Desthilatdarî erdhejê bi kar tîne

Hikumeta AKP-MHP'ê ku di dema xwe de bi xurtî dest li erdhejê werneda û hîn jî wernade, bi ragihandina Rewşa Awarte re hewl dide erdhejê bi kar bîne.

Di encama erdhejê de ya li Bakurê Kurdistanê, ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bû û bandor li 10 bajaran kir, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên di binê enqazê de mane hînê nayê zanîn. Tevî ku 48 saet di ser erdhejê re derbas bûne, hîn jî dewletê xwe negihandiye gelek herêman û enqazan. Gel hewl dide bi derfetên xwe mirovên di binê xirbeyan de mane rizgar bike. Hikumeta Tirk di roja duyemîn de biryar da ku Rewşa Awarte ragihîne.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî xala 119'an a Destûra Bingehîn wan biryar dane Rewşa Awarte ragihînin. Erdogan piştî rûdana erdhejê bi 24 saetan bi vê daxuyaniyê yekemcar li ser mijarê axivî. Lewma fikar heye ku bi biryara Rewşa Awarte re erdhejê jî bi kar bîne. Ji ber vê yekê;

- Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên muxalîf li derveyî vê pêvajoyê têne hiştin. Bi taybetî li Mereş, Amed, Dîlok, Edene, Osmaniye, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê li şûna hêzên pêwendîdar ên dewletê, rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelê sivîl bi derfetên xwe ji kêliya destpêkê ve dest li rewşê werdan. Lê belê bi ragihandina Rewşa Awarte re wê li derveyî vê pêvajoyê bêne hiştin.

- Wê pêşî li wê yekê bê girtin ku pêvajo bi zelalî neyê meşandin. Di mijara destwerdana li enqazan û gihandina alîkariyê ji bo hewcedaran fikar hene. Di vê mijarê de bi taybetî ji desthilatdariya AKP-MHP'ê guman têne kirin.

- Ji periyodên daxuyaniyan jî tê fêhmkirin ku hejmara rastî ya mirî û birîndaran vedişêrin. Ji ber ku hejmara rastî ya windahiyan ji daxuyaniyên fermî gelekî zêdetir e, bi vê biryarê re dixwazin pêşî li mirovên sivîl, rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî bigirin ku bi dîmenan rewşê ranexin pêş çavan.

- Wezîrê Guherina Avhewayê û Bajarvaniyê, Hawirdorê Mûrat Kûrûm got, "Ji bilî koordînasyona AFAD'ê em ê nehêlin ku koordînasyoneke din hebe." Her wiha diyar kir ku alîkarî jî wê bi rêya AFAD'ê bêne komkirin. Ji ber vê yekê alîkariya ku rêxistinên civakî yên sivîl ji bo pêçandina birînên erdhejê kom kirine wê bêne desteserkirin.

- Alîkariyên ji derveyî welat bên wê li destpêka bajêr bêne desteserkirin.

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze di nava şert û mercên Rewşa Awarte de hilbijartinê pêk bîne, lewma diyar e ku vê felaketa bi serê civakê ve hatiye weke 'Xêra Xwedê' ji bo xwe bibîne.