'Di hiqûqa dewletê de zemîna şîddetê tê avakirin'

Parêzer Rûşen Seydaoglû qala pergala şîddet û qetlîama li ser jinan kir û got, “Dewlet dema ku hiqûqa xwe ava dike, zemîna şîddeta li ser jinan jî amade dike.”

Şîddet û qetlîama li ser jinan her roj zêde dibe. Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkaya bêcezahiştina dewleta Tirk û mêrên kujer beralî dike, qanûn li gorî feraseta mêrserwer didome. Yek ji welatên ku îmze daye peymannameyên navneteweyî jî Tirkiye ye lê Tirkiye li gorî van tiştan tevnagere û di polîtîkayên bêcezatiyê de israr dike. Têkoşîna jinan a ji bo mafên jinan jî li Kurdistan û Tirkiyeyê didome.

Parêzer Rûşen Seydaoglû diyar kir ku şer, bi pêvajoyên avakirina netewe dewletan û saziyan re xwe li ser civakê ferz dike û ji ber van tiştan şîddet derketiye holê. Seydaoglû got ku, “Ev avadanî bi rêya hiqûqê şîddetê meşrû dikin.”

HIQÛQ DEMA ŞÎDDETÊ AMADE DIKE

Parêzer Rûşen Seydaoglû diyar kir ku alavên şer tên meşrûkirin û tê xwestin ku di civakê de çanda şîddetê tê rêxistinkirin û got, “Li asta herî jor şîddet tê kirin, vî tiştî jî bi rêzikên hiqûqî meşrû dikin û ev tişt bandorê li ser dibistan, tendirustî, malbat û têkiliya bi jinan re dike.Bi pêvajoyên şer ên li Kurdistanê em dibînin ku şîddet jî zêde bûye. Di dîroka mirovayetiyê de bi netewe-dewletan re pêvajoyên şer jî zêde bû.

Berê dema ku rêzikên civakî hebû, civak li ser bingeha nirxên exlaqî dihatin ba hev û pirsgirêkên xwe çareser dikin, lê piştre mekanîznameyek din dikeve dewrê. Ev mekanîzma jî hebûna xwe bi avakirina pergala xwe ya hiqûqê pêk tîne. Bi vê re dixwazin têkevin nav her dera civakê.

ZEMÎNA ŞÎDDETA LI SER JINAN TÊ AVAKIRIN

Ya rast di pergala hiqûqê de armanca tunekirina şîddetê tune. Di nav hiqûqê de jiholêrakirina şîddetê tune derbarê têkiliya aliyan hin tişt hene. Di vê hiqûqê de ya ku bi destê dewletê tê avakirin jî zemîna ji bo şîddeta li ser jinan tê avakirin. Heke me karibûya qala pergaleke hiqûqê ya civakî bikira, wê tiştên giştî hebûya.

Di nav sûcên li dijî civakê de nêzikatiyên li hemberî jin, zarok û xwezayê jî dikaribû bihata diyarkirin. Lê dema ku em lê dinihêrin ji ser tevgerîna jinan rêzik tên diyarkirin û tê kategorîzekirin. Ya rast bi destê hiqûqê avakirineke civakî tê kirin.”

TÊKOŞÎNA JINAN PEYMAN JÎ AVA KIR

Parêzer Rûşen Seydaoglû qala peymanên navneteweyî yên li dijî şîddeta li ser jinan jî kir û got, “Nîqaşa ‘pirsgirêkên jinan heye’di nav Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê de tevî jinên mûxaleftê derdikeve holê. CEDAW, Peymana Stenbolê û Grevîo wisa derdikevin holê. Lê ji xeynî van mekanîzmayan jin ji herêman ber bi enternasyonalê qadên nû vedikin. Meşa Jinan a Cîhanê û Hevdîtina Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê ya ku tê payîn were kirin, li ser vê bingehê ne. Erê bi van peymanên navneteweyî hin geşedan çêbû lê di çavkaniya wan de feraseta netewe-dewletê heye. Di van peymanan de di asteke şoreşgerî de li ser jin, zarok û pirsgirêkên ekolojiyê nehate sekinandin. Bêtir gotinên wekî ‘Em bi fikar in’ tê diyarkirin.

Parêzer Rûşen Seydaoglû diyar kir ku dewlet awayê xweavakirinê li ser mirovên dikare têxe bin kontrola xwe pêk tîne û got, “Meseleya kontrola li ser mal, jin, xweza û ekonomiyê a rast mêran wekî xwediyê metayê nîşan didin û armanca dewletê ev e ku hebûna xwe bidomîne. Yek ji tevgerên ku evqasî zext û şîddet li ser wê heye û naqede jî tevgera jinan e. Dema ku têkoşînek bi pêşengiya jinan didome, ev dibe faktoreke diyarker ku ew têkoşîn dikare bidome. Ji ber ku jin hesta xwe ya azadiyê dikare ragihîne mal, kargeh û kolanê . Li wê derê jî patron, bira û bav hene. Lê dîsa jî yên li her derê li ber xwe didin jin in.”

PROBLEM DI PÊKANÎNA QANÛNAN DE YE

Parêzer Rûşen Seydaoglû diyar kir ku qanûnên li ser jinan bi têkoşîna jinan dikevin pratîkê û got, “Dewlet bi xwe van qanûnan ava nake. Têkoşîna jinan bandorê li ser pêvajoya çêkirina qanûnan jî dike. Ne di peymanên navneteweyî de û ne jî di mewzûatên neteweyî de meseleya mafê jiyanê ya jinan dema ku tê mîsogerkirin ev ne bes e. Ev heq heye û jixwe divê hebe. Piştî vê pirsa ‘Em dixwazin çawa bijîn’ tê û lêgerîna bersivê didome. Ji bo nivîsandina van qanûnan problem tune, mesele ev e ku ev qanûn çawa tên pêkanîn. Pirsgirêka sereke ev e ku mafê xwe yê heyî wê çawa bikaribin bi kar bînin. Problem ne di qanûnan de ye, di pêkanîna wan de ye.”

Parêzer Seydaoglû diyar kir ku divê hiqûqnasên jin rêxistineke xweser ava bikin û got,”Têkoşîna xweser wê bidome, jin wê biryarên xwe bidin û ji aliyê din ve jî derbarê pirsgirêkên civakî nêrîna jinan û polîtîkayê ava bike. Me carinan di nav rêxistinên hiqûqê de ev bi rêya komîsyonan kir. Lê ev tişt di heman demê de yek ji pêdiviya sereke ya tevgerên jinan e. Em ê vê hiqûqê çawa pênase bikin? Ya rast bi felsefe û sosyolojiyê jinan perspektîfek ava kirin û divê karibin xwe bigîhinin her derê. Ji ber ku tişta em jê re dibêjin hiqûq divê pişta xwe bispêre civakê.”