrê Sema rastiya xwe bi vî rengî anî ziman û bi çalakiya xwe pêk anî."

'KÊLIYA JINA AZAD DI KESAYETIYA XWE DE AVA KIR'

Ronahî bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Sema Yuce ya ku ji bo azadiyê dide. Derheqê vê mijarê de got, "Ji bo hevrêyên jin jî vê gotinê dibêje; 'çawa ku di asîmana de du roj nabe ji bo jina ku dixwaze xwe azad bike li ser ruyê erdê jî du navenda hêzê nabe.' Ji bo jinekê ku di azadiyê de israr dike, tekoşîna azadiyê dide tespîtek dîrokî ye. Di virde çawa ji felsefeya Serokatî bandor bûye li gor vê biryara jiyan kirinê û şerkirinê dide. Çalakiya rêheval Sema ya di girtîgehê de kêliya jina azad di xwe de dayîna avakirine. Ya din jî çalakiya li hember polîtîkayên neyar yên di girtîgehê de li ser kadroyên PKK'ê dide meşandine. Rêheval Sema tekoşîna xwe ya di girtîgehê de ruxmê di wan şert û zûrifên teng de weke di qadên şer de di textîk û stratejîk de kûrbûyîn ava dike. Ji bo vê di şerde serkeftinê û di jiyanê de jî ji bo azadiyê israrkirinê ji xwe re esas girtiye. Hem li hember xwe, derdorê xwe û li hember hişmendiya desthilatdariyê tekoşînek bi hêz daye meşandin."

Elîf Ronahî diyar kir ku yek ji mijarên herî girîng jî dahûrandinên Sema Yuce li hember jin û zilam daye kirin. Ronahî got, "Dahûrandinên hevrê Sema ya li hember jin û zilam kiriye gelek girînge. Mînak gava rêheval Sema di qada Cudî re derbas dibe li wir platforma jinek û zilamek ya ku nava wande têkiliyên şaş pêkhatiye çê dibe. Ji bo vê yekê hevrê Sema dibêje û ev gotina xwe di rojnivîsên xwe de jî gotiye; 'ez nabim ew jina ku ketiye û xistiye'. Gava vê yekê dibêje jî lêhûrbûyînek gele mezin li hember kesayetiya xwe dike û tekoşînek mezin jî pêş dixe. Rêheval Sema milîtan û jinek ya ku tevahî jiyan, gotin û tekoşîna xwe weke manîfestoyek daye pêkanîn." 

'HEVRÊ SEMA FERMANDARA MIN E'

Ronahî bal kişand ser Fikrî Baygeldî ku ji çalakiya Sema Yuce bandor bû û got, "Gava hevrê Sema çalakiya xwe dike, heval Fikrî Baygeldî ji vê çalakiyê gelek bandor dibe. Di guhertin û veguhertina kesayetiya xwe de jî rola rêheval Sema gelek bi bandore. Gava rêheval Fikrî çalakiya xwe dike vê yekê dibêje; 'Hevrê Sema fermandara mine, jina Kurd fermandara mine, min talîmatê xwe ji fermandarê xwe girt' bi vê awayî çalakiya xwe pêktîne. Gava yekem car PAJK hate damezrandin yekem endamê PAJK'ê rêheval Fikrî Baygeldî ye. Ji ber yê ku bi jinê re rast têkili danî ye, rast jiyan kiriye li ser esasê azadiyê. Azwariya rêheval Sema ya li hember azadiyê gelek girînge. Hevrê Sema dibêje; 'wê jina Kurd nava agirê gelê Kurd de bi xweliya wê agirê cardin ji nû de xwe ava bik'e. Ango çiruska vê agirê ye wê jina Kurd bi vê çirûskê xwe û gelê xwe azad bike. Hevrê Sema di pêşketina tevgera azadiya jin de rolekê dîrokî leystiye û pêkaniye. Destgirtina rêheval Sema ya ji bo azadiyê lêpirsînekê mezine. Di sekna xwe de bersiva pirsên çawa were jiyan kirin û mirov çawa bike bersivek mezin da van pirsan.  Hevrê Sema jî weke hevrê Sara, heval Zîlan bi jiyana xwe û bi çalakiya xwe vegotina rastiyek dîrokî dike."

Elîf Ronahî di axaftinên xwe de ji bo gelê Kurd got, "Pêwîste gelê me jiyan, kesayet û çalakiya van hevalan baş bizanibin û rast bi xwînin. Bi taybetî jî hevalên me yên ku bi agirê Newrozê, agirê berxwedaniyê canê xwe feda kirine jiyana wan baş nas bikin. Li gor vê yekê jî di xeta jiyana wan de jiyan kirin û tekoşîna xwe bilind bikin. Ger ku hevrêyên me yên jin di serî de jî rêheval Sema di pêvajoyên bi vê awayî dîrokî de çalakiyên dîrokî nekiriban, helwestê xwe nedanîban holê îro tevgera azadiyê nedigihişt vê astê. Îro bi milyonan jin derdorê vê tekoşînê de kom ne dibûn. Îro jina Kurd li hember DAÎŞ'ê ewqasî bi cesaret û bi rûmet şer nedikir. Ji ber vê yekê van rêhevalên xwe yên şehîd zanîn, hevrê Sema zanîn girînge."

Di dawî ya gotinên xwe de Ronahî di şexsê hevrêyên xwe yên şehîd de soz dide tevahî hevrêyên xwe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne; "Em ê jî weke tevgera azadiya jin bi vê zanabûnê re jiyan bikin û emê di wê ferqê de bin. Em ê teqez azadiya gelê xwe mîsoger bikin. Em carekê din di şexsê hevrê Sema, Rewşen, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî û Mazlum de soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê didin. Bi rêzdarî bejna xwe li hember wan ditewînin. Carekê din didin diyar kirin ku heya em armancê wan ya avakirina Netewa Demokratîk pêkneynîn emê tekoşîna xwe û berxwedaniya xwe daîmî bikin û serkeftinê destbixin. Li ser vê bingehê em carekê din Newroza Rêber APO û tevahî hevalan pîroz dikin û dibêjin ev Newrozê bibe vesîleya di şert û jiyana azad de bi Rêber APO re jiyan kirinê."