BI DÎMEN

'Dewlet alîkariya ji bo zarokên Şirnexê desteser dike'

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Bîrlîk diyar kir, dewletê alîkariya ji bo Şirnexê hatiye kirin desteser kiriye û dixwaze Şirnex bê valakirin. Bîrlîk got, ew ê li dijî vê yekê li ber xwe bidin û piştgiriyê xurtir bikin.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku di meha Mijdarê de hat girtin û roja 4'ê Çileyê hat berdan, piştî ku hat berdan, çû Şirnexê û xebatên xwe ji cihê mayî dewam kir. Bîrlîk rewşa dawî ya li Şirnexê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, dewlet bi girtin, hilweşandin û astengkirina alîkariyê dixwaze berxwedana gelê Şirnexê têk bibe, lê wê bi ser nekeve.

'MIZGEFT XERA KIRIN'

Bîrlîk anî ziman, hêzên dewletê hê jî li taxên Bahçelîevler, Dîcle, Yeşîlyûrt û Cûmhûriyetê xaniyan xera dikin û ragihand, mizgeftên li van taxan jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine xerakirin. Bîrlîk da zanîn, di nava rojê de bi rengekî fîîlî derketina derve "qedexe" ye û destnîşan kir, hêzên dewleta Tirk ji aliyekî ve xaniyan xera dikin, li aliyê din jî zext û êrîşên xwe yên li ser gelê Şirnexê bê navber dewam dikin. Bîrlîk got, "Li Şirnexê gelê me hê jî nikare derkeve derve. Sê kes nikare li hev bicive. Aktîvîteyeke civakî, girtina şînê, qedexe. Xaniyan xera dikin, mizgeft xera kirine, hovîtî bi her awayî dewam dike."

'LI GORÎ KÊFA DILÊ MIROVAN BINÇAV DIKIN'

Parlamenter Leyla Bîrlîk diyar kir, binçavkirina mirovan li Şirnexê dewam dike û ragihand, gelek kesên li bajêr vegeriyan, hê li pêşiya bajêr hatin binçavkirin. Bîrlîk da xuyakirin, ku binçavkirin ne tenê li navenda bajêr tên kirin, li navçeyên Cizîr, Silopiya û navçeyên din ên Şirnexê jî operasyon û binçavkirin di asteke dijwar de dewam dikin. Bîrlîk diyar kir, binçavkirin bi fermana dozgerî yan jî ji ber sûcekî fîîlî nînin û dest nîaşn kir, ku polîs li gorî kêfa dilê xwe mirovan binçav dikin û bi îşkenceya li qereqolê sûcên bê bingeh dixin stuyê mirovan.

LI GIRTÎGEHA ŞIRNEXÊ ÎŞKENCE

Bîrlîk bal kişand ser îşkenceya li girtîgeha Şirnexê û anî ziman, gelek kes ji girtîgeha Şirnexê sirgûnî girtîgeha Mêrdînê hatine kirin û bedena piraniya van kesên hatine sirgûnkirin werimiye, şopên lêdanê lê hene. Bîrlîk destnîşan kir, li Şirnexê hem li derve hem jî li girtîgehê şert û mercên jiyanê nehatine hiştin û got, ev zilm û qedexe bi hovîtiyeke mezin li Şirnexê didome.

'BI HEZARNA KES BÊ MAL IN Û DI BINÊ KONAN DE DIJÎN'

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk da xuyakirin, ku piraniya Şirnexê hatiye hilweşandin, bi hezaran kes li gundan û li binê konan dijîn û diyar kir, bi hezaran Şirnexî ji bo bajar û aax xwe neterikînin li ber xwe didin. Bîrlîk got, "Weke ku tê zanîn, konên beriya niha hatibûn vedan ji aliyê hêzên dewletê e hatin rakirin. Gelê me piştî vê yekê li nêzî gundên xwe bi cih bûn. Li hin malên gundan 3 malbat bi hev re dijîn. Wekî din li binê konên li nava gund hatine vedan jî gelek malbatên me ji neçarî dimînin."

'ALÎKARÎ TÊ ASTENGKIRIN'

Bîrlîk diyar kir, alîkariya bi piştgiriya gelê Kurd hatiye komkirin bi biryara walîtiyê tê astengkirin û got, "Hêzên dewletê pêşî li alîkariya gelê Kurdistanê ku ji bo Şirnexê kom kiriye, digire. Alîkariya ji aliyê gel ve hatiye komkirin ji aliyê walî û dozgerî ve bêyî hincetek bê nîşandan, tê astengkirin."

'NAHÊLIN XWARIN Û KEVNIKÊ PÊÇANDINA PITIKAN JÎ BÊN ŞANDIN'

Bîrlîk da xuyakirin, ku herî dawî alîkariya ji xwarin û kevnikê pêçandina pitikan ê barê 2 qemyonan bi biryara dozger û walî hatiye desteserkirin û destnîşan kir, ku li pêşiya wan zîhniyeteke ewçend hov û bêperwa heye ku dest datîne ser alîkariyên ji bo zarokan. Bîrlîk bibîr xist, walî û dozger bi vî rengî tenduristiya bi hezaran zarokî dixin nava xeteriyê.

'DIXWAZIN ŞIRNEXÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN'

Bîrlîk diyar kir, hêzên dewleta Tirk dixwaze Şirnexê ji mirovan xalî bike û got, "Tevî hemû zilm û êrîşên hatin kirin jî gelê Şirnexê axa xwe neterikand. Dewlet nikare xwe li vê berxwedan û piştgiriya gelê Şirnexê rabigire. Lewma serî li binçavkirin, îşkence, înfaz û astengkirina alîkariyê dide."

Bîrlîk da xuyakirin, ku dewlet wê ti carî nikaribe gelê Şirnexê bitepisîne û ji gelê Kurdistanê jî xwest alîkariyê bidomîne.