Dîmenê çalakiya li Xakurkê hate weşandin: 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Xakurkê çeperek îmha kirin û 3 leşkerên artêşa Tirk ên di hundirê çeperê de ceza kirin. Dîmenê vê çalakiyê di Gerîla TV de hate weşandin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Xakurkê çeperek îmha kirin û 3 leşkerên artêşa Tirk ên di hundirê çeperê de ceza kirin. Dîmenê vê çalakiyê di Gerîla TV de hate weşandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh ên çalakiya ku gerîlayan bi çekên giran li Xakurkê pêk anîbû, 28’ê Mijdarê bi daxuyaniyekî ragihandibû. Daxuyanî wiha bû: “27’ê Mijdarê di saet 10.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li qada Girê Şehîd Heqî hate xistin. Çeperê dagirkeran hate îmhakirin û 3 dagirkerên di hundirê vî çeperî de jî hatin cezakirin.”
Dîmenê wê çalakiyê di Gerîla TV de hate weşandin