'Divê meclîs ji bo grevên birçîbûnê bi rengekî awarte bicive'

Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê bal kişand ser rwşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne û bang li meclîsê kir ku bi rengekî awarte bicive. Komîsyonê got, "Daxwaza girtiyan daxwaza me ye."

Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyaniyek da ku ji 27'ê Mijdarê ve ji bo 'Azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd' dewam dike. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Bajarê Mêrdînê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) hate dayin û gelek kes tevlî bûn.

'HÛN NIKARIN BI KOMKUJIYAN PÊŞÎ LI KURDAN BIGIRIN'

Dayika Aştiyê Besna Gunay anî ziman ku gelê Kurd bi komkujiyan nikare bê rawestandin û ji bo bidawîkirina polîtîkayên şer bang kir. Besna Gunay got, "Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin. Em ji vê derê radigihînin ku weke xelkê Mêrdînê em ê dest bi çalakiya nobedê bikin. Em zanin ku dereng jî mane. Em ê hem li hundir hem jî li derve li her derê çalakiyan bikin. Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin. Em naxwazin mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Em ji her kesî dixwazin ku destê xwe dînin ser wijdanê xwe û çalakiyan bikin."

ZEXTA LI GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Hevserokê Şaxê Mêrdînê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Lokman Emen diyar kir ku girtiyan mafê xwe yê demokratîk ê Destûra Bingehîn bi kar anîn û dest bi greva birçîbûnê kirin. Emen işaret bi hevdîtinên bi girtiyan re kir û anî ziman ku vîtamînên pêwîstiya girtiyan pê heye, her wiha xwê û şekir ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne nayên dayin. Emen işaret bi cezayên dîsîplînê, lêpirsînê kir û diyar kir ku bi van kiryaran şert û mercên tecrîdê hîn bêhtir hatine girankirin.

Emen destnîşan kir ku divê mafê tenduristiyê, mafê jiyanê yê girtiyên di greva birçîbûnê de ne bê parastin û xwest ku tecrîd bi dawî bibe û pêşî li mirina mirovan bê girtin.

BANGA JI BO CIVÎNA AWARTE

Emen diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pîvanên hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye û got, "Di sîstema ceza de divê dawî li her cûre cihêkariyê bê anîn. Di 8 salên dawî de bi şênberî hate dîtin ku pêwîstî bi çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk heye. Lewma di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de rol û mîsyona Birêz Abdullah Ocalan diyar e, n e cihê nîqaşê ye. Em bi bîr dixînin ku di vê çarçoveyê de ji 27'ê Mijdara 2023'an û vir ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Em destnîşan dkin ku daxwazên wan daxwazên me ne. Di serî de Wezareta Edaletê em bang li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê, rêxistinên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî dikin ku bi erk û wezîfeya xwe rabin. Her wiha em bang li Meclîsê dikin ku guh bidin daxwazên girtiyan û bi rengekî awarte bicive. Em bang li partiyên siyasî jî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin."