'Desthilatdarî dixwaze tirsê berde dilê rojnamevanan'

Farûk Balikçi ku demeke dirêj li Kurdistanê rojnamevanî kir anî ziman, di salên 90'î de ew ji îro rehettir dixebitîn û got, "Desthilatdarî ji bo dîktatoriya xwe ava bike, hewl dide tirsê bixe dilê rojnamevanan."

Di rêza azadiya çapemeniyê ya cîhanê de, Tirkiye di nava 180 welatî de di rêza 151. de cih digire. Zext û zordariya li medyayê ya li Tirkiyeyê her zêde dibe. Li gorî lêkolîna Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê, li gelemperiya cîhanê 348 rojnamevan girtî ne. Ji van 143 rojnamevan li girtîgehên Tirkiyeyê ne. Wekî din bi biryarnameyên di dema dawî de hatin derxistin, tevî girtina bi sedan rojnamevanan, 157 saziyên çapemeniyê jî hatin girtin, bi hezaran karker bêkar hatin hiştin. Yek ji qenalên televîzyonê yên di vê demê de hatin girtin ÎMC TV ye. Nûnerê ÎMC TV ê Amedê Farûk Balikçi ku 30 salan li Kurdistanê rojnamevanî kir, pirsgirêkên rojnamevanan ji ANF'ê re nirxand.

Balikçi da xuyakirin, ku di her serdemê de zext li rojnamevanan hatin kirin û anî ziman, di hin serdeman de zextên li rojnamevanan hê bêhtir eşkere bûn. Balikçi got, "Di salên 90'î de zextên mîna roja îro li rojnamevanan nedihat kirin. Ez bi binefserekî di sala 1990'î de li herema Besta ya Şirnexê wextekê di destê PKK'ê de ma bû, rûniştim. Wê çaxê ez li rojnameyeke xwedî tîrajeke bilind dixebitîm. Nûçe li rojnameyê hat weşandin. Gelekî jî deng veda. Û li dij nûçeyê dozek jî nehat vekirin. Zextên şexsî wê çaxê zêde bû. Piştî nûçeyê, fermandarê alaya Şirnexê bi rêya telefonê li min geriya, di destpêkê de bi zimanekî nerm, piştre jî bi zimanekî tund gef li min xwar. Got, 'Hêvîdar im tu yê careke din ber bi vî alî ve neyê'. Ez jî salekê nekarîbûm biçim wê herêmê."

'ZEXT DI SALÊN 90'Î DE VEŞARTÎ BÛ, NIHA EŞKERE YE'

Balikçi got, "Nûçeyên ku min di salên 90'î de amade kir, eger min îro çêbikira wê doz li min bihata vekirin, belî hatibûma girtin." Balikçi diyar kir, dewletê di salên 90'î de bi rengekî veşartî zext dikir, lê îro bi awayekî vekirî zextê dike û kampanya lînçê dimeşîne. Balikçi da zanîn, di vê demê de rojnamevan bi xwe jî dijminatiyê li hempîşeyên xwe dikin.

Balikçi got, "Hin kesên navê rojnamevanan li xwe dikin, bi rêya hin organên çapemeniyê dikarin gefê li hempîşeyên xwe bixwin. Desthilatdariyê feraseta 'Ya tu ya/ê min e, ya jî tu tine ye' daye her kesî. Niha her kes wî zimanî bi kar tîne û gefê dixwe. Ji zexta desthilatdariyê ya li ser medyayê wêdetir, bi hêza medyaya ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye afirandin, gef li rojnamevanan tê xwarin."

'LI CIHÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ NEBE, DEMOKRASÎ JÎ NÎNE'

Farûk Balikçi anî ziman, gelek rojnamevan ji ber çêkirina nûçeyên xwe hatine girtin û işaret bi hewldanên lînçê û yekdestiya medyayê kir.  Balikçi her wiha ragihand, bûyera îxbarê ku di nava welatiyan de hatiye afirandin, niha li nava rojnamevanan jî tê bicihanîn û got, "Bi îxbarên tên kirin re rojnamevan tên girtin. Tên lînçkirin. Mafê agahîgirtinê yê gel ji dest tê girtin. Eger tu dixwazî li cihekî karekî îllegal bike, tu yê pêşî li wê medyayê bigire û zextê zêde bike. Ya ku niha li Tirkiyeyê diqewime, ev e. Gelek bêhiqûqî heye, lewma rojname, televîzyon tên girtin, rojnamevan tên binçavkirin û girtin."

Rojnamevan Balikçi destnîşan kir, ku li cihê azadiya çapemeniyê nebe, nepêkane ku mirov qala demokrasiyê bike û got, "Pîvana demokrasiyê ya welatekî, azadiya medyayê ye. Li cîhanê 348 rojnamevan girtî ne. 143 ji van li Tirkiyeyê girtî ne. Hema bêjin nîvê rojnamevanên li gelemperiya cîhanê girtî ne, li girtîgehên Tirkiyeyê ne. Ev yek ji xwe her tiştî radixe pêş çavan."