Dr. Bahoz Erdal wê bûyera li Hewlêrê binirxîne

Îşev saet 20:00’an Dr. Bahoz Erdal ê ku mêhvanê Bernamaya Taybet a Stêrk Tv ye, wê gelek mijarên di rojevê de binirxîne.

Pirsên ku Erdal li ser ekranê Stêrk Tv yê binirxîne wiha ne…

Osman Kose yên li Hewlêrê hatiye kuştin kî ye, çima li Başûrê Kurdistanê bû?

Rêveberên Başûrê Kurdistanê yên ku peyama sersaxiyê ji bo malbata Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb nexwestin,  çima ji bo Osman Kose qiyamet rakirin?

Têkiliya di navbera operasyona Xakurkê û mudaxeleya li Îranê de çiye?

Xeteriyên li ser Rojava çi ne? Ev xeterî wê çawa bên valaderxistin?

Çima Yekîtiya Neteweî ya Kurd girîng e û astengiyên li pêşiya wê çine?

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal wê bersiva van pirsan û gelek pirsên din ên di rojevê de îşev saet 20:00’an di Stêrk Tv yê de bibersivîne.