Dewleta Tirk nehişt li Bradostê agirê Newrozê were vêxistin

Hêzên dagirker ên dewleta Tirk ku li Bradostê ne, nehiştin gel agirê Newrozê vêxe.

Hêzên dagirker ên dewleta Tirk ku li Bradostê ne, nehiştin gel li gundan agirê Newrozê vêxe.

Li gundên Bermîzê, Deşta Hêrt, Geliyê Şêxzade û Xelîfan ligel ku hêzên dewleta Tirk hişyarî kirin jî gel xwest agirê Newrozê vêxe û gule li ser gel hate reşandin.

Li navçeya Sîdekan a Bradostê jî bi fermana rêveberê wir Îhsan Çelebî pîrozbahiyên Newrozê hate qedexekirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê destûr nayê dayîn ku rojnameger biçin Sîdekanê.