Destûr nehat dayîn ku mamoste ber bi navenda PDK'ê ve bimeşin

Ji bo şermezarkirina muçeyên kêm û nedana muçeyan, mamosteyan xwestin ber bi navenda PDK'ê ya li Silêmaniyeyê ve bimeşin, lê belê polîsan destûr nedan.

Li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, li dijî kûrbûna krîza aborî û siyasî ya li welêt, mamsote xwepêşandanê lidar dixin. Kedkarên perwerdeyê û mamoste îro danê sibehê bi vê armancê daketin kolanan û xwestin heta ber Ofîsa PDK'ê ya li Silêmaniyeyê bimeşın. Mamosteyên ji ber Navenda Perwerdeyê ya Silêmaniyeyê dest bi meşê kirin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan gotin, ew ê destûrê nedin ku xwepêşandan ber bi navenda PDK'ê ve bimeşin. Polîsan li ser pira Qilîsanê û derdora wê tedbîr girtin û nehiştin xwepêşandêr derbas bibin.

Endamê Meclîsa Mamosteyan Behmen Ehmed diyar kir, polîsan pêşî li xwepêşandana wan girtine û got, "Hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyeyê, nehiştin em ber bi navenda bajêr ve bimeşin. Ev helwesta mamosteyan ji gelek helwestên din girîngtir e."

Mamosteyên xwepêşandêr ên li ber benda polîsan sekinîn, dirûşmên dirûşmên "Ev der mulkê giştî ye, pêwîstî bi astengiyê nîne" qîriyan û astengiya li pêşiya çalakiya wan şermezar kirin.

Berdevkê Rêveberiya Navenda Silêmaniyeyê ya PDK'ê Eta Şêx Hesen jî îdîa kir ku ev meş komployek li dijî wan e û got, "Ev hewldaneke komployê ye. Em hemû derdoran hişyar dikin. Di heman demê de bang li rûspiyên vî bajarê bedew dikin, ku pêşî li vê hewldanê bigirin."

Mamosteyan bi heman armancê hefteya bihurî jî daketibûn kolanan û li ber avahiyên partyên YNK, Tevgera Goran û Yekîtiya Îslamî xwepêşandan lidar xistibûn û ev partî protesto kiribûn. Xwepêşandanên li ber avahiyên van partiyan bêyî ku bûyereke neyînî biqewime bi dawî bûbû. Balkêş e, xwepêşandana li ber avahiya PDK'ê tê astengkirin.