Dirûşma 'Helmet namire' li Silêmaniyeyê deng veda

Ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) ku 5'ê Tîrmehê ji ber êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk şehîd bû, li Silêmaniyeyê bi hezaran kes meşiyan.

Bi hezaran kes li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê li hev kom bûn û şehîdxistina endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Girseya gel bi alên PKK, KCK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên Diyar Xerîb ji taxa Bextiyarî dest bi meşê kir û heta Mİzgefta Ahesur a li nêzî City Center a li Silêmaniyeyê meşiya.

Di meşê de dirûşmên "Bimire xiyanet", "Helmet namire", "Dagirkerî wê têk biçe", "Helmet taca serê me ye", "KCK hêza gel e", "Li Qendîlê berxwedan e, li Silêmaniyeyê raperîn e" hatin qîrîn.

Piştî meşê girseya gel berê xwe da malbata Xerîb û sersaxî ji wan re û hevrêyên wan re xwest. Serdanên ji bo sersaxiyê didomin.